• تاگەکان: ,

    Jin Dikarin Hebuna Xwe Bi Fikir û Pergala Azad we Biparêzin

    24 تشرینی دووه‌م, 2023

    Di rojhilatê kurdistanê û Îranê de destpêkirina şoreşa jin jiyan azadî a kû di cîhanê de buye ilhama serî rakirina jinên cîhanê li dîjî pergala wîlayetî faqî a hîşmendîya zilamsalarî hebuna jin, mafê jin nasnake û binpê dike. Ew serî rakirin bi qetilkirina jina kurd bi navê Jîna Amînî we destpêkir di Armîta û bi dehan jinên kû di bin binesazîya hîşmendîya zilamsalar de îro tê qetilkirinê we didome. Jin encax dikare hebuna xwe bi fikir û pergala azad we çerçoveya civaka exlaqî û polîtîk we biparêze. Loma berdele azadî her roja ku diçe girantir dibe. Helwestên herî radîqal li dîjî pêkanîna hîşmendîya civaka zayendperest, olperest, zanıstperest, nijadperest di şaxsê jin û civaka şareza buye de bê hempa pêşdikeve. Jiber kû di dîroka rojhilatê kurdistanê de jî kesayetên jina kurd Wekî Şahnaz Xatun bi 500 leşgerên xwe ên sûwarî we li dîjî êrîşa qirker civaka wê, hebuna wê tê pêşxistin nepejîrand wuha bu helwestên herî radîqal a xwebuyûna xwe parastinê. Dîsa Keça Nexedeyî a kû bi zanabuyûna xwe sîyasî, polîtîk û zanistî we li dîjî neyarên li ser welat qirinê pêşdixe di zindanan de radest nebu, li dîjî her awaî îşkence û pêkanînên derweyî mirovahî li berxweda bu sembola di berxwedana azadîyêde hebuna xwe parastinê. Îro jî em dibînin ku di rojhilatê kurdistanê de di nava serîrakirinê de di şaxsê Ferînazan û Şilêran de li dîjî hîşmendîya zilamsalar hebuna xwe parastin, bedena xwe parastinê de bune sembola şoreşa jin jiyan azadîyê. Li ser wê bingehê em wekî hêzên HPJ bi xwedî derketina jinan we emê bi berxwedan tekoşîna xwe ya parastinê we serkeftinê tacîdar bikin. Îro di gîştî cîhanê de paradigmaya Rêber Apo di civaka demokratik ekolojik û azadîxwazîya jin we bi zanist, yekbuîn, rêxistin buyîn, xwebuyîna jin we sedsala 21 min we bibe sedsala jinên cîhanê. Bi erk û berpirsîyartîya xwe parastinê we azadîya jin teqez mîsoger bikin. Em di şexsê jinên kurd Jîna Amînî û Armîta yê de dîsa xuşkên Mîrabell de jinên kû di cîhanêde û rojhilata navîn de bune qurbanîya hîşmendîya kujer bi wê wesîleyê bi bîr tînin û dibêjin roja 25 ê mijdarê li dijî roja tund û tîjiya li ser jinê de emê tekoşîna xwe bilind bikin.

    Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan – HPJ

    24.11.2023



    KJAR