• تاگەکان: ,

    TOLA 9’Ê COTMEHÊ WÊ TEQEZ Bİ ŞOREŞA ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ WERE STANDIN

    8 كانونی دووه‌م, 2023

     BO RAYA GIŞTÎ

    Beriya 10 salan, li kolanên Parîsê zihniyeta faşîst a zilamsalar, destên xwe yên krêt dirêjî vîna Azadiya jinê kirin. 13’ê çileya 2013’an de, 3 jinên lêheng ên pêşengên tekoşîna azadiya jinê, bi şêwazeke dirindane hatin qetilkirin.  Yek ji van pêşengan 35 salan, kêlî bi kêlî tevna şoreşa azadiya jinê, bi berxwedan û tekoşîneke bê hempa hûnandin e.

    Sakîne Cansiz ango rêheval Sara çima bi taybet hat hedef girtin? Bersiva vê pirsê ya herî bi heybet  îro em di kolanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, bi dirûşma ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ ve jinên ku pêşengî ji serhildana azadiya jinê re dikin de dibînin.  Rêheval Sara dema dest bi meşa dirêj a azadiya jinê kir, jinek bi tenê serê xwe bû. Bê westandin, ber bi azadiyê ve meşiya. Bêyî ku kêliyekê jî nefesekê bigre, yan jî dû dilî jiyan bike, bû xwedî destaneke jiyanê. Jinên ku di nava çar dîwaran de bûn û her wiha dîl girtî bûn, ref bi ref berê xwe dan çiyayên azad û cihê xwe di nava tekoşîna ku bi şopên rêheval Sara hatibûn ava kirin de girtin, xwe rêxistin kirin. Bûn yekîne, artêş û bûn partî. Pergal û paradîgmaya jiyana azad, ristin. Rêheval Sara jin û jiyanek nû ku, ber bi azadiyê ve biherike, afirand. Ji ber ku sê pîroziyên nirxê mirovahî ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ji holê hatibûn tune kirin, lê belê bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi kesayet û taybetmendiyên heval Sara carek din jina azad vejîna xwe ji nû ve afirand. Hemû jinên tekoşer bi yek dengî bangî mirovahiyê kirin. Gotin: “JİN, JİYAN, AZADÎ’ pîroz e.” Bê guman rêheval Sara tola jinê ya 5 hezar sala, ji zihniyeta zilamsalar yê faşîst bi bilindkirina tekoşîn û berxwedana azadiye ve rakir.

    Tekoşîna Rêheval Sara berdewam e. Ta ku jiyanek azad bê misoger kirin, bê guman berdêlên tekoşîna azadiyê, pir giran bihan e. 09- 01- 2013’an de Rêheval  Sara, Ronahî û Rojbîn. Li Fransa Parîsê, di 02- 01- 2016’de Fatma, Sêvê, Pakîze, 23- 12- 2022’an de, dîsa li Parîs, dîsa li heman kolanê, jina şoreşger, pêşenga tevgera azadiya jinê û 2, rêhevalên dildar û kedkarê tekoşîna jiyanek azad. Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û welatparêz, Abdulrehman Kizil di komkujiyê de hatin qetilkirin.

    Her ku destên zihniyet û rejîma faşîst a zilamsalar zêdetir dirêjî nirxên azadiyê bibin, wê tekoşîna azadiyê firehtir û bi hêztir bibe. Bila baş bê zanîn ev êrîş û hovîtî tu carî gav bi me paş de navêje. Ne doh, ne jî îro, ne jî sibe, ev kiryarên kiret, tenê vîna me ya jiyanek azad bilindtir dike. Kîn û nefreta me ya li himberî sîstema faşîst û emperyalîst a zilam salar, bilind dike. Tekoşîna azadiya jiyanek nû, wê ji her demê zêdetir bilindtir bibe, pêşve biçe, rih bide û şax vede. Carek din weke Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hêzên faşîst, hegemon bi tundî şermezar dikin. Wek rêhevalên jin ên tekoşer soza xwe ya tekoşînê li beramber Şehîdên xwe yên pêşeng, nû dikin. Ji hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de li berxwe didin, beedêl didin, destanan dinivisîn û dighêjin şehadetê, bejna xwe li ber wan ditewînin û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dibêjin bi şoreşa azadiya jin ê, formula ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mizgîniya jiyana azad, ji her demê zêdetir nêz e. Teqez êmê tola her Rêhevaleke/î xwe hilînin, xeyalê wan a jiyana azad misoger bikin. Wê teqez azadî bi serbikeve

    Kordînasiyona KJAR

    08/01/2023



    KJAR