• تاگەکان: ,

    Bi heybet, li ber xwe didin

    13 تشرینی یه‌كه‌م, 2022

    Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Nejbîr Cûdî di derbarê şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê meşandin, ji malpera a KJAR’ê re axivî.

    Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), Nejbîr Cûdî di nava nirxandina xwe de bi berfirehî bal kişand ser berxwedan û serhildanên jinan û bi heman awayî di dawiya nirxandinê xwe de bangên pir bi hêz li tevahî civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir.

    ‘Di şexsê jinê de, civakê qetil dike’

    Nejbîr Cûdî, Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), di despêka axaftina xwe de silav û rêzên xwe ên şoreşgerî ji tevahiya gelên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistan û Îtanê re da diyar kirin. Her wiha sersaxî ji tevahî malbatên şehîdên serhildanan re xwest û bi heman awayî şîfaya lezgîn ji tevahî birîndaran re xwest û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jîna Emînî, îro sembola serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Di nava vê serhildanê de tevahiya gelên ku li Rojhilat û Îranê jiyan dikin, bi yekîtiyeke rûhî ve, li ber xwe didin. Ev serhildan, ne serhildaneke despêkê ye ku gelê me ê Rojhilatê Kurdistanê daye meşandine. Di dîrokê de, her dem gelê me bi serhildan û berxwedana xwe ve hatiye nasîn. Îro jî li himberî zihniyeta rejîma Îranê a zayend perest, dagirket û faşît, li ber xwe dide. Rejîma Îranê bi dehan sale ku bi maskeyeke Îslamî, zextên xwe li ser civakê dide meşandin. Di şexsê jinê de civakê qetil dike. Lê îro civaka me a berxwedêr bi pêşengtiya jin û ciwanan ve li himberî vê zihniyeta qatîl, li ber xwe dide. Bi awayekî pir bi heybet li ber xwe didin. Eger îro mêr jî li meydana, li kêleka jinê bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve li ber xwe didin, ev yek diyar dike ku êdî civak jî ketiye vê ferqê de ku, enceq bi pêşengtiya jinê ve bighêje azadiya xwe.”

    ‘Ev felsefeya azadiyê ye’

    Gerîla Nejbîr Cûdî, di dewma axaftin xwe de wiha got: “Rêber Apo dibêje: ‘Wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinê.’ Ji ber vê yekê em wek jin, pêwîste ku em bi deng û rengê xwe ve muhra xwe li sedsala 21’an bidin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo ber bi azadiya jinê ve çûyîn, gava yekemîn bû. Bi vê gava xwe re jî, bû nimûne. Îro jî berdewama wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve bi rêve diçe. Felsefeya vê diruşmê, her kes jî baş dizane bê ji ku derê tê. Ev felsefeya azadiyê a Rêber Apo ye. Ev felsefeya bingehîn a azadiyê ye. Rêber Apo ev felsefe li tevahî cîhanê belav kir. Felsefeya Apoyî ji ber vê yekê jî bûye felsefeyeke gerdûnî. Îro tevahî civak ji hemû netewe, ol û baweriyan felsefeya Rêber Apo ji bo xwe esas digrin û li ser vê bingehê daxwaza azadiyê dikin. yek ji nimûneyên wê jî sekna azadîxwaz a jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.

    ‘Ji bo azadiyê rê vekin’

    Gerîla Nejbîr cûdî di dawiya nirxandinên xwe bi zimanê Erebî, bang li civaka Ereb a Îranê kir û got ku pêwîste di nava vê şoreş û serhildanên de, para berxwedana tevahî gelên Îranê hebe. Eger ev berxwedan bi yek dest û yek dengî neyê bilind kirin, civaka Îranê wê bi vî rengî nikaribe bighêje azadiya xwe û zihniyeta zilam salar bişkîne. Pêşengên vê serhildan û şoreşê jî jinin, pêwîste ku her de jinên Rojhilat û Îranê bi taybet di vê pozisyonê de bin û ji bo azadiyê rê vekin. ‘Wê sedsala 21’an, wê bibe sedsala jinê’

    A.S



    KJAR