• تاگەکان: ,

    Hêza dil têra pênaseya wê nake

    6 كانونی یه‌كه‌م, 2023

    Zeyîneb Xoresan – Endama kordinasiyona KODAR

    ‘Ji bo Kurdan, rojên qiyametê bûn’

    Dara ku li ser koka xwe şîn dibe, rîşeyên xwe kûr berdide nava axa Hîlal Zêrîn. Şax dide dilê mirovahiyê. Rêber Apo berî niha bi 46 salan, bi gotina “Kurdistan bindeste” dest bi tekoşîneke bê dawî kir. Ew rojana, rojên mîna bûzê bûn, rojên reş û tarî bûn, dengê lingên dagirkeran, cîhana mirovan dagir dikir. Ew rojana, rojên ku ji tirsan dil radiwestiyan, kezeb disotiyan, ji bo Kurdan rojên qiyametê bûn. Ew rojana rojên ku mirovtî li rêyekî digeriya. Ji bo xwe ji êş û azeran xilas bikin. Li aliyekî rûpelên dîroka xwe a bi êşan hatbûn nivîsandin, meyîze dikirin. Di her rûpelekê de êşa Jinekê, jana zarokekî, hewara pîr û kalekî hebû. Em li ser axeke wihs jiyan dikin. Li aliyekî bê hêvîtiyê serî rakirbû û diçû. Ev yek jî di hemû kêliyan de, dihat lanet kirin. Qîrên deshilatdariya Nemrûdan, çav ditirsandin û dil dilerizandin. Em li ser axeke wisa jiyan dikin ku, pişta xwe dide çand û ferhenga bi hezaran salan. Li ser vê axê herdem başî û xerabî, şev û ronahî, çanda xwedawandan û bavekseler her dem bi hev re di nava şer de bûne û hê jî ev şer didom e.

    ‘Ji nebûnê, hebûn çêkir’     

    Beriya niha bi 46 salan, bi lêdan dilê komek ji neviyên xwedawandan, meyîdan ji Nemrûdaran re hat xwendin. Belê vê carê bi hêza civakbûna mirovhiyê, şewqeke nû tovên evîna xwe di dilê mirovhiyê de çand. Bi hêza heqîqetê, li hemberî pergala netew dewlat, serî rakir û dest bi meşa azadiyê kirin. Bi rihê evîna civaka xwazayî, berê evîna xwe da dayik bûna rojê û li ser ferhenga Zerduşt, dest bi meşa Zagrosan kir. Bi şewqa çavên wekheviya Deniz Gezmîşan, dest bi meşa Rojhilat Navîn kir. Ji nebûnê, hebûn çêkir. Ji jina kole ya ku pêre jiyan nedibû, jineke azad afiran û ew kir xwedî Artêş. Jin kir xwedî bîrdozî, fikir û felsefeya jiyana bi wete. Ew kir xwedî jiyana bi nirx, dengê helbest û sitranên wê, kir îlhama govenda serkeftina mirovahiyê. Li Rojhilatê Kurdistan ew kir çavkaniya ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’. Ev bû beza ber bi jiyana bi rûmet. Wiha maratona azadiyê despêkir. Ji dilopek av destpêkir, lê îro bû derya, bû rîşeya (Reh) asoyê hemû cîhanê.   

    ‘Destaneke evîndarên rojê ye’          

    Belê weke ku Rêber Apo jî dibêje: “PKK’ê romaneke nehatiye nivîsandin û helbestek nehate xwendin”. Dema ku em vedigirin û li pişt xwe li vê dîroka 46 salan dinêrin, em wê cesaretê nabînin ku li vê dîrokê binêrin. Ji ber ku hêza dil tira bihîstin û dîtina çîrokên wan qehremanan bîne ziman nîne. Her rojek di nava PKK’ê de, destaneke evîndarên rojê ye, her rojek çavkaniya destaneke dildarên azadiyê ye. Her rojek di nava PKK’ê de nivîsandina dîrokekî nû ye. Ji bo hemû despotên li ser xaka Kurdistanê bersiveke. Jiyankirina her rojekê di nava PKK’ê de, tirs û xofa di dilê xayîn û xak firoşan de zêdetir dike. Rêber Apo ew kese ku, paşeroj û pêşeroja gelê Kurd, di roja me ya îro de tîne gel hev û ji hemû êşên wê re dibe derman. Rêber Apo çavê aqil û çavê dil dixe yek û wiha hêza meyîzekirinê ava dike. Dibe zimanê wijdanê gerdûnê, çavkaniya rêya çarserî û vîna bi milyonan mirov. Ji ber vê yekê mirov bi rehetî ji bo Rêber APO dikar bêje ‘Rêberê Rêberan’. Rastiyeke wiha îro li cîhanê heye, hemû kesên zana û ronakbîrên civakan, Rêber Apo, Rêberê xwe dibînin. Bi felsefe û ramanê Rêbertî, çavê siyem yê mirovan vebûye. Mirov dikarin rengên cûda bibînin, hemû mirovtî, di vê ferqê de ye ku cîhanek li dervayî dewlat û desthilatdarê jî dikare hebe. Ev tê wê wateyê ku weke Rêber Apo jî dibêje: “Gel bê dewlat dikare jiyan bike, lê dewlat bê gel nikare jiyan bike. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya civakê bi Rêberekî bi wijdan, exlaq û poltîk heye. Ji bo Rêberek bibe Rêberekî dîrokî, divê bersiv bide pêwîstiyên civakê. Tevahiya civak pêwîstiya wan bi azadiyê heye. Tekane fikir û felsefeya ku azadiyê diyarî civakê dike, fikir, raman û felsefeya Rêber Apo ye. Îro em dibînin, cihê ku kapîtalîzim têde xwe bi cih kiriye Rojava ye. Cihê ku kapîtalîzm lê heye, mirovahî ji hest, wijdan û ji exlaq bê par tê hiştin. Lê ronahiya ramanên Rêber Apo, bi hêza zanista xwe, bi şervantiya xwe ya heqîqetê, şewq da dilê lêgerînvanên Rojavayî yên li pê heqîqetêne. Ji ber vê yekê me dît ku Kampaniya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi hezaran kesên bi wijdan û exlaq, berê xwe dan cihê dayikbûna Rêber Apo û bi yek dengî gotin: “Em azadiya Rêber Apo, azadiya xwe dibînin.” Hemû kesên ku dibêjin em mirovin û xwedî wijdanin, ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo dest bi tekoşînek bê dawî kirin e. Rêya vê serkeftinê, di tekoşîn kirin re derbas dibe.

    ‘Berê xwe bide rêwîtiya ber bi Rêber Apo ve’

    Kî dixwaze li cewherê xwe vegere û li peyî cewherê xwe bikeve rêwîtiye, bila berê xwe bide rêwîtiya ber bi Rêber Apo ve. Kî dixwaze li azadiya xwe bigere bila berê xwe bide azadiya Rêber Apo. Kî dixwaze li jiyana rast vegere, bila berê xwe bide jiyana bi Rêber Apo re, wê demê wê li jiyana rast wete bar bike. Sira jiyan rast, sira herkendina jiyan bi rûmet, sira jiyana bi jinê re, di bîrdoziya Rêber Apo de veşartiye. Şewq û şemala jiyanê di jiyankirina bi Rêber Apo re veşartiye. Jiyanek bê Rêber Apo, jiyaneke bê wate ye. heya mirov nikare pênaseya jiyanê lê bike.



    KJAR