• Rêber APO – Azadî hêza avakirina civakiye – Beşa yekemîn

    30 كانونی یه‌كه‌م, 2022

    Azadî hêza avakirina civakiye

    Beşa yekemîn

    /Rêber Apo/

    Di civaka mirov de asta mejî û nermbûna wî, bingehê rastî yê avakirina civakî pêk tîne. Di vê çarçoveyê de mirov azadiyê weke hêza avakirina civakî bide nasîn di cih de ye. Em dizanin ku ji komên mirov ên pêşî vir ve ji vê re helwesta exlaqî hatiye gotin. Hingê  exlaqê civakî bi tenê bi azadiyê pêkane.

    ‘Exlaq weke hilbijartineke azadiyê ye’

    Ya rastî, azadî çavkaniya exlaq e. Em dikarin exlaq weke rewşa azadiyê ya hişkbûyî, bi rêûersmbûyî yan jî bi rêzikbûyî diyar bikin. Eger hilbijartina exlaqî çavkaniya xwe azadî be, û mirov têkiliya azadiyê bi mejî, serwextbûn û aqil re li ber çav bigire, mirov dikare exlaq weke serwextbûna kolektîf a civakê (wijdan) destnîşan bike û ev jî tê fêhmkirin. Di vê çarçoveyê de ji exlaqê teorîk re gotina etîk bi vî awayî dikare maneyek xwe hebe. Ji bilî bingehê exlaqî yê civakê em nikarin behsa etîkekê bikin. Bêguman ji ezmûnên exlaqî mirov dikare felsefeyeke hê bi tesîr a exlaqî ango etîkê derxîne. Lê etîka lihevçêkirî nabe. Tê zanîn di vê mijarê de jî E. Kant gelekî hewl daye. Mirov dikare fêhm bike ku Kant çima ji aqlê pratîk re etîk gotiye. Di heman demê de exlaq weke hilbijartineke  azadiyê û îmkanê wê şîrove kiriye, ev fikra wî jî ji bo roja me ya îro hê di cih de ye.

    ‘Hunerê polîtîk û azad bikin, bidin naskirin’

    Têkiliya azadiyê bi polîtîkaya civakî re rewşeke xuya dike. Qada polîtîk ew qad e ku herî zêde aqilên pêşbîn li ser wê pevdiçin û hewl didin encam bigirin. Bi awayekî din mirov dikare weke qada kirdar xwe bi rêya hunerê polîtîk û azad bikin, bidin naskirin. Her civaka nikare polîtîka civakî pêşde bibe divê baş zanibe ku berdêla vê yekê bêpar mayîna ji azadiyê ye û fatûra vê li wê were birrîn. Meznahiya hunera polîtîkayê bi vî awayî derdikeve pêşiya me. Her civaka (klan, qebîle, qewm, newete, çîn û heta amûrên dewlet û desthilatdariyê) nikaribe polîtîkaya xwe pêşde bibe mehkûmê têkçûnê ye. Jixwe pêşdenebirina polîtîkayê tê maneya nasnekirina wijdanê xwe, berjewendiyên xwe yên heyatî û nasnameya xwe. Ji bo civakekê ji vê têkçûn û ketineke xedar nîne. Civakên bi vî rengî bi tenê ji bo  wijdanê xwe yê kolektîf, nasname û berjwendiyên xwe rabûn ser piyan, bi gotineke din wexta ketin nava têkoşîna polîtîkayê xwesteka azadiyê dikeve rojevê. Xwestekên azadiyê yên bêyî polîtîka xwe xapandineke bi tehlûke ye.

    ‘Çiqas dewlet ewqas hindik azadî’

    Ji bo têkiliya azadî û polîtîkayê neyê berevajîkirin, cudahiya wê ya bi polîtîkayên (mirov bibêje bêpolîtîkatî rastir e) desthilatdarî û dewletê re bi nazenînî were xêzkirin. Amûrên desthilatdarî û dewletê ji bo karê xwe dikarin xwedî taktîk û stratejî bin, lê bi maneyeke rastî polîtîkayên wan nabin. Jixwe desthilatdarî û dewlet bi xwe kengî înkara polîtîkayên civakî pêkanîn di wê qonaxê de bi gewde dibin. Li nuqteya polîtîka diqede avahiyên desthilatdarî û dewletê dikevin dewreyê. Desthilatdarî û dewlet têne maneya cihê gotina polîtîk diqede ango azadî bi dawî dibe. Li wê nuqteyê bi tenê îdarekirin, guhdarîkirin, ferman dayîn û ferman girtin heye; qanûn û rêzikname hene. Her desthilatdarî û dewlet aqlekî hişkbûyî, qeşagirtî ye. Hêza xwe jî bêhêziya xwe jî ji vê xisleta xwe digirin. Naxwe qadên desthilatdarî û dewletê nabin qadên mirov lê li azadiyê bigire, azadiyê bi dest bixe. Hegel, dewlet weke qada rastî ya azadî lê pêk tê pêşkêş kir û ev jî bingehê tevahî avahî û fikrên tehekumkar ên modernîteyê pêk tîne. Ma ne faşîzma Hîtler di vî warî de mînakeke sereke ye, nîşan dide ev fikir dikare rê li ber çi veke. Heta têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marks û Engels pêşengiya wê kirin, desthilatdarî û dewlet weke amûrên bingehîn ên avakirina sosyalîzmê dîtin û bêyî haya wan jê hebe bi vî awayî derba herî xedar li azadiyê ango li wekheviyê dan. ‘Çiqas dewlet ewqas hindik azadî’ haya lîberalan zêdetir ji vê gotinê heye. Serketina xwe jî deyndarê vê pêşbîniya xwe ne.

    ‘Qada polîtîk a civakî çiqasî rê li azadiyê vedike’

    Desthilatdarî û dewlet weke amûrên tehekumkariyê, li gorî naverok û cewherê xwe, ji bilî nirx û berhemên zêde yên desteserkirî ango ji cureyekî cuda yê sermayeya komkrî ti maneyek xwe ya din nîne. Sermaye dewletdar dike, dewletdarî jî sermayedar dike. Heman xusûs ji bo her cure amûrên desthilatdariyê di cih de ne. Qada polîtîk a civakî çiqasî rê li azadiyê vedike, qadên desthlatdarî û dewletê jî ewqasî azadiyê diqedînin. Belkî avahiyên desthilatdarî û dewletê gelek kesan, koman û neteweyan bêtir dewlemend û azad bike. Lê me di mînaka Cihûyan de dît ku ev bi tenê di berdêla kolekirin û xizankirina civakên din de pêkane; dawiya vê jî ji şeran heta qirkirinan her cure hilweşandin û kavilkirin e. Polîtîkaya di sîstema dunya kapîtalîst de zirar û ziyana xwe ya herî mezin dîtiye. Sîstema şaristaniya navendî ji tevahiya dîroka xwe di vê qonaxa wê de ku derketiye asta herî bilind, mirov bi hêsanî dikare behsa mirina rastî ya polîtîkayê bike. Ji lewra bi qasî ku mirov nikaribe bi ti serdeman bide berhev di serdema roja me ya îro de qedandina polîtîkayê pêk tê. Çawa ku qedandina exlaqî weke qadeke azadiyê fenomeke roja me ya îro ye, ji wê gelekî zêdetir qedandina qada polîtîk di rojevê de ye. Ji lewra eger em azadiyê dixwazin divê pêşî em weke wijdanê kolektîf ê civakê exlaq û weke aqlê hevpar polîtîkayê, ji hemû aliyan ve û bi hêza xwe hemûyî ji nû ve rakin ser piyan û kêrhatî bikin, wer xuya dike ku ji bilî vê jî ti çareya me nîne.

    ‘Polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e’

    Têkiliyên di navbera azadî û demokrasiyê de hê zêdetir tevlîhev in. Kîjan çavkaniya kîjanê ye, ev nuqte her cihê guftûgoyê ye. Lê bi hêsanî em dikarin bibêjin, têkiliya zêde ya herduyan hevdu xwedî dikin. Em polîtîkaya civakî bi qasî ku bi azadiyê ve girêdayî difikirin, em dikarin ewqasî jî bi demokrasiyê ve girê bidin. Rewşa herî berbiçav a polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e. Ji lewra mirov dikare siyaseta demokratîk weke hunerê rastî yê azadbûnê terîf bike. Mirov heta siyaseta demokratîk nemeşîne, bi giştî civak, bi taybetî jî her gel û koman ne dikare polîtîk bike ne jî dikare bi rêya polîtîk wan azad bike. Siyaseta demokratîk ji bo hînbûna azadiyê û bi cihanîna wê dibistana rastî ye. Karûbarên polîtîk çiqasî kirdarên demokratîk biafirîne, siyaseta demokratîk jî civaqê ewqasî polîtîk dike ango azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke şêweyê sereke yê azadbûnê qebûl bikin, divê em baş bizanibin ku em her civakê çiqasî polîtîk bikin em ê ewqasî jî karibin azad bikin, berevajiyê wê jî em civakê çiqasî azad bikin, em ê zêdetir jî wê polîtîk bikin. Bêguman di serî de çavkaniyên îdeolojîk gelek qadên civakî hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê bi awayekî bingehîn ên hevdu xwedî dikin û derdixin holê weke du çavkaniyên bingehîn azadî û polîtîka civakî ye.

    ‘Cûdahiya di navbera herdû têgînan de’

    Piranî têkiliya wekhevî û azadiyê tê tevlîhevkirin. Lê ya rastî, bi qasî têkiliyên wê yên bi demokrasiyê re têkiliyên di navbera herduyan de tevlîhev û bi pirsgirêk in. Em carnan dibînin ku di berdêldana azadiyê de wekheviyeke tam pêk tê. Gelek caran tê destnîşankirin ku herdu bi hev re nabin, yek divê tawîz bide. Herweha tê diyarkirin ku azadî jî weke berdêl divê carnan ji wekheviyê tawîz bide. Eşkerekirina cudahiya di navbera herdu têgînan ango xwezaya herdu fenomenan de ji bo rast diyarkirina pirsgirêkê hewce dike. Têgîna wekheviyê zêdetir bêjeyeke huqûqî ye. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera ferd û koman, parvekirina heman heqî ferz dike. Lê cudahî û cihêwazî bi qasî gerdûnê xisleteke bingehîn a civakê ye. Cudatî têgîneke welê ye, li parvekirina heq a heman cureyî girtî ye. Wekhevî kengî cudahiyan esas bigire dikare bibe manedar. Yek ji sedema herî girîng a serneketina têgihiştina wekheviyê ya sosyalîzmê ew bû, hesabê cudatiyê nekir, nedît. Ev jî yek ji sedemên girîng bû ku dawiya wê anî. Dadeke rastî, kengî bi têgihiştineke wekheviyê ya cudatiyan bike bingeh rabe dikare pêk bê.



    KJAR