• TEHDÎTA SER RÊBER APO, LI SER TEVAHIYA MIROVAHIYÊ Û AZADIYA JINANE

    11 ته‌مموز, 2023

    Koordînasyona KJAR

    Weke ku raya giştî û tevahî gelên azadîxwaz jî rewşa Rêber Apo ya li girtîgeha îmraliyê ji nêz ve dişopîn e. Ev 25 sale Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê wek rehînekî siyasî di hûcreyeke yekkesî de hatiye girtin. Bi kiryarên hêzên navnetewî û komploger hemû derfetên qanûnî, jiyanî, insanî û sûrûştî ji destê Rêbertî me hatine girtin. Ev jî nebese bi destê deweleta dagirker a  Tirk di van çend rojên dawî de bi nameyên vekirî tehdîta kuştinê li Rêbertiya me kirine! Hêzên komploger, qirker û faşîzane yên dewleta Tirk bi awayekî zanebûn û bi planên tasfiye û bêdeng kirina Rêber Apo li girtîgeha îmraliyê dixwazin van kiryaran li ser Rêbertî bixin meriyetê. Bi nameyên vekirî û bênav tehdîta kuştinê li Rêbertiya me dikin! Her wiha ev yek Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Sebrî Ok di bernameyekî Taybet a televizyona Medya Nûçe de, balkişandibû ser vê mijara ku bi nameyê gefa kuştinê Rêbertiya me tehdît dikin. Ev tehdîta li ser Rêbertî di heman demê de tehdîta li ser tevahî mirovahiyê, jin, ciwan û heta tehdîta li ser pêşeroja jiyaneke azad e. Gereke ev bûyer ji rêzê neyê dîtin û tevahî gel divê ku bi baldarî û hestiyarî tevger bikin, da ku hêzên desthilatdar bizanibin ev polîtîka wan ya li ser Rêbertî û îrada gelê Kurd bê encame.  Em tev dizanin ev tehdîtên li ser Rêbertiya me pîlan û pîrojeyên hêzên Kaptalîst û dagirkeran e. Hêzên ku li pişt dewleta faşîst ya Tirk, hêzên dewletên yekbûyi, Emerîka û Ewrupa ku bi rola sê meymûnan dilîzin ev hêz di nava tevahî civaka kurd êdî hatin e naskirin, divê ku hemû mirovahî li hember polîtîkayên van hêzên komploger dakevin qadan û bi yek destî tecrîda li ser Rêbertiya me bişkînin.

    ‘Gereke ev bê huqûqiya li ser Rêbertiya me neyê qebûl kirin’

    Hêzên komploger divê sed salê de li Rojhilata Navîn dixwazin di kesayeta Rêbertiya me de gel, jin û tevahî ciwanan bê îrade bikin û teslîm bigirin. Bi vî awayî pêşiya paradîgma Rêbertî ya ku bi pir rengî û bi pir dengî di nav gelan û bi taybet jinan de deng vedaye asteng û tasfiye bikin. Li tehavî cîhanê yekane riya çareseriyê ji bo mirovahiyê paradîgma ku Rêber Apo pêşkêşî gelan kiriye. Ji ber wê ev komplo û lîstokeke nû ya sed salê ya hêzên kaptalîste li ser Rêbertiya me. Bi vî şêwayi tehdît kirina Rêbertî, di eynî wextê de tehdît kirina hemû Netew, Gel, Ciwan û hetanî tehdît kirina îrada jinên azad û rêxistin kirina wane. Ji ber wê tevahî gelê Kurd û dostên xwe wê bi tu awayî van tehdîtên li ser Rêbertî qabûl nekin û wê dagirker nikaribin me fêrî qebûl kirina wê jî bikin. Ev netehdîtek û komployeke ji rêzêye li ser Rêbertiya me. Bila tu kes di vir de xwe şaşneke û nebêje ku ev tehdîtana pir caran ji terefê dewleta Tirk li ser Rêbertî hatine kirin û derbas neke! Em bi vê fikir, felsefe û paradîgma Rêber Apo hebûna xwe diparêzin û jiyan dikin. Ji ber vê yekê lazime em di hemû aliyan de li dijî vê bê edaletî, bê hûqûqî û vê zilma ku li ser Rêbertî tê meşandin bi tu awayî qebûl nekin.

    Li hember komplo û van lîstkên ku li ser Rêbertiya me têne meşandin di serî de gelê Kurd hêzên dînamîk ciwan, jin û tevahî gelên azadîxwaz bêdeng nemane û wê li dijî vê komployê jî dê ji niha û pêvejî bêdeng nemînin. Çawa bi duruşma “Tu kes nikare roja me tarî bike” tevahî gelê Kurd li hemû cîhanê bûn xelekek ji agir li dora Rêbertî kom bûn. Em ê îro jî bi duruşma “Yan Azadiya Rêbertî, yan Azadiya Rêbertî”  ji heft salî hetanî heftê salî bi harikin qadan û xwedî li Rêber Apo  derkevin. Em ê bi tekoşîn û sekna xwe ya rêxistinkirî pîlanên komplogeran yên li ser Rêbertiya xwe pûç bikin û Rêbertî ji wê esaretê rizgar bikin.

    Divê Erka Xwe Ya Insanetî Pêkbînin!

    Em weke Komelgeha Jinên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) bangewaziya me jî ew e ku tevahî jinên Kurd, Fars, Belûc, Afkan, Azerî, Ereb  û hetanî tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îran biherinkin qadan û xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Çawa bi duruşma “Jin Jiyan Azadî” tevahî  gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tev herikîn kolanan. Hetanî ku em agahiyekî zelal ji Rêbertîya xwe negrin lazime kesê ku dilê wan ji bo azadî lêdide û xwedî wijdane, divê li malê xwe nerûnê û çûna mal li xwe heram bikin. Bangewaziya me ji bo Jin, ciwan û gelê me yê Ewrûpa jî ew e ku ev saziyên bi navê mafê mirovan bandikin, em bi tekoşîna xwe nehêlin ku ew jî rihet li malên xwe bi razin û em wan jî dawetî erka wan ya insanetî bikin. Her li qadabin û xwedî li Rêbertî derkevin. Çawa ku berxwedaniya Mazlûm, Kemal, Akîf û Xeyriyan faşîzma dewleta tirk têk çû, îrojî bi rihê berxwedaniya Gerîlayên HPG û YJA STAR ku di çeperên şer de raber dikin, em ê planên hêzên komplogeran vala derxin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin. Ji bo vê yekê jî xwedî derketina li Rêbertî xwedî derketina li mirovahiyê, li îrada xwe ya azad, li sûrûştê û xwedî derketina li hebûna xwe ye. Eger em bi vê bîr û baweriyê xwedî li Rêbertî derkevin, wê demê em lîstokê komplogeran yên li ser Rêbertî  vala derxin û em li dora Rêbertiya xwe bibin xelekekî ji agir.



    KJAR