• “Di Demeke Dîrokî De Biryarekî Dîrokî”

    25 ئه‌یلول, 2022

    Di derbarê her du jinên Kurd  Şilêr Resûlî Jîne Emînî de, ku ji aliyê rêjîma qirker ya Îranê ve hatin qetilkirin û her wiha di derbarê serhildanên gel de Endama Desteya Rêveber a KODAR’ê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Xoresan ji malpera me re axivî.

    Çekjîn Demhat

    “Kesên Dîrokî, Di Demên Dîrokî De, Biryarekî Dîrokî Didin”

    Endama Desteya Rêveber a KODAR’ê Zeyneb Xoresan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rabûna gelên kurd û got;“Gelekî ku çanda li keviyên Zegrosê bi çanda dayikê  mezin bûyi, xwedî dîrokekî binirxe. Ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê ji îlam heta Kirmaşan, Mako, Saqiz, Mahabat û heta Sine hemû gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê li ser piyane. Di şexsê Şehîd Jîna de ji bo  hemû malbatên Şehîdan sersaxî dixwezin û ji birîndaran re şîfa dixwazin. Wekî  ku Rêber APO dibêje “Kesên Dîrokî, di demên dîrokî de, biryareyên dîrokî didin”. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di demeke dîrokî de biryarekî dîrokî dan”.

    “Dewleta Îranê Mecbure Mafê Gelê Kurd Qebûl Bike”

    Zeyneb Xoresan da zanîn ku helwesta gel, helwestekî pîroze û wiha got;”di şexsê şehîd Jîna de helwesta gelê me pîroz e, em ji çiyayên kurdistanê wê helwestê silav dikin. Helwesta Gelê Rojhilat helwestekî bi rumete, helwestekî bi şeref e. Dibin yek siloganî de gelê me berê xwe da meşa azadiyê. Dewleta îranê mecbure mafê gelê Kurd qebûl bike, tu riyeke wê yê din nîn e”. rabûna gelê Rojhilatê kurdistanê û yê zankoya Tehranê rabûnekî pîroz e û rabunekî wekî salên 1999’ e dema ku Rêber APO dîl hate girtin. Hêzên desthilatdar dema ku Rêber Apo dîl girtin wê demê gelê Rojhilatê kurdistanê hemû bi yek dengî, bi yek rengî xwedî li Rêber Apo derketin. Ji dîl girtinê re gotin na. Helwesta xwe ya netewî nîşan dan. helwesta xwe ya bi çandî û exlaqî nîşan dan. Îro jî bi helwestekî çandî û exlaqî bi paradîgma Rêber Apo gelê me yê rojhilatê kurdistanê ji koletiya Jinê re gotin na. Bi silogana Jin Jiyan Azadî, ev silogan jî ji bo me pir girînge ji ber ku ev slogan jî keda Rêber Apo ya herî mezin e. Rêbertî di hemû jiyana xwe de dibêje “Ez Şervanê tekoşîna Jinê me”.

     “Sekna Jin Li Hemberî Desthilatdariyê Teqemeniye”

    Zeyneb di dewama axaftina xwe de li ser silogana Jin Jiyan Azadî û dîroka wê axivî û wiha anî ziman;”Rêbertî ji 7 saliya xwe de li ser esasê hevrêtiyeke rast bi jinê re tekoşîn kir. Di tekoşîna xwe de ya bi heval Sara re ku bû pêşenga vê tekoşîna rast.  Silogana “Jin Jiyan Azadî” di sala 2000’î de Rêber APO di hevdîtineke xwe de got, di wata jiyan ê ku jiyanê diafirîne jin e, di dîrokê de heya roja îro li kevanên zagrosê, yên ku jiyanê pêş dixe, yên ku perestgehên jiyanê parastin jin bûn, yên ku xwedî li dîrokê derketin jinin. Ji bo vê yekê Rêber Apo got “Jin Jiyan Azadî”. Sekna jin di Rojhilatê kurdistanê de, di şexsê Şilêr û Jîna de me dît ku li hemberî neheqiyê serî hildane. Rêbe APO dibêje “Sekna jin li hemberî desthilatdarî teqemeniye”. Îroj ev teqemenî li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengtiya jinê de çêbû. Li zankoyên Tehranê, li zankoyên Esfehanê, li zankoyên Qum bi sedan ciwan rabûn e û bi yek dengî bang dikin jin jiyan azadî. Ev xwedî li xwe derketine, ev seknekî pir bi nirxe. Bi vê sekna jina azad wê desthilatdarî biruxe”.

    “Êdî Gel Ji Wê Desthilatdariyê Re Dibêje Bese”

    Zeyneb Xoresan behsa helwesta gel kir û wiha got;”Ji Ûrmiye heya Sine, Saqiz, Merîwan, îlam û hwd. gelek Şehîd û birîndar çêbûn. Dema em sekna gelê xwe dibînin, dibînin ku dijimin nikare gelê me perçe bike, eger fikrekî rast hebe em li kuderê jî bin bi yek dengî bi hevdu re helwesta xwe derdixin. Gelê kurd ev sekn isbat kir. Pêwîste rejîma Îranê jî êdî viya bizanbe êdî gelê ji wê desthilatdariyê re dibêje bese, dixwaze xwe bi xwe birêvebibe. Jin êdî li dijî ruseriye ji ber ku ew ruserî bi zagon tê kirin. Dewleta îranê mecbure mafê gelê kurd qebûl bikê, tu riyeke wê yê din nîn e. Ji ber ku me dît gel li hember bê mafiyê seknekî pîroz raber kirin. Wek gelê Faris, Azer û Ecem seknekî pîroz nîşan dan. Di şexsê Şehîd Jîna de cihê xwe di van serhildanan de li kêleka gelê Kurd girtin. Gel bi hevre bi yek dengî dibêjin zindana servekirî em naxwazin, divê mafê me yê jiyanê hebe, mafê me yê xwe birêve birinê hebe. Gel êdî gihiştiye vê zanistê bi îradeya xwe mafê xwe dixwaze. Tu sîstema desthilatdar êdî nikare gelê Kurd bi rêve bibe, ji ber ku gelê Kurd di vê zanistiyê de ye ku pêşengê wê hene, Şehîdên wê hene”.

    “Dewlet Nikare Şehîdên Me Di Şevên Tarî De Veşêrê”

    Xoresan di dawiya nirxandinê xwe de bang li tevahî gelan kir û bi taybet li gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û wiha got; “gelê me yê Rojhilat çawa xwedî li Şilêr û Jîna derket, divê xwedî li hemû Şehîdên xwe derkevin. Şehîd di wateya hebûna me misoger kirinê de ye.  Şehîd berê me didin riya azadiyê, ji ber  ku Şehîdên mirovahiyê ne, şehîdên felsefa Rêber Apo ne. Ji bo vê yekê divê hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê xwedî li Şehîdan derkeve. Dewlet nikare Şehîdên me di şevên tarî de veşêrê, vîna gel lewaz bike. Ji bo vê yekê em bi hêvîn e her kes li hember Şehîdan erka xwe ya netewî, ya wijdanî pêk bîne”.



    KJAR