• تاگەکان: ,

    JIN, Dîroka ku dimeşe ye

    22 تشرینی دووه‌م, 2022

    Denîz Derya _endama kordînasiyona KODAR

    Wekî gotina klîşê, tê zanîn ku dîroka nivîskî ji aliyê serweran ve hatiye nivîsandin. Îcada nivîsê vedigere 3100 salî û li perestgehên URUKê hatiye dîtin. Di mîtolojiya Yûnanan de ji bo nivîsê, kurê xweda Zeus bi navê Toth ji Zeus re gotiye “Êdî mirov nema tiştekî ji bîr dikin”, Zeus jî bersiv daye û gotiye “Berovajî wê kurê min, êdî wê hertiştî ji bîr bikin”. Nivîs, dibe malê elîtekê û sedsal derbas dibin heta ku çînên cûda dikarin xwe bi nivîse îfade bikin. Jinan heta serdema nêz jî ji mecbûrî hemû berhemên nivîskî bi navê zilaman derdixist. Nivîs ku beşekî giring ji îfadeya dîrokê ye, asta zilm û dijwariya desthilatdariyê dide nîşandan. Ji derve hiştina jinê  ji hemû alanên ku jiyanê pêktînin; siyaset, civak, ol, huner, em dikarin wekî şens binirxînin? Helbet na! Nexwe wekî ku Rêber APO pênase kiriye, jina ku “Mêtîngeha yekemîn e û dîroka wê a koletiyê jî nehatiye nivîsandin”, mîna ketina nav tarîtiyeke nayê çirandin, lêgerîna li cewherê jinê tê maneya peyda kirina sirrên mirovatî û gerdûnê.

         Rast e, heykel û peykerên wê hene. Li hin cihan jî pênase jê re danîne. Ji pêxemberan, fîlozofan heta zanistvanên serdemê behsa wê hatiye kirin. Lê hemû jî bi zihniyeta baviksalar. Di vir de a ku bala mirov dikşîne û dibe cihê pirsê ewe ku; çima pêwîstî hatiye dîtin ku ewqas veşartin, berovajî kirin, heqaret, pêlîstina bi rastiya jin ji destpêke ve were kirin? Hinek belkî bêjin mirovatî her dem di lêgerînan de ye û ev xwezayî ye. Lê ji bo gihîştina tespîtekî zanistî hewceye mirov hûrtir li mijarê binêre.

        Jin di destpêka şekilgirtina civakbûna mirov de cihê xwe ê taybet hebûye û ev bi rêya daneyên arkeolojîk hatiye piştrast kirin. Li derdora jin, jiyanekî bêhempa hatiye afirandin û ew jiyan bûye çavkaniya pêşketina çand, huner, ziman û amûrên ku bingeha şaristaniya îro danîye. Di tevahî dîrokê de tê dîtin ku dema mirov di aramiyê de dijîn, pêşde diçin. Rêveberiya ehlaqî, demokratîk û bi ewle dibe sedema ruhê xulqhêner. Eger em dîqet bikin, mirov jiber ku mirov in, ber bi azadî, edalet, empatî û watedayînê ve diçin, xwe nêzî jin dikin û Rêbertiya wê jî, jiber vê mihribaniyê pêşdikeve. Jin bi balansa bi civak û xwezayê re dighîje xwedawendîtiyê û bi hemû hebûna xwe civakê hembêz dike, diparêze û mezin dike. Wekî qirkirina sîstematîk a desthilatdariyê ji bo ku ev cewherê jin a ku malovanî ji şaristaniyê re kiriye, were berovajî kirin, hertişt hatiye kirin. Tif lê hatiye kirin, hatiye şewitandin, di malbatê de hatiye heps kirin, gotine “cin e”  jiber têkiliya xwe a bi nebat û heywanan re hatiye reş kirin û ev in ên ku wekî dîrok ji me re hiştine. Ji xwedawendî daketina çanda cariyetî, xizmetkarî, bi pêşketina îndustrîalîzmê re kirin “dayika baş ku hemwelatiyê baş tîne dinyayê”, di lutkeya kapîtalîzmê de jin anîn astekî nayê nasîn û pênaseya Rêber APO kirin “qralîçeya metayan” ku ev bê guman tolrakirina ji serdema beriya wê, ji Olympe de Gouges, Roza’yan û hwd bû.  Pêwîst nake ku em ewqas dûr jî biçin ji bo ku em vana bibînin. Di sînemaya roja îro de, jin timî mijara guman û tirsnakîyê ye. Zarok dema ji dayik dibin nebaşiyê dihewînin. Ev tev esasên îdeolojîk ên sîstemê ne ku mejiyê me dagir dikin.

        Mirov kole nayên cîhanê, tên kole kirin. Jiber vê, serîtewandina mirovekî bi proseyekî gengaz e û êşa vê a sedsalan ji aliyê jin ve hatiye kişandin. Koletiya jin ji destpêkê de fîzîkî nebû, îdeolojîk û zihnî bû. Taybetmendiya herî berçav û xweserî jinê, bihêzbûna wê a hestan, li hember wê hatiye şuxulandin û piştre kirine çekekî teslîmgirtina civakê. Hebûna jin, mîna pêhesînekî dîrokî hîna şopên xwe ên kûr dide der. Di raperînan de, di hîsan de, di awiran de, di kaosa ku dijî de dijberiyek hebû û her heye. Li dijî çi disekine, pir caran bêyî ku di ferqê de be, li dijî êrîşa li ser xweza, şîddet, zilm, zorî û desthilatdarî disekine. Di cewherê jin de hest tê maneya hezkirin, parve kirin, hîs kirin, xwedî kirin û alîkarî dayîn. Wê zêdegavî be ku em têkiliya jin bi jiyan û azadiyê re wekî ontolojîk binirxînin? Bersiva vê bi dîrok û kêliyê ve girêdayî ye.  

         Rêber APO zû bi van xisletên cewhera jinê hesiya û ji bo derxistina vî cewherî û zindîkirina xwezaya jinê bi salan têkoşîn meşand û rêhevaltî kir. Jina ku di tarîtiya dirokêde dihat fetisandin  û dixwestin li ser wê binixumînin, careke din rihê wê ji nuve hate vejandin. Yaku tê qetilkirin tê tunekirin bedene. Rih, hest, mejî tu caran nayên tunekirin ger em îro behsa dirokek ewqas bi xweşî şanaziyan dikin, tekoşîna carekedin vegera li cewher dikin ev bi sere xwe nîşaneya zindîbuna rihe. Jiber wê yekê ger tiştaku nemire û poçnebe, elbet di taliya talide carekedin şax vedide bi zindibuyîna xwe. Di rastiya jinde jî ya ku tê jiyan kirin mirov nikare jê qut bigre dest. Hebun, rih û mejiyê ku hatibu cemidandin, di despêka gavên Rêber APO de sebeba şoreşa zihniyet û mirovî bu. Lewma jî iro dema em lê dinêrin tiştako morvahî bi taybetî jin, herko diçe mina tenê şaxek yê jiyanê xwe lê digrin  û li der û dûrê komdibin ev ramanên azadin. Ramanên Rêber APO îro buye mifteya xelasbuna ji koletî, zordarî û serweriyê. Di heman demêde nexşe rêya xwedî derketina li cewherê xwe, vegera hebuna xwe. Lewma iro jin li her aliyekî cîhanê di nav lêgerîn û xebatan de ne, îdeolojiya rizgariya jin bi slogana JIN JIYAN AZADÎ, li dijî sîstema Kapîtalîst, serkêşiya wê dike. Îradebûn, rêxistinbûn û xwebûna jinan wê dawiya sîstema baviksalar û desthilatdar bîne. Bi vêya re jin wekî jin, zarok wekî zarok, ciwan wekî ciwan, netew wekî netew, wê wekî xwe bijîn û ne bi zora hineke din û wê dawî li xewa hezarê salan a trajedîk a mirovatî were anîn.   



    KJAR