• تاگەکان: ,

    AZADIYA JIN, MISOGERIYA AZADIYA CIVAKÊ YE

    22 ئازار, 2021

    BARÎN RÛBAR

    Sal 1857,  roj 8 adarê… Li bajarê New York a DYE 40 hezar jin ji bo şertên wekhev ya karkirinê li dijî sîstema zilamsalarî dengê azadiyê bilind kirin. Êdî tu kes nikarîbû li pêşiya van jinan bigirtana. Ev jinên berxwedêr li dijî kedxwariya zilamsalarî dest bi grevekî mezin kirin. Ev girev her çiqasî bibe sembola tekoşîna mezin a jinan jî di heman demê de ruyê xwînmij ya zilamsalarî jî nîşanî hemû cîhanê da.  Çawa ku di dîrokê de jin bi zincîra koletiyê hate mifte kirin vê carê jî ev mifte di febrîkaya jinên kedkar de hate bikaranîn. Zilamsalariya hov qatlîamek wahşet pêkanî û 120 jin di vê ferbrîkayê de zindî zindî şewitand. kapîtalîstên kedxwar bi şewitandina van jinan re,  ruyê şikestina zayendî ya sêyem nîşan da. Li hember van şikestinan, jina tu carî serî netewand û tekoşîn geş kir. 120 jinên di febrîka de hate şewtandin îro bûye milyonan jinên ciwan yê ku xwe nas dike, bi berhemên xwe ve girêdayî ye, xwedî îrade û fikra azade, têdikoşe, rêxistin dibe.

    Di tevahiya cîhanê de roja 8 adarê tê pîroz kirin, lê hîna bi sed hezaran jin di bin sîstema zordest de dijîn. Di roja me ya îro de, sîstem bi hemû rê û rêbazan ve dixwaze kole kirina jin di şexsê jinên ciwan de kûrtir bike. Di zextên ji aliyê dewletê ve li ser jin tên kirin de, mirov bi awayekî zelal dibîne ku hemû hewldanên sîstemê li ser bîngeha jin bike bin kontrola xwe û lêgerîna jin ya azadiyê biçuk bike. zihniyeta zilam salarî nikare suc û kiryarên xwe li hemberî jin û civakê veşêre yê ku kîn, nehaqî, derew û serdestî xiste nava jiyanê de, zilam salarî bû.  lê mîrateyeke xwe dispêre edalet, wekhevî, rêvebirî, berxwedanî û serîhildanê heta roja me ya îro hatiye û ji bo jinan bûye wesîleya tekoşînê. Jin her tim bi xweşikî li jiyanê meyze kir, her çiqasî bi êş, zordestî, û firotinê re ru bi ru hatibe jî lê baweriya xwe ji ked, heskirin û başiyê berneda û mezindikir. Roja 8 ADARê, ji bo jinan roja ku mafê xwe ji zordestan bistînin, li hemberî nehaqiyê tê bikoşin û bibin sembola yekîtiyê. Lê divê ev tenê bi roja 8 adarê re sînordar nemîne û dayîmî bibe.

    Derketina Rêber APO  bandoreke pir mezin li ser civak û jinên kurd kir. ancax bi vê şêwazî jinê karîbû xwe ji xefka sîstema zilam salariyê rizgar bike.  Bi fikir û ramanên Rêber APO lêgerînên jin bi taybet jî jinên ciwan ji bo azadiyê berfirehtir bû. Êdî jinên ciwan li hemberî sîstema fêlbaz serî rakiriye û ketiye lêgerîna jiyana azad. Wekî ku  Rêber APO dibêje “ li cihê ku me winda kirîye divê em lê bigerin” me jî azadiya civakê bi kolekirina jin re winda kir,  ji ber vê jî bi azadiya jin em dikarin azadiya civakê jî misoger bikin. Rêbertî ji bo jin bi gelek pirojeyan ve xwest lêgerîna azadiya jin kurtir bike. êdî jin di hemû qadên jiyanê de bû xwedî rol û misyoneke pêşeng.  Jinên ku berê xwe dane tekoşînê êdî ji aliyê siyasî, leşkerî, civakî û çandî ve pêşengtiyê ji hemû jinên cîhanê re dikin û dixwezin her roj bikin roja 8 ADARê.

    Îro jin ji bo azadiyê li hemberî sîstema koledariyê çalakiyan dikin. xwedî li nasnameya xwe ya netewî û cinsî derdikevin. dîsa jî bes nabînin rewşa jinên cîhanê li ber çavan digrin û tevlêbûna xwe ji qadên bîrdozîk, siyasî û civakî re xort dikin. Heta ku jin gihêşte vê zanebûnê gelek bedel jî dan lê tu carî agirê serhiladanê di dilê jinan de venemirî. Gelek jinên bedew ji bo tekoşîna azadiyê geş bikin, canê xwe feda kirin û bûn sembola berxwedanî û serkeftinê. Jinên ji bo azadiyê tekoşîn dikin û berxwedaniyê mezin dikin, di dîrok û heya roja îro jî wekî jinên şerker mîrasekî, pêşengtiyî ji civakê re hêştine. Qehremantî û egîdiya jin ji Jandar, Olympe de Gouges, Klara Zetkîn, Roza Loksembork, heta bi  Zîlan, Arîn Mîrkan Û Şêrîn Elem Hulıyan  ve berdewam dike û dibe sembola jiyan û civaka azad.



    KJAR