• Felsefa Rêber Apo Bûye Nasnama Hemû Gelan

    4 تشرینی یه‌كه‌م, 2023

    Endama Komelgeha Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede vê heftê bû mêvana bernameya Şîlan a Dengê Welat. Nirxandinên ku di bernamê de hatin kirin, tecrîda girankirî a ku 25 salin bi awayekî bê hiqûqî li ser Rêber Apo tê meşandin. Di heman demê de Şoreşa Jin Jiyan Azadî a ku bi pêşengtiya jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çêbûbû salek li pey xwe hişt.

    “Rêbertî Bû Nasnama Hemû Gelan”

    Endama Komelgeha Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede wiha dest bi axaftina xwe kir û got; “ Dema ku mijar dibe îmralî tişta ku herî destpêkê tê bîra me û mirov lê binerê zihniyeta hegemon a desthilatdaran e. Di heman demê de zihniyeta qirkirina insan li ber çavên me zindî dibin. Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêbertî bi her awayi tê meşandin, encama zihniyeta hêzên hegemon ku rojane bi hovîtiya xwe êrîşî herêmên Kurdistanê dike. sîstemekî cîhan a bê mirovî li wir tê meşandin. Di vir tenê Rêbertî hedef nakin di heman wextî de kesayetên azad, fikirê azad jî di hedefê wa de ye, ji ber vê yekê ewqasî bi hovane êrîş dikin û bi hincetên cezayên disiplînê dixwazin encam bigrin. Her çiqasî xwestin bi siyaseta xwe Rêber Apo ji mejiyê civakê derxin lê nekarîn. Ji ber ku fikir û felsefa Rêbertî bûye nasnameya hemû gelan. niha jî pêwîste em hemû jî wek erkekî ji xwe re bibînin ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo, ji ber ku Rêbertî bi felsefa xwe hemû zihniyeta zilamsalarî vala derxist. Da ku mirovahî û bi taybet Jin, Ciwan, Xweza û hwd…… rizgar bike ji vê zihniyeta desthilatdaran”.

     “Ev Şoreş Bû Nimûne Ji Bo Cîhanê”

    Heval Rûken Nexeda di dewama nirxadinê xwe de wiha anî ziman; “Şoreşa Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê salek li pey xwe hişt. Beriya şoreşê jî xebat û tekoşînkirin heya astekê hebû li beramber ew sîstema qirker a rêjîma Îranê. Lê belê bi pêlên şoreşê re ev helwest û berxwedaniya gelan xurtir bû. Ev yek ji bo me cihê serfiraziyê ye. Bi hemû qehremantî gelan bi ye destî şerkirin û gihiştin asta Şehadetê. Wan qehremanên ku ji bo şoreşê canê xwe feda kirin e wan bi bîrtînim û bejina xwe li hember wan ditewînin. Bi îradeya jinên berxwedêr ev şoreş li ser asta cîhanê bû nimune”.

    “Gereke ev Şoreş bi hêztir bibe”

    Endama Komelgeha Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede di dawiya axaftina xwe de bangî tevahî Jin û Ciwanan kir û got; “ Cumhuriya islamî ji bo îradeya insan bişkîne her tiştê di destê xwe de datînê, tenê da ku  bighêje armancê xwe. Şoreşa 57’an jî bi pêşengtiya jin û ciwanan şoreş çêbû, feqet bi polîtîkayên xwe yên qirêj cumhuriyetê islam dîsa vegeriya ser desthilata xwe.  Bi hovîtiya xwe ya işkencekirin û sêdare kirin heya niha nikarî vê civakê teslîm bigre, ji vir û şûnde jî nikarê. Bi helwestê ku jin û ciwan niha li beramberî rêjîma Îranê nîşan didin, hemû siyaseta îranê vala derdikevê. Vê yekê ji îranê re vekirî dibêjin hûn çiqasî êrîş bikin jî em natirsin, em ji can dayinê dudilî na jîn.  Li beramberî zihniyeta islamgeriyê, gereke bi pêşengtiya jinan tekoşîneke xurt were dayin. Da ku ev Şoreş bi hêztir bibe. Pêwîste li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zihniyetekî Demokratîk pêş bikevê”.  

    Çekjîn Demhat



    KJAR