•                             Şehîd Rojda Kotol: Fikirên Rêber APO Navnîşana Azadiyê ne

    14 شوبات, 2024

    Fermandara YJA-STAR Rojda Kotol, di sala 2022’an de li herêma Zapê şehîd ket bû. Rojda Kotol, beriya şehadeta xwe derbarê komploya navnetewî a li ser Rêber APO nirxandinên girîng kirbûn. Şehîd Rojda bal kişandibû li ser girîngiya paradîgma Rêber APO û ji bo azadiya fîzîkî a Rêber APO banga bilindkirina têkoşînê kirbû.

    Di salvegera 26’emîn komploya navnetewî de em nirxandinên şehîd Rojda Kotol bi bîr dixînin.

    Nirxandinên wê bi vî rengî ne;

    Ji Bo Azadiyê Seferberî

    Ji bo azadiya Rêber APO, pêwîste tevahî mirovahî bikeve tevgerê. Ne tenê çalakî pêk werin, pêwîstî bi rihekî seferberiyê heye. Li Rojhilata Navîn bi sazîbûna dewletê re pirsgirêk û alozî kûr dibin. Civak gihiştiye asta ku nikarîbe nefes bigire. Rêber APO ji bo çareseriyê têkoşîneke demdirêj meşandin û dimeşîne.  Kesên ku fikirên Rêber APO lêkolîn dikin, gihiştine zanebûna ku bi tenê fikir, felsefe û pradîgma Rêber APO ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re dibe bersiv. 

    Çareserî Di Paraznameyên Rêber APO De Ne

    Rêber APO ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê xebat kir. Ji bo giştî gel û neteweyên li Rojhilata Navîn dijîn, felsefe û pradîgmeyek çêkir. Jin, ciwan, gelê Kurd, mirovahî, tevahî gel û netewyên li Rojhilata Navîn dijîn ger jiyanekê azad armanc dikin, ger  dixwazin bi çand, hebûn  û nasnameya xwe bijîn, pêwîst dike xwedî li vê rojê derkevin. Pêwîst dike her dem xebat bikin û ji bo azadiya fîzîkî a Rêber APO di nava çalakiyan de bin. Rêber APO ji hemû cureyên pirsgirêkan re çareserî peyda kiriye. Di paraznameyên Rêber APO de her tişt  bi berfirehî hatiye nivîsandin û rêyên çareseriyê hatine destnîşan kirin. Her kes dikare jê sûd bigire.

    Dema Azadiya Gelan e

    Hêzên hegemon li ser Rêber APO tecrîdê giran dikin. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber APO ji bo giştî mirovahiyê kilîta çareseriyê ye, deriyê nefes girtin û azadiyê ye. Hêzên desthilatdar ji bo rê li pêşiya azadî û çareseriyê bigirin, tecrîdê giran dikin. Armanca wan hêzan gel bê perspektîf bihêlin, ji ronahiyê bê par bihêlin û gel di nava pirsgirêkan de bixeniqînin. Pêwîst dike ji bo azadiya fîzîkî a Rêber APO tevahî gel di nava têkoşînê de bin. Ev têkoşîn bi rojekê an du rojan, bi çalakiyekê an du çalakiyan re sînordar nemîne. Pêwîst e şev û roj di nava çalakiyan de bin. Dema azadiya gelan hatiye.  Azadiya gelan jî bi azadiya Rêber APO pêkan dibe.

    Jin Ji Felsefeya Rêber APO Îlham Digirin

    Pradîgma Rêber APO li ser bingehê azadiya jinê ye. Rêber APO got; “ Azadiya civakê, bi azadiya jinê pêk tê.  Heta jin jiyana xwe bi wate neke, jiyana civakê jî bi wate nabe”. Her wiha vê jî dibêje; “ Xebatên ji bo azadiya jinê, xebatên herî zêde heycan dide min.  Ez şervanekî ji bo azadiya jinê kar dikim ”. Bi giştî xebatên Rêber APO li ser bingehê azadiya jinê ne. Li ser vî esasî jî sîstema jinê pêş xist. Têkoşîna jinan ya di zindanan de ji ber ku ji cihekî îlham digirin. Îlham ji felsefe û ramanên Rêber APO digirin. Jinên ku li azadiya xwe digerin, fikrên Rêber APO navnîşan e.



    KJAR