• تاگەکان: ,

    Jin rû be rûyî qawisekê nû tên

    5 ئه‌یلول, 2021

    Rûheyv Botan

    Ji bo rastiya jin dernekeve pêş, êrîşên zayend perest pêk tînin

    Di nav her serdemekê de, jî piştî dîroka Dayika Xwedawend ve ta niha. Jin her dem bi şêwazên cûr bi cûr ve rastî komplo, dirûtî, pilanên qirêj û qetilkirinê hatine. Zilam ango zihniyeta Zilam salar, di her kêlî û gavê de li peyî jin bûye, ta ku jinê bixe, bişkîne, bê îrade bike û hebûna wê ji holê rake. Di hin serdeman de jin wek ‘Pîrabok’ nîşan dane û şewitandine, di hin serdeman de jî wek ‘fahîşe’ nîşan dane ta ku tecrîd bikin û qetil bikin. Her dem bi şêwazên mîna van, li ser jin êrîşên fîzîkî yên ku di bingeha xwe de êrîşên zayend peres ango êrîşê derûnî û li dîjî ku rastiya jin derkeve holê, hatine meşandin. Di heman demê de ji bo ku civak ji jinê bawer neke ango ji derdora wê dûr bikeve, ew wek derew kar, fesad û bingeha fitna ji aliyê zilamê deshilatdar ve hatiye pênasekirin. Ta ku bi vî rengî jinê bê vîn bike, rol û misyonê wê ya di nav civakê de bidîze û li ser deskeftiyên wê yê salan serweriya xwe cih bi cih bike û bi vî awayî civakê têxe bin bandora xwe de.

    ‘Hebûna civakê bi hebûna jinê, misoger dibe’

    Ev zihniyeta qirêj a zilamê deshilatdar roj bi roj hatiye heya roja me ya îro û her dem li gorî serdeman şêwazê an jî qilifê xwe nû kiriye ta ku her dem li ser civakê bi bandor be. Li himberî van êrîşan û zilma zilam her dem jinan li berxwedane. Ji bo ku hebûna xwe wina nekin çi ji destê jin hatiye kiriye. Ji ber ku jin vê yekê baş dizane ku ji roja ku zihniyeta Zilam salar, otorîteya Dayika Xwedawen standiye û serweriya xwe li ser kiriye, her ku çûye civak jî hatiye kuştin û roj bi roj hebûna xwe jidest dide û hildiweşe. Rêber Apo dibêje: “Hebûna civakê bi hebûna jinê, misoger dibe.” Bê guman eger jin hebûna xwe winda bike, civak jî hebûna xwe winda dike. Ji ber ku yê civakê ji her alî ve ava dike, birêxistin dike, bi rêve dibe û xweşik dike, jine. Ji ber ku civak exlaq û pîvanên jiyanê ji jinê fêr dibe û dide rûnişkandin.

    Bi pênaseyan heqaretê li jinê dikin

    Serdema ku em têde jiyan dikin sedsala 21’an. Lê dema ku mirov bi hurglî li rewşa jin û civakê temaşe dike dibîne ku, zihniyeta zilam salar di roja îro de bi awayî hê zêdetir qirêj û veşartî xwe dide meşandin. Di roja me ya îro de jin di her alî de hatiye sînordar kirin û tepsandin. Me li jor jî behs kiribû ku berê bi pênaseya ‘Pîrabok’ û ‘fahîşe’ ve dihat teşîr kirin û qetilkirin. Lê belê di roja îro de êrîşên zihniyeta zilamê deshilatdar hê zêdetir kûr bûye û îro pênaseya, xirab kar, aqil kêm û her wekî din ve tê pênasekirin ta ku ev serdem bibe şikandina dawî anîna jinê. Di civaka me ya Kurd de pênaseya ‘Pîrek’ li jin tê kirin. Di heman demê de di zimanê Erebî de pênaseya ‘Niswan’ li jinan tê kirin, bi heman awayî di her zimanî de pênasek ji bo jin kirine. Ew jî pênaseyên biçûk xistina jinê ne. Bi riya pênaseyan, mulk kirin û wek amorek XXX nîşandana jinê, her ku diçe hebûna jin û îradeya wê ji destê wê tê derxistin. Rojane jin di mal, kolan û cihên xwe yê kar de tekoşînê li himber vê heqaret û êrîşan dide meşandin. Ji bo vê êdî zilam bi hêza ziman ve nikare jinê bitepisîne, ji bo vê yekê serî li îşkence, tecawiz, tacîz, qetilkirinê dide.

    Dewlet teşeya nû ya zihniyeta zilam salare

    Di vê sedsalê de dema ku mirov dibêje zihniyeta zilam salar a şaman, dewlet tê ber çavên mirov. Çawa ku di her serdemî de ev zihniyet şêweyê xwe û navê xwe nû kiriye û guherandiye ta ku her bi bandor be. Di sedsala me ya 21’an de jî dewlet teşeya nû ya zihniyeta zilam salare. Dewlet bi her şêwîyî vê zihniyeta qirêj a zilam salar li ser piyan diger, ev yek di qanûnê tevahî dewletan de derdikeve pêş û rûyê xwe yê zayend perest radixe ber çavan. Li her deverê cîhanê rojane û heta kêlî bi kêlî jin tên qetilkirin, tacîz kirin û tên tecawiz kirin. Dewlet jî vê yekê bi meseleyên namûsê ve girêdide û rawa dike. Bi heman awayî jinê sûcbar dike. Ji bo ku îradeya jin were binpêkirin deshilatdar serî li her rê û rêbazan didin. Êdî di nav civakê de jî şîrovekên bi vî awayî dane avakirin û belavkirin. Dema ku jinek bi destê zilamekî rastî êrîşekî zayendî yan jî tê qetilkirin, civak dibêje: “gelo wê jinê çi kiribû?” Ev pirs her dem tê kirin. Lê pirsa ku ‘çima û çawa wî zilamî karî wiha li jinê bike?’ ev pirs nayê kirin! Ji xwe bi vî rengî mafê jinê û îradeya wê ji destê wê tê derxistin.

    Jin li her deverê rastî zext û êrîşan tê

    Di nava Kurdistanê de jî him li Bakur, Başûr, Rojhilat û him jî çiqas di asta kên de be jî li Rojavayê Kurdistanê jin rastî van êrîşan tên. Li Bakurê Kurdistanê rojane jin tên qetilkirin, tecawiz û tacîzkirin. Ev yek jî bi destê dewleta Tirk a faşîs a zihniyet rizyayî ve tê kirin. Piranî jinên ku di nava sala 2021’an de rastî êrîşan hatine, ji aliyê polîs û zilamên wan ve rast hatine û di dadgehan de jî ji bo van mijaran mafê jin hatiye xwazin, heya pir caran jî ji dêvla ku ew zilamê qirêj were dadgeh kirin. Ji bi sûcê tehrîk kirina zilam ve, jin hatine dadgeh kirin û ceza kirin. Lê ser sûcên zilam, jinê sûcbar û ceza dikin. Ruxmî ya ku rastî êrîşan hatiye û mafê wê hatiye xwazin jî jine. Bi heman awayî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî zêde ev yek bi zelalî derdikeve ber çavan. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin him ji aliyê rejîma faşîst û zayend perest a Îranê him jî ji aliyê çeteyên bi navê Talîban ve rastî êrîşên pir dijwar, him ji aliyê fîzîkî him jî ji aliê derûnî ve tên. Rejîma deshilatdar ya Îranê di qanûnên xwe yên di derbarî jin de dibêjin ku jin dikare di 13 saliya xwe de were zewcandin. Vê yekê di qanûnên xwe de dibêje, lê di zihniyeta ku di nav civakê de belav dike, dihêle ku di nava civakê de ev yek derkeve pêş ku malbat di 8-9 salî de keçên ku ewqas temenê wan biçûke bidin zewcandin. Ji ber vê yekê êdî di nav civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi şêweyekê ecêb, xirabî derkevin û ew xirabî dibe sedema hilweşîna civakê. Jinê bê îrade dikin û vê yekê bi darê zorê pê didin qebûlkirin ku ji derveyî mal, xizmeta zilam, koletiyê û di heman demê de têrkirina zilam ji aliyê cinsî ve û zarok anînê tu rolek wê ya din nîne û ji bo vê jin hatiye ser rûyê dinyayê. Ji ber vê zihniyeta qirêj bi hezaran jin xwe dişewitînin û bi şêwazên cûr be cûr ve dawî li jiyan xwe tînin. Pir jin jî ji ber ku fîzîk û hêza wan têrê nake, di roja yek ya zewacê de jiyana xwe ji dest didin an jî ji tirsê dilê wan disekine. Berya demekê jî bûyek bi vî rengî derket holê û raya giştî jî dît. Keçek 16 salî ji ber tirsa ji zilam û hovîtiya wî ya cinsî dilê wê rawestiya û bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer derket ser ragihandinan, lê gelo rojane çiqas bûyerên bi vî rengî derdikevin û kes pê nabhîse û nabîne, hene?

    Pêkanînê Talîban yên li ser jinê, berdewamiya DAIŞ’ê ye

    Çeteyên Talîban jî bi awayekî eşkere hovîtiya wa ya li ser jin, bi zelalî derdikeve pêş. Çeteyên Talîban rojane, heya kêlî bi kêlî li Efxanistanê jinan tecawiz dikin, tacîz dikin û qetik dikin. Di heman demê de niha jî qanûnek bi vî rengî derxistine ku, jinên temenê wan ji 13 salî ta 45 salî bi leşker ango çeteyên xwe re bide zewcandin. Ev yek bi darê zorê tê kirin. Ji bo ku îradeya jinên Efxanî bişkînin û pêşî li berxwedana wan bigirin, serî li her rê û rêbazên qirêj didin. Vê tevî bi navê ola Îslamê dikin. Îro tişta ku çeteyên DAIŞ’ê negihiştin bigkin û dawiya wan hat, çeteyên Talîban dikin. Niha jî ev yek şêmber diyare ku Tlîban û pêkanînên wan yê li ser jinê, berdewamiya DAIŞ’ê ne.

    Berxwedana jinê encama keda Rêber Apo ye

    Li himber evqas zordarî, êrîş û zextan, li tevahî cîhanê jin hişyar bûne û rabûne ser piyan. Ji bo ku carek din mafên xwe bi dest bixin û dawî li vê hovîtiya ku dibe sedemê hilweşîna jin û civakê, 24 saetan li qadana û dengê xwe ji bo azadiyê bilind dikin. Eger mirov baş temaşe bike pir zelale ku ev yek bi keda Rêber Apo tê kirin. Ev yek tê wê wateyê ku berxwedana jinê encama keda Rêber Apo ye. Rêbertî jin ji xewa giran hişyar kirin û rewşa jin ya kambax ji tevahî cîhan û jinê re da nîşandan. Bi perspektîfên xwe tevahî jinên cîhanê rakir ser piyan û riya azadiya da nîşandan. Di heman demê de Rêber APO her dem vê bangê li tevahî jinan dike ku, bibin yek û xwe bi rêzistin bikin. Rêber Apo dibêje: “Jin enceq bi rêxistinbûnê xwe ava bike û bighêje armancê xwe.” Jinên Rojavayê Kurdistanê îro ev yek di şoreşa Rojava de, ku Rêbertî got: “Şoreşa Rojava, şoreşa jinên ye.” Jinan ev yek pêk anîn û ji bo tevahî jinên cîhanê bûn mînak.



    KJAR