• تاگەکان: ,

    MİROV WEKÎ QEHREMAN DAYÎK NABE LÊ DİKARÎ XWE BİKE QEHREMAN

    26 ئازار, 2021

    Ya rastî jiyanê me bi şahîdbûnê bi hezaran qehremanan bihurî. Lê mixabin, disa jî tarîf kirina qehremantî pir hêsan nîn e. Şaxsê hemû hevalan de min dît ez carekî femkirina wê de kêm dimînîm. Ji ber her hevalên ku bûn mînak û sembol, fedaîtîyê mezin nîşanê me dan parçeyîkî wê, aliyekî din min ferq kir. Ji min re penase kirina qehrementî wekî tarîf kirin û lêkolîna behrekî bê bînî û bê serî tê.

    Qehrementî tiştekî wisa ye  ku bi xwe re li dewrûberê wê de çi heye jî mezin dike, çoş û dilgeş dike. Lê ew jî terî nakî, teqez serçavên wê jî hene. Yanê jêderkê ku wê çoşî û kelecanê ava dike, heye. Her carê, şaxsê hemû hevalan de tiştekî hevbeş min dîtîye û bûm şahîd jî ew bû, Rêbertî. Feraset û felsefeyê wî re bi hezaran qehreman afirand.

    Yekî dixwazî penaseyê qehremantî bike, lê divê teqez jiyanê Rêbertî bi meyzîne. Berovajî viya jî gengaz e. Mirov, qehremenên derketîyê holê baş bişopîne, analîz bike; li hemberê çi û bi çi awayî sekinandinekî mezin nîşan didin, dibîne Rêbertî çi tişt afirandiye. Qehremanên me û Rêbertî bi awayekî nayê qut kirin hev du re girêdayîne.

    Yanê rastiya şehîdê de Rêbertî; rastiya Rêbertî de şehîdê fahm kirin, nebe nabe ye. Rastiya PKKê de şehadet bi jiyanekê re girêdayî ye. Dibe ku asayî jiyankirinê de mirov ewqas neketîbe ferqê jiyan û mirînê, lê ger ji ber jiyanê mirov mirînê re dema rû bi rû dimîne, tehm û eşqê jiyan pir cuda dikevî dilê mîrov. Wan kêliyên de mîrov jiyanê hê zêdetîr manîdar dikî. Ji ber wê jiyanê biparêze bi destê zordar û xiraban de derxe, her tiştê xwe feda dikî, her carê jî singê xwe didê zehmetiyên heyî re.

    Dirok û hebûnê PKKê encex dikariyabû bi qehrementiyên heyî re misoger bû. Mirov rûyên xwe bizîvrîne li ku derê teqez çîrokek wisa bibîne. Lê wê rastiyê derxistina zanebûnê girîng e. Lê mirov wan rastiyê re xwe zane dike û pirsa çawa bijîn re bersîvê xwe peyda dikî.

    Herî dawî me berxwedaniya Garê de jî dît ku, ew panzdeh qehremanê me nebûya û şerê de be serkeftinekî wisa me sernexistibaya çi çêdibû. Ger ku artêşa dewletê Tirk kêmekî encam girtibaye, niha ti gerîlayên li serê çiya nikarîbûn cihê xwe de rehetî bisekînîn. Dewleta Tirk hovitîya xwe nîşanê gelên Şengalê û Mexmûrê re heya niha teqez nîşan dabû. Ew xeyalên wan desteserkirina axê Musil û Kerkuk ketîbûya merîyetê.

    Qehremanê me heye, ji ber viya em jî henîn.

    Li wê pêvajoyê de jî me baş fehm kir ku qehremenê me nebe, em nikarin ti cihê de nefesek bidin û bistînîn. Ji ber em jî dişopînîn û em dixwazin hê baştir têbigehîn, gelo ew qehremanê me kî/ê bûn? Çawa jiyan dikirin? Em jî wê heqîqetê ku ew derxistina zanebûnê di jiyanê xwe de biçînîn û jiyan bikin. Heman demê de heqîqetê qehremanê xwe de payekî bigrin û em bibin xwedî heman heqîqetê. Her carê yê carê bêtir em dixwazin xwe bigîhînên rastiyê wê heqîqetê.

    Heqîqet jî tiştekî wisa ye ku mirov xwe neke perçeyê wê heqîqetê nikarê li gor wê rastî tevbigere. Hal û tevgerê mirov ji ber wê mirovê dide dest. Çi heqîqet ji me de hebe ew xwe dide der. Ew jî dibe sedem ku em carekî din xwe li ber çavan re derbas bikin, li ser heqîqetê şehîdên xwe, xwedî raman û fîkîr bin.

    Qehremantiyê me heyî, di mîlîtanbûnê me de veşartiye.

    Xwe nêzî qehremantiyê kirin, xwe nêzî heqîqetê kirina. Lê encex heqîqetek li hemberê hovîtiya dikarî li berxwe bide. Ferasetekî ne diyar û belave, jiyanekî ne disîplîne û bê armancê re em nikarin ew hovitiyên ku xwedî plansazî û pergalên bisekinîn.

    Ger ku pêşengê şehîdên Garê heval Şoreş bi wê çandê re xwe mezin nekiribaya, gelo gengaz bû, em di wê şerê de serkeftinekî xistibana dest. Esnayê operasyonê de bêdudilî bûnê heval Şoreş û hevalên wê, bêhesap tevlîbûna wan a şer bû sedema destana Garê.

    Qehremantiya PKK yî ew e ku di kesayetê xwe de taybetmendiyên ku bikaribe destanê binivîse çêke, bi afrîne, înşa bike. Ew jî tê manê ku her carê têkoşîna hundirîn re amade be. Di wê mijarê  de wêrek û xwedî xîretekî bêhempa be. Herî dawî me destana Garê de jî viya hê baştir carekî din dît.

    Mirov wekî qehreman dayîk nabe lê dikarî xwe bike qehreman.

    Belê, qehremantiyê herî mezin esnayê şer de xwe dide der. Ew meydanekî wusa ye ku rastiyê mirov şilfîtazî derdikevî holê. Lê, mirov di jiyanê de her kelî wekî qehremenekî jiyan neke, gelo dikarî meydanê şer de jî rolê mezin hilgire?  

    Ji ber wê tiştên herî girîng li gor pêvajoyê xwe pergal û rêkûpêk kirin, berî her tiştê ye. Gerîlayên ku xwedî raman û feraset re em jiyanekî nû dinîvîsîn. Loma mîlîtanê Apoyî li benda tu tiştê divê nemîne, jêderkê wê/î diyar e. Mîlîtanên Apoyî ger xwe têr bîbîne, li benda bîmîne, têkoşînên paşverûtiyên xwe yên hundirên baş nebîne û di vê şerê de serkeftî nebe. Wê demê em bîbînîn ku serxistina me şer gengaz nîn e. Xeta qehremantî ya têkoşînê me her kêliyê de Rêber Apo re jiyankirin, pîvanê me herî esas û bîngehîne. Lê pir cara em nakevîn ferqê wê ku em çi qas dûrê Rêbertî disekînîn. Bûyeran re aliqî dîmînîn, li ser de naçîn, li gor felsefe û nêrînê Rêbertî mijarê hal nakin. Bêxîretî û bêberhemmayînê ji xwe re qebûl dikin û wextê xwe derbas dikin.

    Em êdî hê baştir û zelaltir dîbînîn ku li gor serdemê gerîlatî kirin, mîlîtanbûnê de kurbûn dixwazî. Rêbertiyê me têne ser zîman ku, “Bûna xwedî ferasetek xurt tê wateya di jiyanê de bidestxistina îdîa yê.” Em jî xeta qehrementiyê de wekî qehremanên “Destana Garê” xwedî îddîa bin, em hê baştir bîbînîn ku jiyan ji bo me çi qas hêjaye.

    Rûken Jîrkî



    KJAR