• تاگەکان: ,

    LI PEY ŞOPA SÎMURX, JIN, JIYAN, AZADÎ

    8 تشرینی دووه‌م, 2022

    Aryen Ronî / Endama Akademiya Jinolojî

    Çûka Sîmurx! Em navê wê ji gelek çand, mîtolojî û çîrokan nasdikin. Sîmurx di hinek çîrokan de nûnera bêmirinê ye. Di hinekan de jî nûnera bêdawî bûn û di hinekan de jî nûnera zanebûnê ye.

    ‘Xemla jiyanê li xwe dike’

    Çîrok, henaseya xwe digire û dibêje; Sîmurx tam 1700 salan jiyan dike, dema gihişt dawiya zîvroneka xwe, xwe bi agirê dixemilîne û ji xweliya xwe, ji nû ve xemla jiyanê li xwe dike. Çûkeke ewqas kevnare ku, bûye şahîdê sê caran xerabûn û ji nû ve avabûna gerdûnê. Sîmurxa ku hêlîna xwe li ser çiqilên dara jiyanê çêkiriye, hêza xwe ji cewhera xwe digire. Ew cewhera ku di agirê dîrokê de, her dem dipije û wisa bi hêz dibe, ji hemû çîrokên cîhanê re rêhevaltî dike. Sîmurxa ku ji hemû zanebûnên serdeman re bûye şahîd, şahîdê yên ku hebûn, yên ku hene û yên ku dê hebine.

    ‘Bi parastin û xwebûnê, xwe ava kiriye.’

    Çîroka Sîmûrx ji bo jinên ku xwe bi têkoşînê xemilandine û ji bo kevneşopiya azadiya jinê ne mîtolojîke, bûye jiyan bi xwe. Xeta şaristaniya demokratîk ya jinan, dayika ku ji hebûna xwe heta îro bi berxwedaneke bê hempa mezin bûye, hemû çîrok herikandine dîrokê, wexta jiyan dike nivîsiye, dema nivîsiye bûye dil û mejiyê cîhaneke bi azadî were jiyan kirin. Di heman demê de bûye şahidê hemû êrîşên xeta şaristaniya navendî ya baviksalarî a heft hezar salan, hebûn û tûnebûn, zext û berxwedan, jiyan û mirinê di nava hev de jiyan kiriye. Di kargeha desthilatdariya Sûmeriyan de, bûye berxwedana Înanna, di îxaneta Mardok de bûye şerê Tîamata ku bedena wê hatiye perçe kirin. Li hemberî şerê Muaviye bûye meşa Fatma, li hember êrîşên Freîkorps de bûye têkoşîna Rosa, li Parîsê bûye Sara, li Tehranê bûye Jîna, li Silêmanî bûye Nagîhan û bi vî awayî mezin bûye. Di nav şerê xwe parastin û xwebûna xwe avakirinê de, mîna Sîmurxê bûye şahîdê sê caran hilweşîna cîhanê.

    ‘Dixwazin, hebûna jinê ji holê rakin’

    Tekoşîna me ya azadiya jinê ku sê şikestinên zayendî, bi atfa çîroka Sîmurxê sê caran hilwêşîn û ji nû ve avabûna cîhanê re bûye şahîd. Di quncikeke dîrokê, di her kevirekê de, tekoşîn kiriye zayînekê nû. Em dikarin di vê çîrokê de, çîrokên tekoşîna jinan bixwînin. Her kêliyek, rojek û di her salekê de, dîroka me ya ku hêj nehatiyê nivîsandin û li bendê ye ku were nivîsandin, bûye nîşaneya mezinbûna me ku dikare ji sîmayê me were xwendin. Ew pergala baviksalarî ya heft hezar salan ku mîna Tiyamat xwestiye hebûna me bike heft perçe, ji ber vê yekê di nava êrîşekê bê navber de ye. Êrîşên li ser jinên Rojhilatê Kurdistanê, qetilkirina Şilêr, qetilkirina Jîna û sedan jinên ku em nikarin navên wan bijmêrin, qetilkirina Rêheval Bêrîvan û herî dawî bi êrîşeke namerdane qetilkirina Rêheval Nagîhan û bi hezaran qehremanên bê nan. Ji ber ku pergala zilam, bi mejiyekî qirêj dixwaze nav, nasname û hebûna jinê ji holê rakin.

    ‘Wateya dîrokê diyar dike’

    Nebûna nasnameyê, nebûna hebûnê ye. Tiştek, heyînek, civakek, zayendek ango kesek nas kirin û nasnameya wê qebûl kirin, qebûl kirina hebûna wê ye. Wateya ku li hebûnê tê barkirin, nasname û nav derdixîne holê. Dema ku hişmendiya baviksalarî hebûna jinê pênase dike, mûdaxeleya xwe ye bingehîn di wê mijarê de dike. Hebûna jinê xwe bi wateya civakî ve xemilandiye û bi hêza wê wateyê bilêvkiriye. Wate nasnameyê mezin dike. Nasname wateyê kûr dike. Dema em ruyê jinê ya dîrokê dinêrin, pêvajoyên bi navkirin û avakirina nasnameyê her bi wî rengî pêş ketiye. Gotinên Jin-Jiyan, Star-Îştar, Amargî-Azadî her wê wateyê re barkiriye. Hema hema hemû zimanan de peyvên Jin û Jiyan hemwate anjî nêzî hevdû hatine binavkirin. Ew yek ne tesadûfî ye. Jin û Jiyan, Zen û Zendegî, Afret û Afirandin û her wiha. Ew yek hişmendiya civakên xwezayî, dîroka civakan û cîhana wan ya wateyê diyar dike.

    ‘Jin bê nav û nasname hiştine’

    Rêber Apo dibêje; ‘’Di çavkanî û cewhera hemû pirsgirêken civakî de nakokiya zayendî heye’’  Ew tespît weke çavkaniya îlhamê ya gelek lêkolînan û lêgerînên nû ye paradîgmatîk nûjenbûna xwe diparêze. Ji derketina desthilatdarî û dewletê heta îro, êrîş û mûdaxelaya yekemîn li ser pergala jina-dayik, pîrozbûna xwedawendan û li ser çand û şêweyê zanebûnan bûye.  Exlaqa civakî û politîka erdê re kirine yek û xwestine li şûna wê jineke ku li gorî xerîze û xwestekên pergala nû tevbigere, avabikin. Erka wê jinê li gorî hişmendiya demê, tevgerandin û kirina pergala civakiye. Ew êrîş di bin bandora serdemên koledar, fewdal û ol de, teşe girtiye û bi modernîteya kapîtalîst derketiye lûtkeyê. Xwestine Jinan bê ziman, îtaetkar û stûxwar hilberînin û qut bikin. Jinên ku ji derveyî wê xetê meşiyane jî, her dem weke fahîşe, pîrebok an jî şeyîtan bi nav kirin e. Hişmendiya baviksalarî ya heft hezar salan, jinê bê nav û bê nasname hiştiye. Ya rastir, nav û nasnameyeke ayidî wê nehiştiye. Nav û pênaseyên heyî, ne ayidî jinê ne. Bi navkirina ku ji Dayika Star, Jina Pîroz, Jin û Jîn destpê kiriye, ziviriye dayika yekî, xwişka yekî, hevjîna yekî û keça yekî. Mardok dema dapîra xwe Tiyamat dike 7 perçe, ji bo careke din xwe kom neke, hemû perçeyên wê yek bi yek davêje quncikên gerdûnê. Ew ne mîtolojiye, rastiyeke dîrokî ye. Modernîteya kapîtalîst û hemû çiqlên wî, modêla herî dawî û herî jor ya aqilê zilamsalariye ku, rastiya jinê bê pênase hiştiye. Kurê Tîamat yê herî xayîn, yê bi rêxistinkiriye.

    ‘Azadiya jinê, pirsgirêkeke civakiye’

    Hebûna jinê, bi pênaseyên nasnameyên cûr be cûr hatiye dorpêç kirin. Ji derveyî xwe, ya herkesiye. Ji derveyî xwe, herkes e. Dema ku tev bigere ji bo ku bibe ya xwe, tevgereke herî biçûk bike jî bersiva wê, tundutijî, bê nav kirinên tije hişmendiya zayendperestiya civakî, ji derveyî civakê hiştin, tenê mayîn û mirin e. Di destpêka hemû pirsgirêkên civakî de, ew pirsgirêk heye. Civakê, despêkê pergala jinê bi nasname kiriye. Ji ber vê yekê, jina ku bê nav tê hiştin, heqîqeta civakî ya bê nav tê hiştin e. Di wê wateyê de, azadiya jinê ne tenê pirsgirêkeke zayendiye, pirsgirêkeke civakiye. 

    ‘Qetilkirina jinê, qetilkirina jiyane ye’

    Jinên ku, li pêy şopa jina xwedawend, li pey şopa jin-dayik meşiyane, her dem bi êrîşên cûr be cûr re rû bi rû mane. Em dîsa bizîvirin peyîwendiya navên Jin û Jiyan, bi gotineke pir tê nasîn, qetilkirina jinê, qetilkirina jiyane ye. Bi her komkujiyekê re dixwazin peyamekê bidin jinan, peyamekê bidin civakê, peyamekê bidin jiyanê. Eşkere dikin û dibêjin; “Ger hûn jiyanê di dil û mejiyê xwe de bihewînin, di vê cîhana me de nikarin bihewin.” Tiştê ku di şexsê qetikirina Jîna de jî eşkere bû, ev yek bû. Cihê serî rakirin, red kirin, dengê xwe bilind kirin di nava cîhana reş ya zilamsar de nîne. Ewê bersivê wê dibe lêdan, destdirêjî, mirin. Tiştê ku di qetil kirina Nagîhan de jî eşkere bû, ev bû. Cihê fikirandin, xwe gihandin, di xeta azadiyê de meşandin û bi serbilindî tekoşîn kirin, di nava cîhana hov ya zilamsar de nîne. Ev zilamsarî navê xwe bike rejîma Îranê, bike Dewleta Tirk û bike DYA jî, hişmendî û encam yek e. Lê di kêleka vê de, xeta şaristaniya demokratîk ya jinan, ya civakan heye. Ew heqîqata ku bi peyîwendiya Jin û Jiyanê mezin bûne. Ew heqîqat her dem di dil û mejiyê xwe de hewandin e. Piştî qetilkirina Jîna, serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkirin, piştrast kirina vê yekê bû. Ew serhildanên ku hîn jî bi awayekî girseyî, weke pêlên deryayekê berdewam dikin, belavî seranserî cîhanê dibe û tiştekên pir girîng ava dikin. Li himberî pergala ku dixwaze civakan, jinan, ciwanan di tarîtiyê de bifetisîne, jin bersiveke pir xurt didin û hêviyê ava dikin.

    ‘Mizgîniya avakirinê ne’

    Pêyîva ku vê pêvajoyê herî baş îfade dike, ava kirin e. Beriya her tiştî hêvî avakirin. Ciheke ku destpêkê em tên armanc girtin ewe, cihê ku dixwazin em têde bişkên ew der e. Reşbînî, bêhevîbûn, baweriya heyî naguhere, pergal dixwaze em ji wê halî dernekevin. Reşbînî dema weke penceşêrê belav dibe, ji înkara heyî bigire, heta pasîfîzmê dibe. Pergal jî ji bo wê xurt bike, her tiştî dike. Bi şerê taybet, ji bo jinan, civakan, ciwanan ji hêvî û bawerî bixînin, her tiştî dikin. Lê jinên ku di vê pêvajoyê de hêvî û bawerî kirin xeml û têkoşiyan, îklîma hêviyê ji her demê zêdetir şîn kirin. Dema ku hêvî bibe avakirin û axa reşbînî ya li ser rih were avêtin, tu hêz û rejîm nikare pêşî li jinan bigire. Ev serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî di heman demê de, mizgîniya avakirinê ne. Lê çi were avakirin? Em careke din bizivirin peyîwendiya Jin û Jiyan. Rêber Apo, ji bo diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibêje, diruşmeyeke efsûniye. Rastî jî yê ku di destê jinê de, bi felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinê, wê Jiyanekê Rast ji nû ve were xûliqandin. Bi Jineolojî, hemû bênav, bênasname, bêhebûn hiştinan li pey me de bimîne. Rêheval Nagîhan wê yekê bi jiyan û tekoşîna xwe mohr kir. Bi bilêvkirin û belavkirina hêviyê hevpeymanekê bi me re imze kir. Jiyan di destê Jinan de Azad bibe.

    ‘Ji tekoşînê gav paşde navêjin’

    Carnan di dîrokê de kêliyên wisa ya pekandinê çêdibin ku, yek windahî dibe wesileya hezaran zayînê, mirinekê dibe wesileya hezaran jiyanê, qetlîamekê dibe wesileya tekoşîna hevpar ya jinan ku bi mîlyonan zêde dibe. Çawa ku berxwedan û komkujiya 8’ê Adarê bû wesileya rihekê hevpar ya cîhanî, qetilkirina Jîna jî bû, rihekê hevpar ya cîhanî ya jinan û gelan. Agirê azadiyê ku pêl bi pêl mezin dibê de, êdin tû jin ne bi teneyê.nJinên ku ji her rengî, her çandî, her zimanî, her fikrê ku di serhildanan de meydanan, kolanan tijî kirin, ji pergala zilamsalarî re qîrdikin, ew rewş wisa berdewam nake. Her çiqas rastî êrîş û zextan tên jî, ji tekoşîna xwe paş de gav navêjin. Ew tekoşînên ku li seranserê cîhanê li hemberî zilamsalarî dimeşe, îro li her demê zêdetir nêzî heve. Mesafeta navbera Tehran û Stenbol, Şîlî û Sine, Merîwan û Kobanê, Maxmûr û Yewnenîstanê ji her serdemê kurtire. Jin êdin dizanin ew reya ku dimeşin de, mîlyonan jin dimeşin. Bi çek, bi tambur, bi gotin, bi helbest, bi polîtîka, bi dans, bi kevir, bi meş… Yên ku wana nêzî hev dike, hêvî, bawerî û tekoşîna jinane. Yên ku wana nêzî hevdû dike Jîna û Nagîhane. Yên ku wana nêzî hevdu dike diruşmeya Jin Jiyan Azadiye.

    ‘Çîroka Sîmorx, çîroka me ye’

    Em careke din bizîvirin Sîmurx, çîroka wê, çîroka me ye. Ew cîhana ku di çîroka Sîmurxê de sê caran hildiweşe û ava dibe, ji bo jinan rêyên ku derbas bûne, şikestinên ku pêre rû bi rû mane eşkere dike. Lê Sîmurx bê mirin e. Ew di zîvronaka xwe ye jiyanê de, mezin dibe. Her dema ku dibêjin xelas bû, jiyanê ji xweliya xwe, ji nû ve avadike. Mîna me, mîna tekoşîna me ye azadiyê.



    KJAR