• Bîranîna Cangoriyên 9’ê Gulanê, Bîranîna doza mirovahiyê ye

    6 ئایار, 2023

    Nûjiyan Rojhilat  Endama Komîteya Jineolojî

    Meha Gulanê bi qasî her 4 demsalên Kurdistanê gelek rojên dîrokî ku bi nirxên herî hêja dagirtiye. Helbet nirxê herî hêja jî,  ew e ku her cangoriyek bi bîr û baweriya felsefeya jiyana azad, dîrokek bi îradeya xwe ya azad û serhildêr dane avakirine.  Weke tê zanîn civaka me ya Kurd li her çar beşê welat û dervî welat xwedî şehîdên doza azadiyê, yê giranbiha ye. 

    Her rojeke dîroka şehîdên azadiyê, bi giştî rojên dîrokê di nava xwe de dihewîne û mirov nikare ji hev qut bike. Dîroka 9’ê Gulana sala 2010’an de ” Şirîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan ji ber fikir û felsefeya jiyana azad, her pênc berxwedanvanê Rojhilatê Kurdistanê li girtîgeha Êvîn ya Îranê,  bi destê komara îslamê ya Îranê  hatin şehîd xistin. Bibîranîna cangoriyên 9’ê Gulanê bibîranîna giştî cangoriyên doza mirovahiyê ne. Bi vê boneyê em di kesayeta her cangoreyekî 9’ê Gulanê de, tevahî cangoriyên doza azadiyê, bibîr tînin.Sonda me ji bo wan daye em carekî din nû dikin. Em ê ala ku wan rakiriye bilindtir bikin.

    ‘Çavkaniya, Îradeya Berxwedêriyê Ne’

    Cangoriyên doza azadiyê ji bo gelê xwe, hêvî û çavkaniya îradeya berxwedêriyê ne. 9’ê Gulanê salvegera du mijarên dîrokî ne. Yekemîn serketina îradeya berxwedêr ya azad e. Ya 2’emîn jî binketina rêjîma qetilkar a Îranê ye. Ev her pênc evîndarê azadiyê piştî îşkenceya fizîkî û derûnî  ya salên dû û dirêj, ji milê qetilkarên hişmendiya zengarkirî ve têne şehîd xistin. Lê 9’ê Gulanê zelaliya encamê şerê bîrdozî yê di navbera du eniyan de ye. Ev şerê bîrdozî, bi serkeftina pênc pêşeng, pênc evîndarê doza azadiyê bi encambû.

    ‘Berdêla Jiyana Birûmet Berxwedan e’

    Dîroka xeta berxwedêr a bi fikir û ramanê azadiyê ya Rêber Apo, ku îroj li her çar milê Cîhanê bi gerdûn û bi gewde dibe. Bingeha xwe ji çanda îradeya azad a di nava eniya girtîgehan de digre. Nasnameya azad xeta Mazlûm Doganan û  Sakîne Cansizan bi fikir û ramanê Apogeriyê. Di sala 1982’an, 1983’an de li girtîgeha Amedê cenga îradeya azad, li dijî rêjîma qirker a komara Tirkiyê hate bidestxistin. Berdêla jiyana bi rûmet, berxwedaniye. Ev cenga berxwedana dîrokî ji bo her ciwanekî welatparêz ê her çar beşê Kurdistanê dibe îlhama sonda mezinkirina cegna jiyana birûmet. Jin û ciwanên Rojhilatê Kurdîstanê bi nasnama  Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê (PJAK) ûKomelgehan Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê(KJAR) li Rojhilatê Kurdistanê ji salê 2004’an û şûn de bi ruhê xeta berxwedêr a Apogeriyê, bi aramanca jiyaneke azad û demokratîk  xwe bi tevger kirin.  Welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê bi nasnameya xwebûnê, li ser esasê mafê xwe yê rewa li dijî siyaseta bê exlaq a modernîteya sermayedar û bi taybet rêjîma Îranê ya sêdare, dest bi têkoşîna bîrdozî kirin. Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li dijî zilma Îranê heta niha bi sedan cangoriyên giranbiha şehîd dane û ji bo tola şehîdên doza azadiyê heta niha berdêlan dide.   

    ‘Ji Sûçên Dîrokî Wê Hesabê Dîrokî Were Xwestin’

    Rêjîma Komara Îslamî ya Îranê di 9’ê Gulana sala 2010’an de, bi sêdarekirina 5 pêşengên Kurd xwest bersiv bide nasnama PJAK’ê da ku tirsa xwe veşêrê. Îran bi siyaseta qirker û talanker weke her 3’ê netew dewletên xwe yê cîran, bersiv da hezkirinê azadiya gelê Kurd. Şêrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Elî Heydariyan, Ferhat Wekîlî û Mêhdî Îslamiyan di heman rojê de sêdare kirin. Mabesta wan ev bû ku peyama dostaniya xwe  bighînin rêjîma Tirkiyê.  Lê Îran bi vê siyaseta xwe ya qetilkar a faşîst sûcek dîrokî li dijî şoreşgera Kurd Şêrîn Elemholî û her çar pêşengên Kurd kir. Ji sûcên dîrokî wê hesabên dîrokî were xwestin. Helbet pêşengê Kurd jî dema berê xwe dan rêya evîna jiyana birûmet di ferqa rastiya rêjîma sêdare ya Îranê de bûn. Her wiha di ferq û dizanebûna berdêla jiyana azad de bûn. Ala wan rakiriye wê li erdê nemîne.  Doza ew pê bawerbûn îroj bi hezaran hezkirî û hevrêyên wan jî pêbawerin. Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re, tola dîrokî ji sîstema sêdare ya Îranê û hevkarên wê tê xwestin. Ev çanda fikir û ramanê azad îroj li her çar beşê Cîhanê belav bûye.

    Destûrê Bidin Bila Dilê Min di Sînga Zarokekî de Lêbide’

    Ferzad Kemanger di nameya xwe de dibêje; “Destûrê bidin bila dilê min di sînga zarokekî de lêbide”. Her wiha Şêrîn Elemholî jî dibêje; “Ez ji ber nasnama xwe jin a Kurdbûnê têm sûcdarkirin”. Di heman demê de Ferhat Wekîlî jî di nameya xwe de wiha tîne ziman; “ Piştî mirinê bibîranîna min bibîranîna şehîdane, mirin dilsipartina bi evîn û ji dayikbûne” her pênc pêşeng bi her gotineke xweheqîqet tînin ziman. Pêşeroja jiyana nû di avakirina zihniyeta rasteqîn a mirovan de dibînin. Her yek ji wan weke  mamoste û şagirtê ruhê berxwedêr ê  dayikên xwedawendin. Hevrêyên Zîlanan û Akîfan di ferqa erka xwe ya rêya heq a Rêberê azadiyê Rêber Apo de ne. Di Rojhilata Navîn de şoreşa herî bi berdêl şoreşa avakirina zihniyeta nû ye. Bi hezaran pêşengên tevgera azadiya  jin û giştî tevgera azadiyê ya gelê  Kurd di vê oxirê de SER dan lê SIR nedan. Van cangoriyên mezin bi keda xwe û bi berdêlên gelekî giran şoreşa zihnî û civakî ji bo me tevan avakirin. Her nameyek û peyameke van cangoriyên azadiyê ji bo mirovê xwedî wijdan, ronahî û mizginiyeke. Her ciwanek  bixwaze xwe nasbike û an jî  naxwazin xwe di nava sîstema modernîteya sermayedar de winda bikin, pêwîste her nameyê şehîdan, ne carekî bi dehan cara bixwînin heta ku xwe ava dikin. Rêjîma Îran çima Şêrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhat Wekîlî, Mêhdî Îslamiyan ji bo xwe xeter dît ku di rojek de her 5 welatparêz û pêşengên Kurd qetil kir?  Bibîranîna cangoriyên tevgera azadiya gelê Kurd xwedî wateyeke xwe heye. Lêpirsîna zihniyeta qetilkaran di milê fikir, zikir bi çalekiya wê re rabûne.

    ‘Evîna Jiyana Azad di Dilê Jin û Ciwanan de Veşartiye’

    Evîna jiyana azad di dilê her zarok û ciwanan de veşartiye. Ya girîng bi dil û wijdanek paqij xwe rast nasîn û baweriya cewherî bi xwe anîne, ango  xwebûn e. Heke ciwanek di ramanê aramancê doza azadiyê de zelal be, wê xwe gihandina doza şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî hêsantir be. Li Rojhilatê Kurdistanê û giştî Îranê di serî de jin, zarok, ciwan û giştî civak li ser bîr û baweriya jiyana azad a xeta berxwedaniya Şêrînan, Ferzadan, Ferhatan, Eliyan, Mêhdiyan û giştî hevriyên wan di vê oxirê de berdêl dane ev dora 8 mehin ku bi şoreşa Jin Jiyan Azadî berdêl dan û hêjî didin. Helbet ev şoreş, şoreşa guherîn û veguherîna zihniyeta rêjîma qetilkar a Îranê ye. Felsefeya fikir û ramanê jiyana azad, ê Rêber Apo tenê ji bo azadiya herêmek, netewek, an welatek xwe nîne. Cangoriyên xeta berxwedêr ên bi çanda dîroka ji AGIR avabûne, bi nasnameya xwe Kurdistanî, pêşengê doza bîrdozî ya paradîgma Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin, bi ruhê mirovahiyê dibînin û bi dildariyek bê veger xwe fedayê pêşeroj û paşeroja rêya heq kirin e. Ji bo wê  jî, her cangoriyek doza modernîteya demokratîk ên bi bîr û baweriya heqîqeta evîna jiyana azad, xwedî dîrokeke cenga azadiyê ya zindîn e. Cenga cangoriyên şoreşa zihnî û civakî bi ruhê jin jiyana azadî li dijî her cure êrîşên rêjîma Îranê bi ruhê tolhildanî di her kêliyeke jiyana xwe de bi ruhê azad xwe rêxistin kirin e. Tola şehîdan bi wêrekî bîr û baweriya fikrê civaka demokratîk, ekolojî û azadiya jin xwe bi rêxistin kirinê re, em ê ji dijminê gelê Kurd bistînin.

    Jibîrkirina Şehîdan Îxanete.



    KJAR