• تاگەکان: ,

    Rêber Apo çavkaniya azadiyê ye

    18 شوبات, 2022

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Çîmen Şine li ser komploya 15’ê Sibatê nivîsand.

    Çîmen Şine

    Komplo ji 9’ê Cotmehê ve despêkir.

    Bi heskirin û rêzdariyek mezin ez berxwedana Rêber Apo di Îmralî de silav dikim û soza xwe a ji bo tekoşînek hê xwirtir didim. Komplo îro ango di 15’ê Sibatê de despênekiriye, komplo di 9’ê Cotmeha 1996’an de li Sûriyê despêkir û heya niha jî hê berdewam dike. Bi riya komployê hêzên Nav Netewî û hegemon xwestin ku di şexsê Rêber Apo de jin û gelê Kurd tune bikin. Ji roja ku ev komplo li ser Rêbertî hat pêkanîn, di wê demê de li Rojhilata Navîn û him jî li tevahî cîhanê şerê cîhanê yên siyemîn jî hat despêkirin. Ji xwe gava vî şerî a despêkê komploya li ser Rêber Apo bûn.

    Pêwîste ku em hê zêdetir tekoşîna xwe bilind bikin.

    Em niha di salvega 24’emîn a komployê de ne. Rêber Apo 23 sal li Îmralî li peyî xwe hişt û derbasî sala 24’an bû. Ji ber vê yekê jî emê li himberî komplo ji her demê zêdetir bi tekoşîn û berxwedanek hê xwirtir bimeşin û ev yek jî di pênvaên ku tevgera Aazadiyê daye despêkirin de tê piratîk kirin. Li kêleka vê yekê jî em jî wek tevgera jin a Roihialtê Kurdistanê pêwsîte ku hê zêdetir tekoşîna xwe li beramber hêzên komplogerhê xwirtir bikin. Bi çalakiyên cûr be cûr ve vê tekoşînê derxin pêş ku, encamê wê bibe azadiya fîzîkî a Rêber Apo. Eger 23 salên Rêber Apo li Îmralî qadiya û derbasî sala xwe ya 24’emîn dibe milekî vê jî kêm hevaltî û tekoşîna me ye. Ji ber vê yekê emê her dem hewil bidin ku wê lawaziya xwe bi tekoşîna xwe ve derbas bikin.

    ‘Gel rabûn ser piyan.’

    Tevahî gelê Kurd ji şîrî ta pîrî, jin, mêr û zarok her dem li beramber vê komploya na merdane tekoşîn dikin. Li himberî vê komploya 15’ê Sibatê bi dehan ji gelên Kurd bedena xwe dan ber agir û çalakiyên can pexşane pêk anîn. Bi milyonanan kes ji bo azadiya Rêber Apo li her derê cîhanê rabûn ser piyan bi rojan li konlanan man û bi sedan kes hatin girtin û binçav kirin. Gelê Kurd her dem got: “Ev komplo ne tenê li beramber Rêbertiya me ye, li himberî me tevane, li himber mirovahiyê ye.” Ev yek ne tenê gelê Kurd tevhî gelên cîhanê ên azadî xweaz li beramberî xwe dîtin û li himberî wê ta roja me ya îro li ser piyane.

    ‘Tevahî gel û jinan bi Rêber Apo re bûn yek.’

    Ev yek li tevahî beşên Kurdistanê hatin pêk anîn. Li her derê gel bê hesab tevlî nava van serhildanan bû, çalakiyên cûr be cûr, bê hempa pêk anîn. Heya dijminên mirovahiyê ji vê yekê matmayî men, êdî nema dizanîn bê ka çawa li ber vê yekê bigrin. Bê guman di heman demê de RÊber Apo jî dijminan mat mayî hişt. Pir hewil dan ku bi hindek pêkanîn xwe RÊbertî bixin nava kêmaniyan de lê RÊber Apo rê ji vê yekê re neda û dijmin di nava matmayîbûnekê de hişt. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya nû ve, ev komplo vala derxist û mîna zayîna siyemîn a tevahî gelan pênase kir. Ev yek jî hişt ku tevahî gelê Rojhilata Navîn û cîhanê hêz bigre û tekoşîna xwe hê bilintir bike û bi rihekî geştir ve bi ser dijmin de biçe. Tevahî gel û jinan di tekoşîna xwe de bi Rêber Apo re bûn yek û di wê astê de bersiv dan dijmiinên mirovahiyê.

    ‘Rêber Apo bi sekn û peradîgmaya xwe komplo vala derxist.’

    Dema ku rejîma faşîst a Tirkiyê, Rêber Apo anîn girava Îmraliyê. Rêber Apo got: “Pirojeya min di nîvî de maye.” Lê belê em îro dikarin vê yekê bi zelalî bibînin ku gelan û tevahî jinan li vê pirojeya RÊbertî xwedî derketin û îro careke din her çar beşên Kurdistanê û tevahî cîhan bi peradîgmaya RÊber Apo ve şîn dibe. Bi fikir û ramanên ku Rêber Apo afirandiye, mirovahî ronî dibe. Yên ku herî zêde di vir de rola xwe dilîzin jî jinin, ji ber vê yekê em îro dibînin ku sedsala 21’emîn bi tekoşîna jinan û bi hêza ku ji Rêbertî girtine geş û ronî dibe. Li himberî qirkirin û dijminatiya ku bi jinê re tê kirin, jin şoreş dike û îro pêl bi pêl şorşa jinê geştir û bi hêzti dibe. Îro tevahî jinên cîhanê bi perspektîfa ku RÊbertî ji bo jinan daye, tev digerin û di nava berxwedan û lêgerînek bi hêz de ne. ji ber vê yekê li himberî vê peradîgmayê, sîstema heyî di nava aloziyên kûr de ye. Ji ber vê yekê hêzên nav netewî û dagrker, ji bo ku vê peradîgmayê têk bibin her dem êrîşî jinê dikin. Lê ev sedsal mîna ku RÊber Apo jî pênase kiye, sedsala jinê ye. Ji ber vê yekê çi jî bikin nikarin vê yekê bidin rawestiandin, ji ber ku êdî jin hebûna xwe dîtiye. Ji ber vê yekê em bi rehetî dikarin bibêjin ku RÊber Apo bi sekn û peradîgmaya xwe komplo vala derxist.

    Rêber Apo rêber û çavkaniya azadiyê ye.

    Komplo di şexsê RÊbertî de li ser me tevahî gelan û li ser jinan bû. Di heman demê de li himber azadî û hebûna me bû. Ji ber vê yekê niha dem dema azadiya RÊber Apo ye, dema ew deme ku em xwedî li azadiya xwe derkevin. Dem dema ku em li serokê Azadiyê xwedî derkevin. Rêber Apo rêber û çavkaniya azadiyê ye. Li ser vî bingehî mirov dikare bêje ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li tevahî cîhanê. Bi paradîgmaya RÊber Apo ve îro bi taybet jin êdî şiyar bûye û bûye vîna herî mezin. Di guhertin û neguhertinê de, di heman demê de di her qadên jiyanê de li himber zihniyeta zilam salar jin bûye îradeyek pir mezin û rolekî pir girîng di guhertinû veguhertinê de dilîze. Êdî jin gihiştine wê qenaetê ku jiyanek ango cîhanek bi fikir û hrbûna misoger a jinê pêkan û ne dûtre. Bi tayîbet li Rojhiata navîn, ji bo pergala demokratîk were rûnişkandin, ji û tevahî civak dest dane dest hev û tekoşîn dikin.hêzên deshilatdar û degriker jî bê guman ji vê yekê her roj ji ya berya xwe zêdetir ditirsin û li beramberî wê êrîşî vê

    Rêber Apo muhra xwe li sedsala 21’an daye.

    Tecrîdek di asta herî jor de îro li ser Rêber Apo tê pêkanîn, em wek jin vê tecrîdê li ser xwe digrin dest. Ji ber ku tevrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî jin û mirovahiyê ye. Bi vê yekê re komplo bin ket û hêzên deshilatdar bi destê xwe pergala xwe ya hegemon belav kirin û rastiya xwe a zihniyeta zilam salar raxistin ber çavan. Ji ber vê yekê di sedsala 21’emîn de ku em hê jî di çarîka wê de dijîn, Rêber Apo muhra xwe li vê sedsala 21’an daye. Bi rastî jî îro Rêber Apo di girava Îmralî de, di mile civakî, dîrokî û di her warî de guhertin û veguhertinên pir mezin daye çêkirin û di dîrokê de rolekî pir mezin dilîze. Mudaheleya Rêber Apo a di mile paradîgmasal de di dîrokê de jî sererastikirinên pir mezin da avakirin. Îro mirovahî jî vê yekê bi rihekî pir mezin vê yekê pêşwazî dike û pêre dibe yek. Ji ber vê yekê îro dema wê yek ku em bi hemû hêza xwe li azadiya fîzîkî a Rêber Apo xwedî derkevin. Ev yek jî bi piratîk kirina fikirê Rêbertî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de derket pêş û îro êdî ev şoreş ne tenê ya beşekî Kurdistanê ye, a tevahî jin û mirovahiyê ye û îro her ku diçe ev yek hê zêdetir pêş dikeve.

    Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi Rêbertî ve girêdayî ye.

    Rêber Apo di her warî de di nava berxwedanê de ye. Rêber Apo sembola pîvana ne, di helwesta xwe de yek gav jî ber bi paşve navêje. Pêwîste ku em wek jin û gelê Rojhialtê Kurdistanê çawa ku di sala 1999’an de li Rêber Apo xwedî derketin, pêwîste ku em ji îro ve dîsa bi wî rihî ta 4’ê Nîsanê bi heman rihî li ser piyan û di qadan de bin ta ku em bikaribin heya 4’ê Nîsanê RÊber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. Ji Gîlan ta Bender Abas, li tevahî bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistan û Îranê derkevin kolanan û li Rêber Apo xwedî derkevin. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pi bi qedre û bi hezazran şehîdên xwe hene. Gelê me yên Rojhilatê Kurdistanê bi nirxên xwe yên mirovî û dîrokî ve girêdayî ye û bi RÊber Apo ve di asta herî jor de girêdayî ye. Em bi vî sekna gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê bi bawerin û silav dikin. Pêwîste ku em bi hevre ji îro ta azadiya fîzîkî a Rêber Apo tekoşîn bikin û bê navber li ser piyan bin. Her kesek dikare ji bo azadiya fîzîkî a RÊber Apo dikare xwedan role be û tekoşîn bike. Di vê berxwedanê de tiştekî ku em winda bikin nine, lê tiştên ku em qezenc bikin pir zêde ne. ew jî azadiya RÊber Apo ye, azadiya gelê me û azadiya jinan e. Ji ber ku azadiya RÊber Apo bingehî azadiyê ye.

    Werin em bi hevre li azadiya fîzîkî a Rêber Apo xwedî derkevin.

    Rêber Apo her dem banga yekîtî û hevgirtinê dike. Yên ku herî zêde li vê bangî xwedî derkevin û pêk bînin pêwîste em jin bin. Ji berk u bi yekîtiya jinan re yekîtiya tevahî gelan tê afirandin. Pir rêxistinên jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hene. Pêwîste ku em wek jin werin gel hev, hev bigrin û yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber ku jin bi yekîtî û xwe birêxistinkirinê enceq bighêje armanc û azadiya xwe. Ji bo wê em wek jinên Kurd bang li tevahî jinan dikin ku em yekîtiya xwe ava bikin û li azadiya Rêberê mirovahiyê ku azadiya me ye xwedî derkevin. Pêwîste em tevahî jinên Kurd, Fars, Ereb, Belûc, Azer, Efxanî û hemû jinên ku li Îranê jiyan dikin, ji bo azadiya jinên û jiyaneke nû, bi yek dengî yekîtiya xwe avabikin û tekoşîna xwe bihêztir bikin ta ku em bikaribin li himberî qetilkirinên jinan bi hêzeke yekbûyî têbikoşin. Rêber Apo bingehê azadiyê ye. Rêber Apo bingehê helwest û sekna me ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku pêwîste em tev ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo tekoşîn bikin û liberxwe bidin. Ji ber vê yekê em îro bi hemû kîn û nefreta xwe komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin û em bi hêrsekî herî mezin dibêjin ku emê li beramberî vê komployê rawestin û emê her dem ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo li berxwedibin û tekoşîna xwe bikin bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya me ye. Bi azadiya fzîkî a Rêber Apo re, komplo bi temamî tê vala derxistin. Ji derveyî vê yekê em nikarin bibêjin ku me komplo bi temamî va derxistiye. Ji ber vê yekê werin em bi hevre li azadiya fîzîkî a Rêber Apo xwedî derkevin.  



    KJAR