• Gul Bi STIRIYAN XWE DIPARÊZE

    9 ئه‌یلول, 2017

    @page { margin: 2cm }
    p { margin-bottom: 0.25cm; direction: ltr; line-height: 120%; text-align: left; orphans: 2; widows: 2 }

    EBDULAH OCALAN

    Belkî jî li cih be ku mirov bibêje hêza parastina demokratîk yan jî otorîteya wê. Gul bi stiriyan xwe diparêze. Wexta mirov vê li ber çav bigire, ez hez dikim ku ji vê paradigmaya otorîteya demokratîk re bibêjim ‘teoriya gulê’. Dareke gulê ji bo parastina gulên xwe yên delal xwe bi stirî û dirîk dike, eger weke dara gulê hewcedarî bi vê yekê hebe, ji bo hêza maneyê belkî ji bo parastina jiyana mirovê azad a bi qasî bêserûbiniyê delal e, divê mirov zanibe şer bike.

    Eşkere ye, parastina xwe bispêre stûnên huqûqê yên hişk wê zêde manedar nebe. Şerên êrîş û xweparastinê doh jî û îro jî hene. Weke saziya bingehîn malbat rastiya xwe dewam dike.

    Mirov nikare bi felaketeke bi qasî civakeke qabîliyeta xweparastinê jidestdayî mezin bifikire. Dewleta netewe civakê bê xweparastin dihêle û bi vî awayî dibe dehemîn hêmana herî mezin a pirsgirêkên civakê. Parastina civak û xwezayê ji çînayetî û têkoşîneke civakî wêdetir veguheriye pirsgirêkeke ontolojîk ango pirsgirêkeke mane û hebûnê. Di xweparastin û bergiriyê de Kurdan xwe spartiye çiyan û bi saya çanda xwe xwedîkirina bi heywên û cotkariyê weke gelekî otantîk heta roja me ya îro hebûna xwe parastiye.

    Mirov xwe bi teoriyê gurçûpêç bike, dibe mirovê çalakiyê. Ji kesê/a xisletên exlaqî, polîtîk û demokratîk di jiyana xwe ya rojane de bi gotin û çalakiyê nîşan nede, şoreşger nayê gotin. Kesên bi vî rengî, jiyaneke wan a mîlîtanwarî û şoreşgerane nabe. Her weha bi tenê biyê, bi parastina civakê, mirov nabe çalakger. Eger bi avakirina civaka exlaqî, polîtîk û demokratîk re neke yek, her cure şerê xweparastinê şensê xwe yê serketina mayînde nîne. Pirsgirêkên civakê çawa yekpare ne, divê şoreş û şoreşger jî di tevahiya gotin û çalakiyên xwe de bernameya siyasî, plansaziya taktîk û stratejîk di zikhev de pêk bîne. Hînbûyîna jiyanê yekpare ye. Divê mirov yeqîn neke ku mirov dikare qonaxan ji hev qut bijî. Eger hewce dike ku em ji hin mînakên dîrokî dersê bigirin, mirov dikare têra xwe ji mînakên Zerdeşt, Mûsa, Îsa û Muhemmed hîn bibe û dersan bigire. Mînakên em behsa wan dikin, ji bo şoreş û şoreşgerên civaka Rojhilat Navîn ji beriya hezar salan ve me hişyar dikin ku divê mirov çawa bi tevahî rahêjin meseleyan, bi tempoyeke çawa bimeşe, çawa bi pratîk û pîvan be. Şoreşên Rojhilata Navîn eger ne li gorî qalibên modernîteya kapîtalîst, belê li gorî nirxên xwe yên dîrokî rabûn û bi zanista aktuel re bûn yek, şensê wan ê serketinê mumkîn e ku hebe.

    Bêguman tevahiya civaka xwezayî û tevahiya dîroka nivîskî civak bi şêweyên cûrbicûr li dijî pêşketina mîlîtarîst a şaristaniyê xwe gelekî parastine, bergiriya xwe kirine. Rêûresma jê re xweparastin tê gotin jî di nava hezarê salan de bi berxwedan û serhildanên cûrbicûr, bi şêweyên artêşên parastinê yên gel û gerîlla bi sazî bûne û şerên mezin ên parastin û bergiriyê meşandine. Bêguman em nikarin şerên parastinê û şerên yekdestdariyên mîlîtarîst wekhev bigirin. Ji aliyê naverok û cewher ve di navbera wan de cudahî heye. Yek ji wan karektera xwe antî-civakgir e (mêtinkar, dejenerekar, tineker), yê din jî civakgir e (civakê diparêze, qabîliyetên wê yên exlaqî û polîtîk azad dike). Şaristaniya demokratîk li ser bingehê sîstematîzekirina xweparastinê, li dijî mîlîtarîzma şaristaniya navendî civakê diparêze û bergiriya wê dike.

    @page { margin: 2cm }
    p { margin-bottom: 0.25cm; direction: ltr; line-height: 120%; text-align: left; orphans: 2; widows: 2 }

     

     



    KJAR