• Çalakî û Şoreşa Herî Mezin, Azadiya Jin e – I

    25 حوزه‌یران, 2023

    Hevseroka KODAR’Ê Gulan Fehîm

    Di dîroka tekoşîna azadiya jin de, her roj û meh xwedî girîngî û wateyeke cudeye. Meha Hizêranê jî meha şehîden tê nasîn. Li ser vê esasê di serî de ez di kesayetiya Şehîd Zîlan(Zeynep kinacî), Zîlan Pepûle, Gulan, Sema, Leyla Wan, Raperîn Amed û Şehîd Bêrîvan Zîlan de hemû şehîdên riya azadiyê bi minetderî bi bîrtînim û sonde serxistina xeyal û tekoşîna wan ya azadiyê didim. Em ê ala ku wan bi dest girtin û bi îdea û baweriyek mezin ber bi serkeftinê ve meşiyan, em jî ji cihê ku maye bigirin û ber bi serkeftinê ve bimeşînin. Di dîroka tevgera azadiya jin de her meh tijî ji şehîdên riya azadiyê ne. Jinan bi hezaran sal tekoşînek bê wêne li hemberî pergala desthilatderiyê meşandiye û di oxira vê yekê de gelek bedelên giran dene. Bi teybet bi tekoşîna Apoyî re ku li ser bingeha azadiya jin bi rêve diçe, berdelên hîn zêdetir giran buha deye. Em dizanin ku çiqasî asta berxwedenî û tekoşînê berz be, ewqasî jî bedelên azadiyê zêde dibin. Li cihekî ku tekoşîn û serî rakirin nebe li vê derê bedelên azadiyê jî çênabin.

    Bi hezaran sale jin di nava pergalek de jiyan kirin ku bi tu awayi hebûn û nasnameya wê nadihate naskirin. Di encama vê zihniyetê de jin, di nava civakê de ru bi ruyê lêden, kuştin, destdirêjî, heqaret, biçûk xistin hatin. Ji ber vê yekê jî jin ji hemû mafan hate bêpar kirin. Mafên wek Xweparastin, Rêxistinî, Perwerdehî, Aborî, Siyasî, Civakî û Jiyanî ji dest hate girtin. Ev yek jî bandoreke pir mezin li ser fikir, derunî û fîzîka jin kir. Di kesayetiya jin de şikandin, bê bawerbûn, serî tewandin, rewşa heyi wek qeder dîtin derkete pêş. Tenê tiştek di destê jin de, ma ev jî ew bû ku di nava malê de bibe xizmetkarek baş ya bê heqdest ji zilam û zarokên xwe re. Çiqasî bikare xizmeteke baş ji zilam re bike ewqasî dibe jina herî baş. Ev rewş li Kurdistanê ji ber hem  ji nasnameya Netewî re maf nebû û hem jî ji nasnameya jin bûyinê re maf nebû hîn girantir bû. Zextek gelek mezin li ser jinan çêbû. Li beramberî vê zihniyetê û bi teybet zihniyeta zilamsalariyê. Rêber Apo ji bo azadiya jin û xilasiya ji vê rewşê, pêşengtî ji bîrdozî û jiyaneke nû re kir. Ji bo jin ji vê rewşê xilas bibe, destpêkê di nava şoreşê de cih de jin. Di Heman demê de bi tekoşîneke mezin di hemû qaden de cih ji jinê re vekir û bi vî rengî qadên ku pergala desthilatderiyê ji jinê re şerm didît de cih kir. Bi vî rengî derfetê jiyanê ji jinê re ava kir. Ev jina ku her dem bi xirabî dihate behs kirin, êdî bi tekoşîna ku Rêbertî pêşxistî re, dest bi guhertinê kir. Jina ku li ser xwe hindek gotinên wek bi kêr nayê, bê aqile, bê hêze û tenê ji bo xizmeta zilam heye, êdî bi felsefeyek nû re li beramberî wan hemûyan meydan xwend. Ne tenê serî li hebemberî vê rewşê rakir, di heman demê de ji bo ku vê rewşê biguherîne, di her beşeke jiyanê de bi hêz û rengê xwe beşder bû. Rêbertî di qade Civakî, Siyasî, Leşkerî, Bîrdozî, Zanistî, Hûnerî, Aborî, Dîplomatîk, Rêxistinî û hwd…. de derfet çêkir ku jin bi reng û dengê xwe beşder bibe. Ev hewildenên Rêbertî ji bo ku jina ji cewherê xwedewendtiya derketî, dîsa bizivire heman cewherê, vegere xwebûn ê. Li ser xwebûnê jî hewil de jin bixe nava lêhurbûn ê. Her jineke ku beşder bû li ser felsefeya Rêbertî ya xwebûnê perwerd e dît. Rêhevalên şehîd jî gelek tişt ji Rêber Apo fêrbûn û ji bo ku bikarin Rêbertî rast fêm bikin û jiyan bikin, di asta herî jor de tekoşîn dene meşandin.

    ‘Weke xwedewendekê, xwe ava kir’

    Di serî de li ser fikir û ramanê Rêber Apo yê di çarçoveya jina azad de xwe perwerde kirin. Bîrdozî û felsefeya ku Rêbertî pêşengtiya wê kir ne tenê di nava jinên Kurd û parçeyeke Kurdistanê de pêşket, di hemû cîhanê belav bû. Ji ber ku ev fikir bû çavkaniya hemû mirovahî û zindiyan. Yek ji wan jinên azadîxwaz Rêheval Zîlan (Zeynep Kinacî) bû ku tevlî nava gerîla bû. Şehîd Zîlan hewil de Rêbertî fêm bike û fikirê azad rast jiyanî bike. Bi teybet li ser jiyana bi wate, hest û rihê azad, rihê hevaltiya Apoyî û diyalektîka mirin û jiyanê de hewilde tê bighêje. Bi gihîştina wateya heqîqetê re hewilde, di nava demeke kurt de têr û tijî jiyan bike. Di asta xwebûna xwedewenden de xwe ava kir. Bi vê bawer bû ku ev tekoşîn yê bibe sedemê ku jin bi yek deng, rih û yek fikrê bi hevre jiyan û tekoşîn bikin. Di nava behra zanistî û bîrdoziya azadiya jin de. Destpêkê hewilde ku bixwe bibe beşek ji wê û her jineke azadîxwaz jî herî kêm bibe dilopek ji vê heqîqetê. Bi hezaran jinên bihêz wek Şehîd Sara, Zîlan, Gulan, Leyla, Bêrîvan, Sema, Raperîn û Şêrîn biafirîn e. Seknên fedeyî, berxwedêr, durust wiha afirand. Ev rêhevalên şoreşger her dem di serkeftina şoreşê de xwedî kesayetiyek bi bawer û hêvî bûn.

    ‘Çalakî û Şoreşa Herî Mezin, Azadiya Jin e’

    Heval Zîlan xwedî xeyalên gelek mezin e. Ji bo bigihêje xeyalên xwe jî her dem di nava tekoşîneke mezin deye. Ji bo xeyalên xwe hazirbûye berdêla herî giran bide. Gihîştandina xeyalê xwe, xwe bi fikrê Rêbertî re kirina yek re misoger dibîn e. Ji bo vê yekê Rêheval Zîlan (Zeyneb Kinacî) dibêje: “Xweska ji canê min zêdetir tiştek dîtir hebaya ku min fede bikiriba”. Bi felsefeya yan ez jiyaneke bi wate jiyan bikim û yan jî jiyana ez dikim, hesab nekim ku min jiyan kiriye têkoşiya. Ev felsef jî ji şêweya jiyana Rêbertî fêr bûbû. Bi nasîna Rêbertî re heskirina heval Zîlan ya jiyanê gihîşte asta herî bilind. Ji bo vê got:  “Ji ber ez jiyanê hes dikim, vê çalakiyê pêk tînim”. Heval Zîlan yek ji wan hevalan bû, li gel Rêber Apo nema lê belê her dem berhemên Rêber Apo xwend û hewilde fêm bike. Li gorî asta fêm kirina xwe jî hem jiyan kir û hem jî şer kir. Demeke dirêj gerîlatî nekir lê belê di dema ku jiyan kir de, bi awayekî zanist beşderî kar û xebat dibe. Asta bîrdozî di xwe de kur dike. Her şaştiyek di lêpirsînê de derbas dike û dixweze bigihêje bersvê rast. Di Ş. Zîlan de lêgera wate wek kes û jin gelek li pêşe. Neheqiyên ku li ser gel tên sepandin napejirîne û bi awayekî zanist û têgihîştî dinirxîn e. Her Kurdek/ê di ber berpirsyartiyên netewî de berpirs dibîne. Di serî de malbata xwe re vê erkê dide. Yê ku li gorî vê nêzîk nabe Ş.Zîlan bi helwesteke rexnegir nêzîk dibe. Di jiyanê de ji her tiştekî re bi aramanc nêzîk dibe. Sebebê jiyanê ji bo xwe bi gel xwe re zelal dike. Ji her tiştekî re stratejîk û dem dirêj nêzîk dibe. Di warê hevaltî, erk girtin, rêxistinî û jiyanê de xwedî nêzîkatiyên bihêz e. Di heman demê de ji ber ku xwedî qabiliyeta têgihîştinê bû, wateya kêliyê û pêvajoyê gelek zû fêm kir. Di kêliyê de çi pêwîst dike, baş dizane û hewil dide bibe bersiv. Li hemberî gelê xwe, Rêbertî û tevgera azadiyê li ku derê êrîşek hebe, hewil dide bibe bersiv û pêşî lê bigire. Pêşdîtinên Ş.Zîlan gelek zêde ye. Kesayeteke ku xwe gihandiye asteke rêxistin kirinê ku temsîla nasnameyan bike. Temsîla nasnameya Kurdê azad, Jina azad dike. Di heman demê de bi tena serê xwe wek artêşeke gerîla bû. Kesayetiyeke bi cesaret, vîn û têkoşere. Aheng di navbera hest û fikrên xwe de çêkiriye. Di asta hest de li beramberî dijmin nefreteke cidî jiyan dike lê di heman demê de ji bo hesab xwestin jî planeke bi aqil çêdike ku encam bigire. Rêheval Zîlan hem bi xwe û hem jî bi cinsê xwe gelek bawer bû. Di heman demê de dibêje: “Di cîhanê de çalakiya herî mezin û şoreşa herî mezin, azadiya jin e”. Ji bo xwe jî rol lîstin di tekoşîna azadiya jin de wek şansekî mezin dibîne. Di ferqa nasnameya xwe ya jin bûnê de bû. Kedeke ku wek jin heya vê demê hatibû dayin Ş.Zîlan hewilda mezintir û bihêztir bike. Hewilda çanda Besê, Zerîfe, Mesture, Leyla Qasiman bide jiyan kirin. Her dem bi îdeayê ku bûye li ser axa azad, jin jiyanê ava bike. Wiha di kesayetiya xwe de jî pêşengtiya felsefeya jin jiyan azadî kir. Hewilda li ser xakeke azad bi cewhera jin, jiyaneke bi wate çêbibe. Di oxira vê heqîqetê de jî canê xwe fede kir. Çalakiya Ş.Zîlan li beramberî her cure zihniyet û saziya zilamsalar bu. Ji bo vê yekê Rêbertî got; “Kesayetek felsefîk, îdeolojîk û rêxistiniye û manîfestoya azadiyê ye. Xeteke ji bo her jineke ku bixweze azad bibe. Bixwe bu kombuyîna hemû mîrasên jin û piştî vê jî ev xet hate berdewam kirin. Bandor Ş.Zîlan li ser her çar beşên Kurdistanê çêbû.

    Dewam dike…….



    KJAR