• WÊ DI NAVA ŞERMA MIROVAHIYÊ DE, BIFETISE

    2 كانونی دووه‌م, 2023

    Nûjiyan Amed/Endama Rêveber a Komîteya Jinolojî             

    Em weke tevgera azadiyê û hevrêyên SARA (Sakîne Cansiz), ev dibe 10’mîn sal ku bi salvegera komkujiya bajarê Parîsa Firansayê rû bi rû tên. Gelê me weke her sal, dîsa xwestin bi çalekiyên demokratîk daxwaza zelal kirina komkujiya li ser her sê jinên Kurd ango şoreşgerên azadiyê, ji raydarên dewleta Firansayê bikin. Lê mixabin ji ber bêdengiya rayedarên Firansa, pir bi êşe ku Erdogan, bi destê çeteyên xwe yên Ewrûpî, komkujiyek din jî di 23’vê mehê de li heman bajarê Parîsê de, da pêkanîn. Gotineke pîr û kalên Kurdan heye ku dibêje: ‘Bê dengî tê wateya hevkariyê.” Piştî vê komkujiyê jî, bi peyamên şermezariyê tu hêzên Nato, nikarin dest û rûyê xwe ji xwîna jin û ciwanê Kurd, wiha bi hêsanî bişon. Ji doza jina Kurd Sara û giştî daxwazên azadiya gelê Kurd re, helwest û destwerdana wijdanî, exlaqî û mirovî pêwîst dike. Ev yek jî têkiliya xwe bi  wêrekiya exlaqî, ya mirovbûnê ve girêdayî ye.

    ‘Mirovbûn’

    Mirov, bi doz ango hunera xwe ya afrîner, asta heqîqeta mirovbûna xwe bi nasname dike. Mirov û mirovbûn, têkiliya xwe bi çalekî û çalekbûna mirov a  jiyanê re têkildar e. Xweşkbûn û nexweşikbûn, têkiliya xwe bi exlaq û wijdanê mirov re heye. Yê mirov bi wate û xweşik dike, hunera wê/î ya afrîner a jiyana bi exlaq û wijdan e. Hin hebûnên din jî hene ku, ew jî bi çalekiyên xwe yên tirsonekî, komplowarî, bê bextî, tacîz û tecawîzî bi nasnama mirov û bi navê wekhevî û edaletê dikin. Bi demê re ev çalekiya tacîz û tecawîzê weke erkek mirov, pîroz bi 99’navan bi civaka çîna navîn, sîstemek ji jin û civaka hêja re bi darê zorê hatiye diyar kirin. Ev şêwazê çalekiyên van mirovan, ji her milî ve eşkeriye ku ji ruhê mirovbûnê bê par e. Dibe ku şikil ango teşeyê wan hebûnan, bişibe mirovan, lê kiryarên wan kiryarên bê exlaq û bê wijdanin. Li vir têkiliya exlaq û wijdan vedîtineke mirov a helwestê wêrekbûna mirovbûne bi xwe ye. Ango heqî û neheqî, dema mirov ji hev derxist û li gorî wê xwe bi rêxistin û çalekbûna exlaqî neke, ferqa mirov û jiyana heywana (lawaran) ji hev namîn e. Lê di vê mijarê de, exlaqê mirovbûnê qebûl nake çiye? Kiryarên wan mirovên ku bi navê mirovbûnê di nava emelên desthildariya tûnd û tujî, tacîz û tecawiza li ser nirx û qîmetê jiyana mirov bi xwe ne.

    Helbet pêwîste ku mirov di vê mijarê de, heqaretê li heywanan (lawiran) neke. Ji ber ku di êrşên tacîz,tecawizê de ango tevahî cûreyê tûnd û tujiyan, di nava cîhana heywanan de bi rengek plankirî tune ye. Bi kurtahî di nava cîhana heywanan de bi şêwazî plankirî, mînak:  weke komplo, pişaftin, qirkirin, înkar kirin û tune kirin tune ye. Ev vedîtin bi pilan hevdû tune kirin, bi serê xwe vedîtina mirovê ku hê nebûye mirov, bi xwe ye. Bi kurtahî navê kiryarên van mirovan “bê exlaqiye”. Têkiliya mirov û jiyanê, mijareke stratejîk a heqîqeta dîroka mirobûnê ye. Helbet ev ne mijara min a vê nivîsê ye. Armanca min bal kişandina ser polîtîkayên bêbext û rûreşiya mirovê bê wijdanin.

    Têkiliya mirov û ziman, têkiliya mirov û  civak, têkiliya mirov û aborî, mirov û xwezaya, mirov û parastin, mirov û exlaq, mirov û wijdan, ferd û civak, hwd. Ji milê zanyarên zanistên civakî ve û bi taybet ji milê (Abdullah Ocalan) Rêber Apo ve, bi hûrgulî di paraznameyên xwe de daye diyarkirin. Xala bingehîn ev e, mirovbûn, bi xwezaya 2’emîn re weke civakbûna yekemîn li dora nirxê jiyana jinên xwedawend li ser başî û xweşiyên jiyanê bi rêgezên exlaqî bi hewildana zemanê dû û dirêj re bi nasname dibe. Bi kurtahî li ser dîroka heqîqetê, bi hezaran zarokên civaka yekemîn bi berhemê civaka xwezayî, li ser vî çemî mezin bûn û xwestin ji mirovahiyê re mizgînî û pîroziyan, diyariyî zarokên pêşeroj û paşerojê bikin. Gelek cangoriyên vê rêka heqîqetê, ji bo dayika heq û welatê Rojê, bûne leheng û qeheremanên vê doza heqiyê, derketine ser dika mirovahiyê. Ji bo dayika pîroz bibin keç û kurên bi xêr bi hezaran kezî sor, kezî reş,kezî zer û her wiha xortên nû hatî, ji milê polîtîkayê mirovên bê exlaq ve hatin şewitandin û hatin qetilkirin. Li ser vê axa berxwedêr, gelek kesayetên navdar, bi nasnameya doza heqiyê, bi çalekiyên xwe yên exlaqî û wijdanî, navnîşana xwe li dîroka mirovahiyê dan û hêjî didin. Bi keda mirovên xwedî lêgera doza heqîqeta xweşikiyan, tevna jiyanek bi rûmet li dor xwe dane hûnandin. Ev jiyana xweşik ku bi evînên mezin hatiye nexaşndin û bi nirxên mirovahiyê hatiye avakirin, tev emanetên mirovên xwedî doza rêya heqîqetê ne.

    ‘Avakara dîroka jina Kurd’

    Di sedsala 20’an de, bi sedan neviyên IŞTAR, li dijî politîkayên zilamê derew kar serî hildan û bi bîr û baweriya azadî, wekhevî û edaletê gihiştin qonaxa şehdetê. Sara keça Dêrsimî jî weke jinek Kurd, ji ronahiya tîrêjên Rojê, para xwe digre. Bi fikrê civakparêzî, bîr û baweriya rêya heqiyê, di nava civaka Dîrsimê de mezin dibe. Bi felsefeya gerdûnî ya Rêber Apo a Kurd û Kurdistanê, li qeraxa axa çemê Munzûrê, di ciwantiya xwe de bi serhildêriya ruhê Besê û Zarîfeyan dihese û li ser dîroka wan a heqiyê xwe ava dike. Weke şitla azadiyê û neviya xwedawenda çiyayê Zagrosan li hemberî her cûre neheqiyan, xwedî helwest e. Hê di destpêka jiyana xwe de têkiliya ruhê azad ê jin û jiyanê bi doza Apogeran’ dihese û bi demê re dibe pêşengek ji pêşengên avakar ên PKK’ê.

    Hevrêya riya heqîqetê ya Rêber APO’ Sara, bi serhildirî û îradeya azad nasnameya jina Kurdistanî bi berxwedaniya xwe li Zindana Amedê zihniyeta tecawîzkar komara tirkiyê di wijdanê mirovahiyê de dadirizîne. Bi vê helwesta xwe ya exlaqî û wijdanî ji jinên azadîxwaz  re bû hêviya têkoşîna bê sînor. Ji jinên bê çare re bû bîr û baweriya têkoşîna çareseriyê. Di têkoşîna tevgera azadiya jina Kurd de bi berxwedana xwe ya li hemberî celadê jin û mirovahiyê (Esat Oktayê etilkar û tecawizkar ) dibe sembola rûmetê.

    Hevrê SARA (Sakîne Cansiz) bi bîr û baweriya çanda Elewitî û şopdarê felsefeya jiyana azad û bi bîrdoziya PAJK û PKK’ê xwedî nasnama jin û jiyana azad bû. Bi soza parazvaniya jin û gelê  xwe re rastayî,bi hevrêtiya xwe ya şoreşgerî re girêdayî û şopdarê felsefeya Heqîqet, Evîne, Evîn Jiyana azad e. Lewra Fermandar, hevrê û pêşenga me di pirtûka xwe de dibêje: “ jiyana min her dem bi pevçûn bû” Ev hevûka jiyana min her dem pevçûn bû, dîrokek zindî ya berxwedaniyê di nava xwe de bi wate dike. Jin û ciwanên civaka Kurd li dijî kiryarên siyaseta pereperestan, ser didin lê çok li bermbarî talîmatê netewe dewleta tacîz û tecawizkar natewînin pênase dike. Ne tenê jin û civaka Kurd bi îradeya xwe ya bê hempa,îfadeya tolgirtina hezaran sale di nava xwe de dihewîne. Dîroka jina Kurd û jiyana azad bi xwe re  bi fikir û remanê azadiyê li jin û civaka vê serdemê bi şanazî tacîdar dike. Di kesayeta jina Kurd de jinên bi nasnameyên cûr bi cûr, weke Ermen, Belûc,Tirkmen,Çerkez,Ereb,Rûm,Sûryan, Ecem,Fars,Afkan,Apacî(çermsor) û giştî jinên Cîhanê, di rastiya civakên bindest de di 50’saliya meşa xwe ya azadiyê de bi xwedî tevger dike.

    ‘Komplo’

    Hevrê sara bi hunera xwe ya polîtîk parazvaniya nirxê mirovahiyê ya  azadiya Rêber Apo di her şert û mercî de bi xwînsarî xwedî têkişînek bê navbere. Li beranberî hevrêyên xweyê şehîd û doza Rêber Apo bi ruhek şoreşgerî, bi berpirsyar tevdigeriya û bi dilnimzî jiyan dikir. Ev jina serbilind li her qadekî welat û dervî welat ji bo jina Kurd û jinên Cîhanê nirxên mezin bi fikir û remanê jiyana azad di nava dil û mejiyên mirovahiyê de bi doza heqîqetê ciyê xwe yê dîrokî ava kir. Sara weke avakarê jin û jiyana bi rûmet xwedî bandorek dîrokî ye. Saraya xwedawend li dijî zalim û zordar pir bi hêrs, li kêleka mazlûman xwedî doz bû. Hevrê Sara heta 9’ meha Berfambar 2013’ li ser erka xwe ya demê, bi kelecana ruhê şoreşgerî ji bo doza azadiya Rêber Apo û şehîdên şerê gelê şoreşgerî nefes dida û disend.

    Hêzên Nato çawa di sala 1999’an Rêber Apo bi lîstoka komplo bi destê rêxistina Giladyo a hêzên navnetewî esîr girtin û radestê dewleta Tirkiyê kirin. Hevriya me SARA(Sakîne Cansiz) avakarê PKK’ê, ji milê van hêzan ve tevî du hevriyên xwe Rojbîn û Ronahî hatin hedefgiritin. Ev 10 sale dewleta Firansa xwe bê deng kir û heta ku qatliyamek din jî bi destê heman hêzî dane pêkanîn. Di van rojên ku hê birîna Sara, Rojbîn û Ronahî  vekiriye ku li benda zelakirinê ye, di 24’ Kanûnê de hevrê Evîn Goyî û tevî du welatparêz Mîr Perwer û Evdirehaman Qizil jî hatin hedefgirin. Ev êrîş li beraberî îradeya berxwedêr ya gelê Kurd, dost û hevrêyên Sara û rêber Apo bi lîstokê komplowarî carekî din ruyê xwe yê qetilkar nîşanê mirovahiyê dayîne. Bi vî rêbazê tirsonek û veşartî serî li lîstokên giladyo ya navdeletî dayîne.

    Rêxistina giladyo beşek jê jî di nava dewleta Firansî de xwe rêxistin kirine. Ev rêxisin rêxistina rûyê dewleta kûr e. Dewlet ne weke civakê şefafe. Dewlet ji bo bibe dewlet bi hezar rûyê veşartî yê ne rewa(Meşrû) re xwe dimeşîne. Rastiya dewleta Firansa jî di vê xalê de ji rastiya dewleta Tirkiyê, an Îngiltere,Almanya, Yunanîstan, ABD û Îsrayîl ne cûda ne. Giladyo gemara kefa destê nunerê van netewe dewletên komplogerin.

    Heke derbarê Kurdan de cûda bûna polîtîka Firansa ji ya dewleta Tirkiyê cûdabûna xwe hebûna, di van 10’salan de rayedarên Firansayê ji gelê Kurd re ji kerma xwe re dê rexnedayînek xwe hebûna. Pêwîstbû rayedarê dewleta Firansa Rastiya kiryarên giladyoya Tirkiyê û kiryrên AKP’ê dê bi wêrekî ji raya giştî re bi çend hevokan eşeker bikirana. Rastiya komkujiya Parîsê a sala 2013’an saziya mîtên Erdogan bi gelek daneyan(verî) qebûl dike. Rayedarê Firansa heke van komkujiyanzelal neke, ev tê vê wateyê ku raste rast hevkarê siyaseta înkar û îmhayê ya Erdogan bi xwe ne. Yek bi şerê meydanî kuştina Kurdan rewa kiriye, hevakarên AKP’ê jî bi bêdengiya xwe vê komkujiyê rewa dibînin. Di van rewşên bê exlaqî de ne, gotinê jiberkirî ku edet ciyê xwe bibîne tînin ziman, dem dema helwest sendina piratîkiye. Lê mixabin heta niha tiştê têne ziman bi qasî em dişopînin, di şikil de nav û rengê xwe cûda ne, lê di milê polîtka qirkirina netewa Kurd de xwedan heman berhemîne. Jin û ciwanê Kurd li beraberî van polîtîkayê bê exlaq êdî sebera xwe nemaye.

    ‘Bê deng û bê helwest mayîn’

    Li milek bi çekên Kîmyesal, milek bi komkujiyan, li milek bi şêwazê reşkujiyan, li milek jî ji bo xatirê berjewendiyên netewe dewletan bi herêkirina peymana Lozanê ev 100’ sale ku jin û civaka Kurd tê qetilkirin. Di hebûna gelê Kurd de giştî jin û gelê hêjar ê Rojhelata Naverast tê peleçiqandin û tê qetilkirin. Dem hatiye ku her mirovê ku dibêje ez mirovim pêwîste pîvanê xwe yê wijdanî û exlaqî di ber çavan re derbas ke û li hemberî van êrîşên bê sînor helewestê xwe ya wêrekiya mirovî zelal bike û tevlî çalekiyên îradeya azad a şerê gelê şoreşgerî bibe. Kî çi hêza wî-wê heye, rojek berî rojek pêwîste daxîne meydana azadiyê. Li beranberî komkujiya li Firansa û îdamên li Îranê ku pêktên, kesên bi zanebûn komê bênamûsiyê didin serê xwe û li hemberî van qetliyaman xwe ker,kor û lal dikin û bê helwest dimînin, bi serê xwe bê exlaqî û wijdanî ye. Pêwîste ew ji mirovbûna xwe şerm bikin û li dijî zaliman biryara xwe ya jiyana bi rûmet bidin. Di her şoreşekî de helwestên exlaqî hene. Di cavakê de tê gotin: “ hesabê cîran ji cîran tê xwestin. Li dijî zoradaran pêwîst mirov li gel civakên mazlûm ciyê xwe bigre. Heke bê zanebûn ciyê xwe nagere,mirov heta derekî wate dide xemsariyan. Lê na, heke bi zanebûn ciyê xwe li gel mazlûman nagere, ev yek ne, evdê xwedê û nejî xweda ji mirovê bê şeref re qebûl dike”.

    Bê deng û bê helwest mayîn, tê wateya  herêkirina bîryarên îdaman.

    Bi hêviya parastina şoreşa jin û şikandina hişmendiya sîstema zayendperestî û serkeftina şoreşa jin jiyan azadiya jinên cîhanê.



    KJAR