• تاگەکان: ,

    JİYANA MİROVÊ AZAD

    13 شوبات, 2022

    Ji nirxandinên Rêber Apo li li ser jiyana xwe.

    Beşa çaremîn: avabûna koma despêkê

    “Di çileya 1976 an de li Dîkmenê civînek tê li darxistin. Di vê civînê de rewşa komê, xebata li Enqereyê tê nirxandin. Di vê civînê de biryara sefera Kurdîstanê tê girtin. Bi vê biryarê xeta siyasî-bîrdozî ya Rêbertî jî derbasî Kurdîstanê dibe. Bi awayeke xwezayî di kadroyan de nûbûnê dide çêkirin.  

    ‘Kom cara yekem di 1976’an de diçe Dîlokê.’

    “Di Dawiya Nîsanê de Li Amedê Civînek tê li dar xistin. Berpirsên Ruha, Amed, Mêrdîn , Êlih Tevlî Dibin. Heval Kemal Pîr Amadekariya Civînê Dike. Weke rêze civînên ku rewşa heyî tê nirxînin tê berdewam kirin. Ji bo rêxistinkirina li Kurdîstanê ya sala 1975 an de gelek gavên girîng tê avêtin. Heval Kemal Pîr diçe Dîlok, Ruha, Mereşê. Heval Cuma di van xetan de diçe û tê. Kom cara yekem  di 1976 an de diçe Dîlokê. Hevalê Heqî di payîza sala 1976 an de diçe Dîlokê. Di civîna 1977 an ya li mala Pîlot hat lidarxistin de heval Heqî  alîkarê Rêbertî hatibû hilbijartin. Wekî din li Ruha, Amed û Êlihê jî xebat dida meşandin. Piştî civîna li Dîlokê di qede, Rêbertî cardin vedigere Enqerê. Di navbera vê vegerê de çend roj derbas dibe Şehadeta heval Haki Karer 18 ê gulana 1977  an çêdibe.  Piştî civînên li Kurdîstanê tên lidar xistin, dewlet jî vala na sekine. Di nava takîbeke mezin de ye. Di encama vê taqîbê de Heval Heqî tê qetilkirin.”

    ‘Ji Kurdistanê re azadî.’

    “Di sala 1976 an de li Surucê bi navê Fevzî Aslansoyê ji hêzên rizgariya netewî yê tirkan ji aliyê  MHP yîyan ve tê qetilkirin. Rêbertî Fevzî Aslansoy ji fakulteya Hacettepe yê dinase. Rêbertî xwedî li cenaze derdikeve. Merasîma cenaze vediguhere serhildanê. Ji bo naskirina tevgera Kurdîstanî ev serhildan gelek erênî bû. Di gelek bajarên weke ruha, amed, dîlok, mereşê serhildan çêbûn. Rêbertî bi xwe diçe ser cenaze. Belavokan amade dikin û rê dikin. Heval Xeyrî van belavokan dibe sûrûcê. Di rêde tê girtin. Di encam de li surucê serhildaneke pir mezin pêş dikeve. Di vê serhildanê de cara yekem durûşma Jİ KURDÎSTANÊ RE AZADÎ tê gotin.”

    ‘Çûyîna me ya Kurdistanê di gulana 1977’an de bû.’ 

    “Di destpêka sala 1977 an de li Dêrsimê xwendevanekî bi navê Aydin Gul Şehîd dikeve. Dîsa li Qersê xwendevanekî amadeyî bi navê Mahîr Can tê qetilkirin. Çûyîna me ya Kurdistanê di gulana 1977’an de bû.  Civîna Karakoçanê di 1 ê gulanê bû. Me civîna xwe ya Dêrsimê jî li taxa Dax li qata jêrîn ya maleke sê qat çêkiribû. Di wê demê de bi navê Hesen Kuş ciwanek rehberê me bû. Di dawiya 1977 an de hat Şehîd xistin. Me sê sefer ji bo mentîqa Kutudere, Heyderan çêkiribûn. Di bihara 1978 an de li Elezîzê civîn çêbû. Ez çûbûm mala Aytekîn. Aytekîn hevalekî rêzdar ku divê were bîranîn bû. Mala xwe hemû ji me re vekiribû. Derveyî wê maleke me du qat hebû. Em du hefteyan li wir man. Li vir pirsgirêka me ya bingehîn îdarekirina rêxistinê bû. Li Elezîzê komîteyên cûr bi cûr hatibûn sazkirin. Me ji bo van nîqaş dikirin. Me digot; “An emê weke partî van komîteyan îlan bikin, an jî weke tevgera ciwanan îlan bikin. Nîqaşên me li ser vê bûn.”

    ‘Heval Heqî hat Şehîd xistin.’

    “Sala 1978 saleke gelek girîng bû. Em diketin pêvajoyeke nû. Derbasî Amedê dibûm. Piştre diçûm Enqerê. Di sala 1978 an meha  mijdarê de îlana partiyê hat kirin. Herî dawî li  Dîlokê bi Heqî re me civîna dawî lidar xist. Piştî wê civînê me digot êdî me karê xwe bibingeh kiriye. Li ser wê serkeftinê du-sê roj derbas bûn heval Heqî hat Şehîd xistin. Ev bûyer ne tenê lêdana yek kesî bû. Pir berfireh bû. Kesekî bi navê Aladîn ew Şehîd xistibû. Min ew zilam nas dikir. Lumpen bû. Rojekê hatibû Enqerê weke ji çiya nû hatibû. Hat zanîngeha Zanistên Siyasî. Bernameyên dizîyê saz dikir. Eleqeya wî bi Kurdîniyê re tinebû. Dixwest hêza ciwanan bigire nava destên xwe. Her roj vala vala di geriya. Dizek, bê exlaq bû. Wî bûyera hevalê Heqî pêk anîbû. Hevalê Kemal Pîr digot;  -“Em bi hevalên xwe yê kadro re biçin. Bi polîs re bikevin şerekî giran.”

    ‘Agahiya Şehadeta Hevalê Heqî ji Dîlokê hat.’

    “Hinekî hestiyar bû. Piştre me mêze kir wisan nabe û me dev ji vê biryara xwe berda. Heger me wisan kiribûna wê ev bûyer bibûna çalekiya tundiyê ku bal bikişîne ser partiyê. Me nikaribû êşa xwe bu tundiyê derbas bikirana. Em neketin wê rewşê. Girêdana bi bîranîna Şehîdan re ne hesan bû. Dixwestin em rêya xwe şaş bikin û pêşeroja xwe bişewitînin. Me jî wisan nekir. Gavên xwe bi lez û bi zanebûn avêtin. Agahiya Şehadeta Hevalê Heqî ji Dîlokê hat. Adeta ez ji hêza xwe ketim. Me darbeyek giran xwaribû. Ya girîng bersivdayîna rast ji bo bîranîna wî bû. Ez bixwe tevlî merasîma cenaze nebûm. Lê piştre min ew li Ordu-Ulubey ziyaret kir. Ji bo bîranîna wî soza ku me da partîbûyîn bû. Di dawiya heman salê de pêşnûmeya bernameyê min bi xwe amade kir. Li qiraxa meheleyek Dîlokê de me dixwest em di şopa vî Şehîdî de bimeşin.”

    ‘Bi beşdarbûna 22 hevalan civîn hat lidar xistin, PKK hat binavkirin û îlankirin.’

    “Ji bo bîranîna Heval Heqî bername hat amadekirin. Di dawiya mijdara sala 1978 an de li  Amed gundê fîsê di asta kongreyê de çar rojan civîn hat lidar xistin. 22 kes beşdarî civîna me bibûn. Diviyabû 25 heval bûna. Lê heval Salih Kendal û du hevalên din ji  ber amadekariya Hîlwanê dikirin destûr xwestin û beşdar nebûn. Ji bo wê bi beşdariya 22 hevalan civîn hat lidar xistin. Bi navê PKK hatina binavkirin û îlankirin divê civînê de bû biryar. Kongreya damezrandina PKK ê, li Amedê, navçeya Lîcê gundê Fîsê di 26-27 mijdara 1978 an de hat lidarxistin. Sibeha 26 an destpêkir êvara 27 an qediya. Rêbertî di gulana 78 an de ji Enqerê hat Amedê. Ji bo kongreyê berî wê belge hatibûn amadekirin. Divê 25 heval beşdarî vê civînê bibûna. Lê sê heval ne amadebûn. Yek ji wan hevalê Mihemed Karasûngûr bû. Yek hevalê Salih Kendal bû. Yekî din jî hebû. Di wê demê de berxwedana Hîlwanê di rojên xwe yên krîtîk de bû. Heval pêşniyar dikin ku beşdarî civînê nebin. Ji ber wê li Hîlwanê valatiyeke mezin derbiketana. Rêbertî destûra wan di pejirîne. Di kongreyê de heft heval ji bo komîteya navendî tên hilbijartin. Ji xwe yek Rêber APO ye. Kesê din heval Mihemed Karasûngûr e. Kesê bi navê Şahîn donmez jî xwe pêşniyar dike. Di nava partiya PKK ê de kes xwe ji bo erkdariyê pêşniyar nake. Ev nêzîkatiyeke exlaqî û famkirina partiyê ye. Lê şahîn xwe pêşniyar kiribû.  Wekî din di vê komîtê de Heval Cûma, Heval Xeyrî, Heval Mazlûm û Bakî hene. Piştî kongreyê komîteya navendî ya di kongreyê de hat hilbijartin di nîsana 1979 an de li Amedê Taxa Ofîsê Apartmana Gunaydin de tê çêkirin. Di vê civînê de navê PKK (PARTİYA KARKERÊN KURDÎSTAN) tê dayîn.  Di 30 hezîrana 1979 an de tê îlankirin.”

    ‘Di nava gel de bandoreke erênî didin avakirin.’

    “Di 30 yê hezîrana 1979 an de li Sêweregê li hember Bucakê zilimkar çalekî tê pêşxistin. Heval bi çalekî û helwestên xwe di nava gel de bandoreke erênî didin avakirin. Di wê çalekiyê de Celal Bucak nemir. Heval Salih Kendal ji lingê xwe birîndar bû. Di sala 23 kanuna 1978 an de dijmin qetliyama mereşê çêkiribû. Ev ji bo Kurdistanê tehdîda yekem bû. Me partî îlan kir. Wan piştî mehekê ev qetliyam kir. Yanî wisan digotin. “Heger hûn gavê xwe zêdetir bavêjin emê we qetil bikin”. Di encam de li Meletî, Semsûr û hemû derên Kurdistanê ev qetliyam pêk anîn.”

    ‘Çareya me ew bû.’

    “Di 7 nîsanê de ez û hevalê Ferhad Kurtay çûn Mêrdîn Qoserê. Nêzî mehekê bi vî hevalî re Li Qoserê gundê Xursê mam. Piştre dijmin pê hesiya bû û xistibûn bin êşkenceyên pir giran. Piştre heval Ferhad bi çalakiya xwe şewitandinê di nava refên Şehîdên azadiyê de cihê xwe yê herî pîroz girt. Piştre bi heval Mihemed Karasûngûr re derbasî Ruha bûm. Bi zor û zehmetiyeke mezin encax em mehekê li Ruhayê man. Tu dera ku em biçinê tine bû. Li her derê li me digeriyan. Qetliyamên gel dabûn destpêkirin. Me bi heval Karasûngûr û hinek hevalên din re plankiribû ku li Sêweregê berxwedanê pêşbixin. Heta em li ser avakirina yekîneyeke gêrîla jî rawestiya bûn. Me rêvebirnameya wê amade kiribû. Çareya me ew bû. Her ku dem derbas dibû dijmin derdora me teng dikir em jî neçarî berxwedanê diman. Her ku dem derbas dibû çepera derdora me teng dibû. Em li Ruhayê bûn.  Cihekî me yê xewkirinê tine bû. Hinek hevala digot; “Em li Dîlok an jî li Wanê malê bigirin. Ji xwe em ji Amedê derketibûn. Li Ruha yê encax em dikaribûn çend rojan bimana.”

    Sembola xweperwerde kirina rast bû.’

    “Vê carê jî li cem min hevalê Mihemed Karasûngûr hebû. Em 40 rojî li Ruhayê man. Ev mayîna me weke ya hz. Îbrahîm bû. Me laneta Nemrûdan heya hestiyên xwe jiyan kir. Di wê demê de Şehîdê me yê sêyem heval Ethem Akcan bû. Halê wî yê dawî qet jibîra min naçe. Pîroziyên berê  di anî bîra min. Hevaleke rast, jîr bû. Di karê xwe de serkeftî bû. Sembola xweperwerde kirina rast bû. Nefesa xwe ya dawî jî bi vê rastiyê girêdayî da.Pêvajoya 1973-heya 1978 dema amadekariya tekoşîna rizgariya netewî bû. Êdî gavên partîbûnê dihatin pêşxistin. Di 1978-1980 an de digihêje girtina nasnameya xwe.”

    ‘Berpirsê vê komê heval Kemal Pîr û Heval Egîd e.’

    “Di 1’ê cotmeha 79 an de heval Mazlûm tê girtin. Li hember zilim, êşkence û darbeyên dijmin heval Mazlûm Doxan di 21 adara 1982 an de  çalekiya xwe şewitandinê pêk tîne. Çalekiya heval Mazlûm wan êrîş û nêzîkatiyên dijmin jî bi xwe di şewitîne. Di navbera sala 1979-80 de Rêbertî weke bersiva komkujiyên gel ku ji aliyê komara faşîst ve dihatin pêşxistin, dixwaze çalekiyan bide pêşxistin. Bi vê armancê gurub derbasî welat dibin. Di gulan û hezîrana 80 de gurub derbasî welat dibin. Li gor planê wê li sê qadên welat şerê gêrîla were destpêkirin. Gurubek diçe Rojavayê Kurdîsanê: Mereş, Semsûr, Meletî, Engîzek, Nûrhaqan. Berpirsê vê gurubê heval Mehmed Sewgate. Gurubek diçe Dêrsimê berpirsê vê gurubê Heval Delîl Doxan e. Di pevçûnek li vir de Şehîd dikeve. Gurubek bi rêya Sêrt-Êlihê derbasî Botanê dibin. Berpirsê vê komê heval Kemal Pîr û Heval Egîd e.”

    ‘Hevalekî heya dawî fedakare.’

    “Di Bihara 80’yî de hefteya sor tê îlankirin.  Heval Kemal û Heval Egîd diçin Êlîhê. Wesayîta wan bi lez diçe. Di rêde nokteya polîsan bi lez derbas dikin. Ji bo neyên girtin herdû heval xwe ji wesayîtê di avêjin. Heval Egîd birîndar dibe lê xwe xelas dike. Heval Kemal ji ser heşê xwe diçe û di 8 tebaxa 1980 yan de cara sêyem tê gitin. Heval Kemal ji Deryareş –Gumuşxaneyê bû. Li enqerê fakulteya erdnîgarî ya ziman – dîrok xwendibû. Heval Cuma jî heman beş xwendiye. Heval Kemal bi hevalê Heqî Qerer re li heman malê dimînin. Hevalekî heya dawî fedakare. Li cem heval Kemal axaftina na tine bû. Rêber Apo jî li cem mala wan ya xwendevanî maye.  Ji xwe dijmin pê hesiyabû ku çûne derve perwerde dîtine, vegeriyane welat,  cara yekem li Ordu-Ulubey hatibû girtin û ji wê girtîgehê reviya bû. Cara duyem ji girtîgeha Ruhayê direve û diçe qada Rêber Apo.”

    ‘Me textekî darîn û hesîreke naylon anîbû.’

    “Di havîna sala 1979 an de min ji Ethem Akcanê Surucê re gotibû sînor amade bike. Li Ruhayê 40 rojan li benda rê mam.  Berî wê di 5 ê sibehê de bi dengê surûdan ez şiyar bûm. Min fam kir ku hêzek dagirker bi serme de tê.  Di wê demê de mala em lê diman qaşo biryargeha şer bû. Textekî hişk bû û bataniyek li ser bû. Şehîdê me yê hêja M.Seîd-Ethem Akcan ev mal girtibû. Me textekî darîn û hesîreke naylon anîbû. Maleke veşartî bû. Belê faşîzm bi sermede hat. Me jî, xwe wisan parast. Mirovek çiqas di tengaviyê de be jî cardin dikare jiyana xwe pêş bixe. Me ew salên şer yên bê eman bi heyecaneke mezin ji bo xwe dikirin roman.”         

    ‘Di PKK ê de herî zêde min ev rastî û ev heqîqet jiyan kir.’

    “Weke Îbrahîm piştî rêwîtiyek yek-du heyvan min xwe di nava fîlîstîniyan de dît. Rojên min yên bê ziman û bê wergervan destpêkiribûn. Derveyî mezinbûn û girîngiya armanca me ti tiştekî din nikaribû me li ser piya bihiştana. Ger fedakariyên Ethem nebûna ez li wir tine bûm. Mirov encax di van deman de wateya pêwîstiya civakîbûnê, rêxistinbûnê, kedê, naskirina têkiliyekê dibîne û fam dike. Kesên van deman jiyan dikin dikarin mafê van têkiliyan bidin. Di PKK ê de herî zêde min ev rastî û ev heqîqet jiyan kir. Têkiliyeke biçûk carna ji şerê meydanan yê mezin bihatir bû. Lê gelek kesan ev têkilî binpêkirin. Qet qiymeta wan nehat zanîn. Kirêt hatin bikaranîn. Beramberî hemû durustiyan bedelên trajîk yên  pir giran hatin dayîn. Gelek kesên fêlbaz bi şêweya fêlbaziyên xwe bikar anîn. Ew hêz di nava wan zehmetiyan de adeta di heliya. Ev li ser dilê min û li ser temenê min dexteke çawa çêkir? Gelek giranbû belê di wê demê de bi zor û zehmetiyên mezin me hewilda  ku em di rojhilata navîn de cihê xwe biguherin. Hêza me pir kêm ban  bû. Min digot; “Ji destê min dîrok diçe, hêviyên min yên herî xweşik diçin, tu çend heyvan li berxwe bidîjî têrê nake. Çareyekê bibîne. Min hevalê Karasûngur ji bo artêşê amade dikir. Çend rûpel perspektîf nivîsand û berê wî da Sîwerekê. Min got; “Heger hûn tengav bûn wêdetira we çiyane. Hûn dikarin derbas bibin. Bi rêya gêrîla hûn dikarin ji wir derbikevin”. Bihizirin çiqas amadekariyeke kêm bû.”

    ‘Me îsyanek kiribû’

    “Ez ne bi terzekî şoreşgerî bi terzekî kaçakçiyan derbas dibûm. Heta min ji wan re gotibû ez kaçaxa çekan dikim. Zilamê me derbas dikir ji min dipirsî; “Tu çawayî? Tê çikarî bikî? Dibe ku ew kes hîn jiyan dikin. Wana ez qet nasnekiribûn. Bi tedbîr bûm. Di dilê min de firtone hebûn. Dilê min radibû. Lê min qet ne dida ferq kirin. Heta tam di dema têl derbaskirinê de Cehnî got: “Temam leşker hatin. Me ew amade kirine. Leşker hatin bi xwe ew têla sînor rakirin”. Gotin; “De zûbikin hemşerîm. Lez bikin. Bila fermandar nebîne.” Me wisan bi xwînsarî sînor derbas dikir. Li pêşiya min Mihemed Seîd hebû. Digot; “Tenê pêlî şûna lingê min bike.” Me tenê wisan dikir û em diçûn. Ji ber saha mayinkirî bû. Ev mirov her roj di wir derbas dibûn. Fêr bibûn. Lê belê ji bo min ew roj û derbaskirina sînor di asta dîrokî de bû. Ez rêberbûm. Nav û dengê min derketibû. Lê belê di vê rêyê de ji şopa hevalê Seîd dernediketim. Her kes rêya xwe dizanibû. Min jî wê demê mayin nasnedikirin. Ev terzê leşkerî bû. Me îsyanek kiribû. Diviya bû li gor rêgezên leşkerî em derketana. Ev bi xwe çareyek bû”.Cara yekem li mala mirovê hevalê Ethem Akcan li Kobaniyê em man.”

    ‘Li Lubnanê dewreyên xwe perwerdehiyê dest pêkirin.’

    “Di heyva çile rojên destpêkê sala 1980 an de li komeleyek fîlîstînê bi zor û zehmetî me koma xwe anî cem hevdû. Buroya eniya demokratîk bû. Di wê demê de ev ji bo min qezenceke girîng bû. Bi rastî jî hevalên me nizanin qezenc çawa ne. Ji bo min pir girîng bû. Ji ber me îsyan kiribû. Kesên hatibûn dardakirin, şewitandin, girtin, kuştin, wendakirin hebûn. Me jî li vê derê ev derfet ji bo xwe ava dikir. Ev qezenc pir girîng bû. Navê min wê demê Elî bû. Kesî ne ez, ne jî rêxistin nas nedikirin. Tu derfetê me jî tinebûn. Me derfetên herî biçûk ji bo xwe bikar di anîn. Ji bo em hinek hevalên xwe rêkin Beyrûdê bi rojan em di sekinîn. Ji ber rêyên wê bi berfê hatibûn girtin. Bi zehmetiyên pir mezin me hevalên xwe derbasî wir kirin. Di encam de hûn dizanin me li Lubnanê dewreyên xwe perwerdehiyê dest pêkirin. Hevalên pir baş û bi rûmet hebûn. Tê bîra min kevneşopiyên şoreşgerên Fîlîstînê li wir gelek zindî bûn. Kesên ku bi şoreşê bawer dikirin û dixwestin tiştan bidin me hebûn.”

    ‘Hîn me ji xwe re cîh nedîtibû’

    “Xortekî fîlîstînî hebû. Wî ciwamêrî bi destan îşaret da me û em derbas bûn. Me tenê bi îşaretan tevger dikir. Wateya van rojan pir hêja bû.  Weke em di rojên tariyê de dimeşiyan û me rojên xwe yên xweş amade dikirin. Me hêvî dikir ku em rojeke din jî jiyan bikin. Bi vê hêviyê em ketibûn vê rêya zehmet. Me hêviyên xwe mezin dikirin. Ji bo em bigihêjin encamê me sebra xwe mezin dikir. Di germa havînê de li wan çiyayên xweşik yên Lubnanê di pêşengiya heval Kemal Pîr de me dewreya xwe ya perwerdehiyê destpêkir. Heval Kemal fermana yekem da. Di bihara 1980 ande, berpirsê yekem yê guruba vegera welat heval Kemal bû. Piştre di 1981-1982  an de derbasî Lûbnanê bûn. Dema em hatin Beyrûdê tenê çend têkiliyên me hebûn. Me xwe bi wan dabû girêdan. Hîn me ji xwe re cîh nedîtibû, banda çend hevalên welat jî kiribûn. Ev ji bo me çalakiyeke mezin bû. Bi rojan em xebitîn, me xwe gîhand vî alî, wî alî, wan kesan, filan kesan û cihê xwe çêkir. Bi rojan û bi heyvan em ne sekinîn. Hîn jî em nasekinin.”

    ‘Çend heval ji bo parastina şerefa xwe çalakî pêşdixistin.’

    “Di sala 1980’an de dewreyên perwerdê hatin pêşxistin. Cih hatin girtin. Dikarim bibêjim ev sala min bi piranî li Lubnanê derbas bû. Li ser perwerdê hevalê Kemal di sekinî. Hevalê Kemal ji girtîgehê reviya bû. Di pêşengiya heval Kemal de me komên xwe yên yekem bi hejmarên 30-35 kesî dişand welat. Hinekî rola xwe jî lîstibûn. Belê di van salan de me xebatên girîng dikirin. Li hindir heval dibin êşkenceyên giran de bûn. Ew dem tên zanîn îxanetek giran hebû. Bi sedan, bi hezaran xistibûn bin bandora xwe. Çend heval ji bo parastina şerefa xwe çalakî pêşdixistin. Li çiyayan hinek gurubên gêrîla hebûn li berxwe didan. Weke tê zanîn di sala 1981 an de konferans hat lidarxistin.”

    ‘12 eylûnê hatibûn destgirtin.’

    “Sala 1982 an sala veger û hemleya şoreşgerî bû. Di nava vê salê de dahûrînên girîng hatin nivîsandin. Pirtûka “Pirsgirêkên Kesayetê” hat nivîsandin. Pirtûka “Li Kurdîstanê Rola Zorê” hat amadekirin. Di vê pirtûkê de ji bo sedemên zorê werin fam kirin û pêwîstiya van sedeman were fam kirin adeta min ji sed rubaran av komdikir. Pirtûka li ser rêxistinê hat amadekirin. Di vê pirtûkê de wateya rêxistinê û girîngiya wê hatiye bidestgirtin. “Rapora Polîtîk” hatibû amadekirin. Di vê de jî nirxandinên 12 eylûnê hatibûn destgirtin. Cardin xebata pirtûka “Pirsgirêkên Pêşketinan Û Erkên Me” hatibû destgirtin. Me ev pirtûk li hemberî provokasyona sala 1983 an amade kiribû. Di wê demê de me nêzîkatiyên kesê xwe dikir pirsgirêk û li ser rêxistinê dida dextkirin. Me ev bi berfirehî dinirxandin.”

    SIBE: Çalakiya 15’ê Tebaxê û çalakiya Erûhê!



    KJAR