• تاگەکان: , ,

    EMÊ BI BERXWEDANA JINÊ, AZADIYÊ QEZENC DIKIN

    3 كانونی دووه‌م, 2022

    Çîmen Şine-KOORDÎNASYONA KJAR

    Têkoşîna me jinan, ji her demê zêdetir di pêvajoyeke cûdatir re derbas dibe. Pilanên Komplogerî yên hêzên Nav Netewî, Bi sekna bi heybet a Rêbertiya me, di pêşengtiya jin û Gerîla de bi berxwedaniya gelê me ve di gava destpêkê de pilanên wan vala hatin derxistin. Lê hê jî gefa komploya Nav Netewî bi timamî ji holê nehatiye rakirin. Hêzên komploger ên Nav Netewî li hemberî hamleyên partiya me, komployê xwe rojane didomînin. Di şexsê dewleta Tirk de, sîstema Modernîteya Kapîtalîst li ser gelê Kurd û jinan pilanên xwe yên mêtîngerî û qirkirinê hê jî berdewam dikin û dixwazin encam bigirin. Lewma tecrîda li ser Serokatiya me, ji her demê zêdetir girantir dikin, bi hezaran zarokên gelê me yê  ku li berxwedidin, dixe zîndanan, li hemberî Gerîlayan teknîkên herî hovane yên serdemê bi kar tîne û bi vî rengî êrîşên xwe yên dagirkirinê kûrtir dike. Hemû firsendên xwe bikar tîne, li hemberî Gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.

    Di pêvajoyeke wisa giran de Rêber Apo ku li Îmraliyê de bi sekna azad li berxwedide û îsrar wê dike, bi heskirin û rêz silav dikin. Mirovahî ji rojên dîrokî yên afirandina azadiyê re derbas dibe. Sîstema hegemon a zilam ya pênc hezar salî, derbasî pêvajoyek nû bûye. Sîstema ku bi şêweyên dewletparêz û deshilatparêz  ku xwe dispêre zext, zorî, derew, xapandin, mêtînî, mijareke pir cidî a nîqaşê ye ku êdî ji holê were rakirin. Ji ber ku zihniyeta sîstema zilamê hegemon û saziyên ku xwe dispêre wê, mirovahiyê ber bi tunebûnê ve dibe. Kawisa av û hewayê, bûne pirsgirêkên civakî xwedî li wan neyê derketin, şer, koçberî, tevkujiya jinan, di mirovahiyê de hilweşîn û têkçûnên madî, manewî, ruhî û bedenî her roj zêdetir mezin dike. Bi vî rengî gotinên mîna însan dikin weke morî, cûce û keriyan. Herî zêde jî ji bo serdema em tê de dijîn de derbasdar dibe.

    Sîstema kûrewî ya hegemon a hov, ku aqlê zilamên hegemon çêkiriye. Li ser navê karê zêde mirovahiyê têra xwe perçiqandiye, jinê bi kûrahî bikar tîne û ev yek di tu serdemekê de nehatiya dîtin ango kirin. Çanda tecawizê ku li ser jinê tê pêşxistin, li ser giştî civak jî hatiye kirin û hema hema bêje bûye tiştekî pir ji rêzê. Di dîroka mirovahiyê de kawis û kirîzeke ewqas bi kûrahî nehatiye jiyîn û ev di neqeba (navber) kaosê ji bo têkoşîn û înşaya sîstema demokratîk, azadîxwaziya jinê derfetên mezin pêşkeş dike.  

    Helbet wijdan, exlaq, çand, fikra mirovahî tu carî vê zihniyeta kirêt, mêtînger a aqlê zilamê hegemon qebûl nekiriye. Di roja me ya îro de jî bi şerê ragihandina dewletparêz û deshilatparêz a heyî, rûyê mirovahiya ku dixwaze azad bibe, pir zêde nayê teyisandin. Xebatên hêzên azad û demokrat, çalakiyên wan, nadin xuyakirin. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn û li cîhanê, asta tevgerên jinan gihiştiya asteke pir bilind û li kêleka wê jî tekoşînek bê hempa tê meşandin. ji ber vê yekê deshilat bi rêbazên zext û şîdetê nahêlin ku derkeve holê. Sedsalsa 21’emîn bin qasî ku serdema azadî û demokrasiyê ye, ewqas jî serdemeke jinê ye, ji ber ku îro jin azsdiyê ava dike. Di tu serdemê de jin û gel negihaştibû wê astê ku ew qas bi ruhekî hevpar yê têkoşînê, feraseta bi hev re tevgerînê bi dest bixin. Îro em bi rehetî dikarin bêjin ku li Rojhilata Navîn û di vê pêvajoyê de, ji her demê zêdetir nakokiyên cins, çîn, netew berbiçav bûne, kesên hatî perçiqandin li pey mafên xwe digerin, têkoşîn dimeşînin.

    Lewma Rêber Apo, ji bo azadiya mirovahî feraseta têkoşînê û rêbazên wê nîşan dane. Ev jî di asteke girîng a diyarker de ne. Ji bo mirovahî, jinan, pêşengtiyeke dîrokî pêş dixîne. Rêber Apo li cîhanê rêberekî wisa ye ku hêzên demokrasî û azadî, berçav digirin. Rêber Apo di sîstema kapîtalîst de xitimandin û bêçareseriyek ava kir, lewma sîstem ji bo ku tola xwe bigire li ser Rêber Apo tecrîda girankirî û îzolasyonê dide meşandin. Dixwazin bi bêdenkirina Rêber Apo rêyên çareserî yên alternatîf bigirin, civak û Rêbertî ji hev qut bikin. Sîstema hegemon li hemberî Rêber Apo ku ji jinan û gelan re rêya azadiyê nîşan dide, pir bi hêrs û bertekin. Li himber hêza îdolojîk, felsefe û sîstema Rêber Apo tiştek mezin dijîn. Ji ber ku bi hebûna Rêber Apo tunebûna xwe dibînin.

    Êrîşên li hemberî Rêber Apo têne kirin, di heman demê de li hemberî azadiya jinan, îradeya gelan, baweriya civatan êrîşeke. Lewma di serî de DYE (Emerîka), li hemberî nêzîkatiyên sîstema Modernîteya Kapîtalîst a ku dixwaze Serokatiya me weke ku nîn e, nîşan bide, tune dihesibîne yan jî kadroyên pêşeng ên tevgera me terorîst nîşan bide. Jinên Kurd li Rojhilata Navîn û li her derê cîhanê di nav têkoşîneke bê hempa û mezin de ne.

    Bi taybet em weke jinên Kurd ên Rojhilata Navîn, têkoşîna me li ser bingehê azadiya Rêbertiya me, azadî û rizgariya jinan, gelan û mirovahiyê ye. Li ser vî bingehî, bi hêzbûna xebatên siyasî, leşkerî û civakî, bi azadiya fîzîkî a Rêbertiya me re têkîldar e.

    Dîsa pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn daye nîşandan ku paradîgmaya Rêbertî û asta me ya piratîk kirinê, siyaset û hemû rojevan raste rast bandor dike.

    Emerîka a ku serî ango mêjiyê ango mêjiyê sîstema modernîteya kapîtalîst e. Her roja ku derbas dibe, hegemonya xwe di cîhanê de winda dike. Ev jî tê vê wateyê, sîstemek nû ya cîhanê, li gor hevsengiyên cîhana nû,  hêz pêş dikeve. Weke Kurd û jin em di sîstema nû ya cîhanê çêdibe  de, çawa cih bigrin, tekoşîna me ya îdolojîk û berxwedana me, rêxistinbûnên me yên cewherî, hêza parastin û rêveberiya me ya cewherî hatiye asta ku hevsengiyên cîhanê yên li Rojhilata Navîn diyar bike.

    Pilansaziyên Emerîka li welatên mîna Iraq, Afxanistanê têk çû. sosyolojiyên van welatan cûda ne. nêrînên wan ên oryantalîst û pilanên wan li Rojhilata Navîn xwe nagre. Avahiyên ku xwe naspêrin, dîrok, çand, sosyolojiya Rojhilata Navîn, bê îrade dihêle, hêza wê ya cewherî esas nagre, mehkûmê têkçûnê ne. guherîn û veguherîna avahiyên fewdal, kevneperest pêwîstî pê heye ku di bingehê çanda demokratîk de bi ziravî nêzîkatî were raberkirin.

    Emrîka bi zihniyeta hegemon û rêbazên xwe têk çû û gelên heremê bi rewşên pir xeter û bi rîsk re rû be rû hiştiye. Mînaka vê ya herî ber bi çav, me li Efrîn û Efxanistanê ev yek dît. Ji bo Şengalê hevpeyîmana 9’ê Cotmeha 2020’an de hate kirin, di encamê vê de bi teşe bû. Bi heman rengî di piratîkên Efrûn û Ermenîstanê de jî Rûsya di heman pozisyonê de cih girt. gel di nav bendewariyê de hiştin, nêzîkatiyên dij mirov raber kirin. Gel li erdê hiştin, wan di komkujiyan re derbas kirin, ev yek jî mîna dîplomasiya herî hostane tê nîşandan. Emrîka nekarî pilansaziya xwe pêk bîne. bûn asteng ku hêzên azadîxwaz ên altarnatîf jî derkevin pêş. Di encam de Efxanistan teslîmî yek ji hêzên herî paşverû ên cîhanê, Tlîban kir û li ser sûcên xwe ên dîrokî yek din jî zêde kir. Dibe ku bi Tlîban re bikeve têkiliyê de û li hemberî Çîn û Îranê bi kar bîne. Ev jî kirêtî û bê exlaqiya sîstema kûrewî êdî çi astê nîşan dide. Emrîka di serî de li Efxanistan û Iraqê, azadiya jinan piropaganda dikir û tevgera dagirkirinê rewa dikir. Bi milyonan jin ji wijdanê Tlîban re hate hiştin. Çawa jin ji bo berjewendiyên sermaya xwe, kirine amûra piropegandayê derket holê. Bi vî aliyê xwe Emrîka careke din rûyê xwe yê qirêj derxist holê. Di heman demê de hate dîtin ku êdî hêza herî sereke ya cîhanê nîne û nikare bibe. Di hevsengiyên hêza politîk a cîhanê yên sedsala 21’emîn de ewê welatên wek Çîn û Rûsya jî zêdetir bibin xwedî gotinê. Dunyayek bi vî rengî çêbibe. Di heman demê de hêzên demokrasî û azadiyê de pir zêdetir çalak bibin. Ewê bibe sedsalek ku jin, gel, komên baweriyê wê zêdetir xwe rêxistin bikin, hêzên wan ên cewherî derkevin û tekoşîna wan a hevpar bilind bibe. Ji ber vê yekê yekîtiya tekoşînê wek pêdiviya bingehîn û lezgîn a demê bi sotînertir dide hîskirin.

    Sîstema kûrewî a hegemonîk êdî nikare bi rastorasyonan re li ser biyan bimîne, ev rewşek tê zanîn e. An jî ewê rejîmên faşîst û otorîter ava bibe ku asta mirovahî hatî, nikare vê rake an jî sîstema di nav xwe de ji ber muhalefetê serhildanên hêzên demokrastîk û azadiyê, neçar bimîna ku hin guherîn û veguherînên radîqal pêk bîne. NATO ku artêşa sîstema hegemonîke, her ku diçe girîngiya xwe winda dike û pilansaziyên wan her dem di nav valatiyê de ye. Mînak di civîna herî dawî a NATO de Emrîka gor ku Rojhilata Navîn ji bo wan xwedî girîngiyeke stratejîk nîne. Dîsa Çîn wek dijminê sereke ragihand. Nexwe yên ku deshilata xwe li ser Rojhilata Navîn nebe, nikare li ser cîhanê jî serwer be. Di şerê hegemonî li hemberî Çînê de, Rojhilata Navîn girîngiyeke pir stratejîke. Em dikarin bêjin ku ev daxwiyanî bi nakoke û di heman demê de xapînoke. Ji ber wê di pêşengtiya Rêber Apo de weke Kurd û jin, tekoşîna me ya azadiyê ku tê meşandin di asta jor de cihekî xwe yê stratejîk, xwedî wate û girînge.                                                                                                                                                  

    Ji aliyê têkoşîna azadiyê ya gelê me, jinan û mirovahiyê, em di nav pêvajoyeke dîrokî ya pir girîng re derbas bibin. Dema em ku em têde dijîn awarte û Cûda ye. Weke KJAR, rêbazê me yê xebat, sekin û tempoya me nabe ku rotîn ango ji rêzê be. Hemleya jin a ku em pêş dixin, di reweşeke pir diyarker de ye. Li ser vî bingehî, hamleyên KCK û KJK’ê di bingeha “Dem Dema Azadiyê ye” û bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de. Hamleya Tevgera jin a bi navê “Li himber qirkirina jin, dem dema Parastina Jina Azad û Civakê ye” di bingehê de bi kûrahî rojevkirina pirsgirêkên jin de, di her qadê ku Kurd tê de dijî de bi şêwazên cihêwaz û kampanyayan têne meşandin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî weke KJAR, van hemleyan bi ruh û feraseteke nû digirin dest. Di vê pêvajoya dijwar û hestiyar de hemû xebatên leşkerî, siyasî, dîplomatîk û civakî di çarçoveya van hemleyên de pêş dikevin. Li Avaşîn, Zap, Metîna êrîşên dagirkeriya dewleta KT (Komara Tirkiyê) bi hemû şîdeta xwe didome. Berxwedaniya bi heyîbet a Gerîla 6 meh li pey xwe hişt. Rêber Apo, Tevgera Azadiyê, Gerîla, gelê me û jin di nav vê berxwedana mezin de cih digrin. Gelê Kurd û jin, bi êrîşeke dagirkeriya pir berfireh re rû be rû ne. Çarenûsa gelê me û jinan, asta serkeftina berxwedana Gerîla, xebatên îdeolojîk û qada civakî wê diyar bike. Pir jiyanî ye ku gel di nav rêxistinbûn û çalakiyên ku bi çalakiyên Gerîla re hevseng bibe de be. Em di her kêliyê de pêxirtengî û kawis a sîstema kûrewî de dijîn. Sîstema hegemon a zilam, ji bo ku li ser civak û jinan mêtîngeriyê pêk bîne, modela dewletê vedîtiye. Pêvajoyeke bi vî rengî ji hemû hêzên erênî û neyênî re zemîneke xwe serwerkirinê ava dike. Di vê dema ku otorîte dihejin de hêzên azadî û demokrasiyê, dîsa weke KJAR, hemû jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijîn, pêwîste ku em vê fersendê baş binirxînin. Em di demeke wisa de ne ku fikr û sîstemên alternatîf dikarin herî zêde di vê demê de pêş bikevin. Jinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn baş rêxistinkirin, ji bo azadiya hemû mirovahiyê dikare roleke pir stratejîk bilîzin. Em îro weke jinên Kurd, asta me ya biryardarî, hişmendiya me û qabiliyetên me ewê ji bo têkoşîna azadiya jin derketinek mezin bi dest bixîne. Weke jin, eger em vê dema bi şens rast û tekûz bi kar bînin, em teqez serkevin. Bi azweriya cîhanên nû avakirin û bi azadî re çi qas tijî bin û ev çi qas bi hêz be, hemû qalibên jiyana cîhana kevin jî bi teqez ji hemû xwebûna me û jiyana me werin derxistin. Li Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya jin û rola wan gihaştiye asteke pir stratejîk. Têkoşîna azadiya jinên Kurd, ji têkoşîna azadiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, gelan, civatên baweriyê re pêşengtî dike. Ji ber vê yekê pêwîste ku em careke din bînin ser ziman. Pêşveçûna hemû pêşketinan ewê tekoşîna jinên Kurd wê diyar bike.

    Di vê çarçoveyê de; Rastiya ku ew ê sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jin herî zêde di sekna berxwedêr a Gerîlayên YJA-STAR de derketiye holê. Artêşbûna jinê, fermandarî û şerkeriya jin, pêvajoyek cûda û demeke ku herî zêde teqez bûye dijî. Ji aliyê jinan ve ev di cîhanê de tişteke yekemîn e. Şerê parastina cewherî ya jin jî dema xwe ya pêşxistinê dijî. Gerîlayên YJA-STAR’ê bi rol û mîsyoneke wisa pir dîrokî û berfireh re rû be rû ne. Hêza YJA-STAR’ê pêvajoya temsîlkirina hemû taybetmendiyên Gerîlayê modernîteya Demokratîk dijî. YJA-STAR hem bûye hêza parastina cewherî ya jinan, hem jî ya hemû jinên Rojhilata Navîn e. Li hemberî qirkirina jinê ye, li hemberî tundutujiya li ser jinê, xwekujiyan, zewacên di temenê biçûk de, qetlên namûsê, pir zewac, ajankirina pêkanîna şerê taybet a dewletê ku li ser jinê dike, fihûş û madeyên hişbir, di qada civakî de hemû newekhevî û bê daletiya li jinê tê kirin e. Di dîrokê de civakên demokratîk û tevgerên jin ku xwedan hêzên parastina cewherî nebûne, hem nekarîne rola ku ji wan tê xwestin bilîzin, hem jî bi komkujiyên hovane yên hêzên sîstema zilamê hegemon ji holê hatine rakirin. Em vê hem ji dîroka nêz û hem jî ji ya berê dizanin. Rêber Apo di hemû parêzname û hevdîtinên xwe de, ji bo jin diyar kiriye ku rêxistinbûna destpêke û ya bingehîne divê parastina cewherî ava bike. Her car pirsa ku çiqas hêzên parastina cewherî yên jin hene û gotiye divê derxînin deh qatê wê. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn,  navend wê Kurdistane û li ser bingehê qirkirina Kurdan tê pêşxistin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîstî ku xwedan perspektîfeke têrker be û bikare tevlîbûna jinan zêdetir pêk bîne.

    Weke KJAR berfirehiya xebatên me zêdetir wesf qezenc kiriye. Li Efxanîstanê deshilatdariya Talîban heye. Ev di heman demê de li hemberî Îranê nîşaneya amadekariyeke cidî ye. Li ser hilbijartinên Îranê 5 meh derbas bû. Kiryarên xwe yên hişk li ser civak û bi taybet jinê didomînin. Pêvajoya li pêşiya me êrîşeke tevlîhev û zehmet ji bo hemû mûxalîfan pêş dixîne. Em dikarin di komkujî û dijmintiya jin ên zêde dibînin, di qetlkirina kolberan, girtina welatparêzan de jî vê yekê baş bibînin. Weke KJAR pêwîst e ku em xwe li gorî pêşengtiya vê demê amade bikin û tekoşîneke xwirtir bidin meşandin. Di heman demê de em di demeke wisa de ne ku, zêdetir lez bidin rêxistinbûn û xebatên avakirina civakî. Emê pêvajoyek tijî, giranî bidin xebatên çapemenî, jineolojî, dîplomasî, perwerde, rêxistinbûnê, pêşwazî bikin, pêşengtiya xwe pêş bixin. Weke KJAR emê kampanyaya xwe ya zewacê di temenê biçûk de zêdetir rêxistin bikin, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê qirkirina ku li hemberî jinê tê pêşxistin, bidin rawestandin. Herî dawî li Efxanîstanê, zarokeke 9 salî bi zilamekî 55 salî re hatiye zewicandin, pêwîste ku em ji vê zihniyetê re êdî bêjin rawest e û li himberî wê tekoşîn bikin. Li ser vî bingehî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê weke jin yekîtiya xwe, rêxistinbûna xwe, ji rejîma mêtînger, kujer û dijminê jinê xilas bibin. Ji ber vê yekê pêwîste ku em jin tev dest bidin dest, tekoşîna xwe pêş bixin û dengê xwe li tevahî qadên jiyanê derxin. Wê bê guman bi tekoşîna jinê jin,civak û tevahiya mirovahiyê wê azad bibe û îradeya xwe bi dest bixe.



    KJAR