•                                                  KJAR Ji Bo Azadiya Jin û Civakê Xebat Dike

    18 ئه‌یلول, 2023

    Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan, li ser danesîna sîstema giştî ya KJAR’ê ji Aryen tv re axivî. Peyman viyan got; ‘‘ Fikir, Piroje û armanca KJAR’ê azadiya jin, civak û tevahî netewên li Îranê jiyan dikin e. Sîstema me sîstemek konfedral ya jinan e û em li ser pêkhatina Netewa Demokratîk xebat dikin’’.

    Bi dehan salan e  li ser jin, ciwan û civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê zextên rêjîma dagirker yê Îranê heye. Li beramberî zext, kuştin, sêdarekirin û polîtîkayên taybet ên rêjîma dagirker, civak helwest raber kiriye û li ber xwe da ye. Di rêya azadiyê de jî bi sedan şehîd ketin e. Ji ber ku jin, ciwan, netew û tevahî pêkhateyên civakê bi awayekî yekgirtî ne bi rêxistinkirî bûn, berxwedaniya ku hatiye raber kirin jî encamên dihat hêvî kirin bi dest nexistiye.  Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî ji vê yekê derket rê û hevgirtin û yekîtiya tevahî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê aramanc kir. Rêya azadiya civakê, bi rêxistinbûn û azadkirina jinan dibîne. Bi vê armancê li ser bingehê rêxistinkirina jinan xebat dike.

    Aryen Tv li ser danesîna sîstema KJAR’ê dokumenterek taybet weşand. Em ê bi rêya çend dosyayên taybet naveroka wê biweşînin. Di dosya me a yekmîn de Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan, li ser sîstema giştî ya KJAR’ê axivî ye.

    KJAR Li Ser Mîras û Bîranînên Şehîdên Jin Hat Damezirandin

    Peyman Viyan li ser mîras û armanca damezirandina KJAR’ ê ev nirxandin kir; “Li Rojhilatê Kurdistanê naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo, daxwaza xebat û azadiyê li cem jinan pêşxist bû. Di 2004’an de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat damezirandin. Di nava PJAK’ê de jî jinan bi navê Yekîneyên Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) xwe bi rêxistin kirin. YJRK’ê bi armanca rêxistin û perwerdekirina tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê dest bi xebatê kir bû. Di rêka azadiyê de bi dehan jin şehîd ketin. Şehîd Zîlan Pepûle yekmîn şehîda YJRK’ê ye. Her wiha şehadeta hevala pêşeng Şêrîn Elem Hûlî û bi dehan jinên pêşeng bû sedema damezirandina KJAR’ê. Armanca bi dehan jinên pêşeng yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xebat kirin, berfirehkirina xebatên jin û azadkirina jinan bû. Di vê armancê de bi dehan hevalên me şehîd ketin û xwe fedakirin”.

    KJAR Sîstemek Konfederal Ya Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê Ye

    Peyman Viyan, anî ziman ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêwîstî bi avakirina sîstemeke konfederal ya jinan hebû. Li ser vê aramancê di 2014’an de yekmîn konferansa Komlgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin. KJAR jî weke sîstemek konfederal û sîwan ya tevahî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat ragihandin.

    Viyan, derbarê pêvajoya ragihandina KJAR’ê de wiha axivî; “Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê civak û jinan  ve, KJAR bi hêz hat pêşwazî kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê YJRK’ê di astekê berfireh de xwe bi rêxistin kir bû. Bi damezirandina KJAR’ê re jî destkeftî berfiretir û mezintir bûn. KJAR xwe di ber tevahî netew û pekhateyên li Îranê jiyan dikin de, berpirs dibîne. Xwe berpirsa tevahî jinan dibîne û bi aramnca ” Em ê nehêlin ti jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin bêyî rêxistin bimîne” hat ragihandin”.

    Bi Paradîgma Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê Xwe Bi Rêxistin Dike

    Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan, sîstema KJAR’ê da nasîn û got; “Bi peradîgma Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê xwe bi rêxistin dike. Bi vê peradîgmayê xwe digihîne tevahî jinên ku di cografya Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyan dikin. Jinên ciwan û Hêzên Parastina Jin (HPJ), lingên bingehîn û pêşeng yên rêxistinbûna KJAR’ê ne. Her wiha 9 komîte jî xwedî rola bihêzkirina rêxistinbûnê ne.

    Peyman Viyan, Sîstema Komîteyan şiband beden û organên di laş de û got; “Dibe ku her organek xwedî erkekî cuda be, lê di heman bedenî de kom dibin, hevdû xwedî dikin û bê hev nabin. Sîstema konfedral jî bi vî rengî ye. Her komîteyek xwedî rolekê cuda ye, lê bi awayekî sîstematîk bi hev ve girêdayî ne. Ev bedenê temambûyî jî KJAR’ê îfade dike”.

    Viyan, komîteyên girêdayî KJAR’ê da nasîn û bal kişand li ser rola çend komîteyan û got; “Komîteya Pêwendiyên derve a  KJAR’ê erka wê danesîna paradîgma, sîstem û armanca rêxistinbûna KJAR’ê ye. Her wiha xwe digihîne tevahî netewên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jiyan dikin. Pêwendiyên bi welatên derve re jî bi armanca naskirin û hevgirtina jinan bi hev re ye. Komîteya Perwerdê jî xwe li ser avakirina akademiyan û perwerdekirina jinan bi rêxistin dike. Tevahî jinên Kurd, Azerî, Belûc, Fars û Ereb di Akademiya Şehîd Zîlan Pepûle de tên perwerde kirin. Ev jî bi armanca avakirina fikir û civakekî azad e. Komîteya Ragihandinê  jî di ber belavkirin û danesîna fikir, armanc û pirojeyên KJAR’ê de berpirsyar e. Komîteya Parastina Ciweherî jî bi aramnca tevahî jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê sîstema xwe ya parastinê pêşbixînin, hat avakirin. Tevahî jin li ser bingehê xweparastinê tên perwerde kirin. Komîteya Tevna Zêrîn jî li ser parastin û pêşxistina xebatên çand û hûnerê xebatê dike. Armanca wê parastina çanda dayîkê ya azad e. Bi çand, reng, ziman û nasnameya xwe jiyankirin û zanistîkirin  berpirsyariya xwe dibîne û li ser vê bingehê xwe birêxistin dike. Tevahî komîte li gorî pêwîstiyan xebatên xwe li gund, navçe û bajaran rêxistin dikin. Dema ku tevahî komîte bi awayekî hevseng bi hev re xebat kirin û civak bi rêxistin kirin, wê demê beden temam dibe”.

    Ewropa Saheyek Girîng a Xebatên KJAR’ê Ye

    Endama Koordînasyona KJAR’ê diyar kir ku bi salan e xebatên wan li Ewropayê hene û li tevahî welatan komîteyên KJAR’ê hatine bi rêxisitn kirin. Bi hêzên çep, ekolojî- parêz, antî-kapîtalîst û antî-faşîst re pêwendiyî hene û wiha  pê de çû; ‘‘Li ser bingehê danesîna sîstem û paradîgma  KJAR’ê xebat dikin û hevgirtina jinan  aramanc digirin. Ewrûpa saheyeke girîng ya xebatê ye. Ji ber ku pir netewên Îranê, li Ewropa jiyan dikin.  Erkên rêxistinbûna me ya li Ewropa, rêxistinkirina gelên Îranê yên li wir dijîn û enternasyonal xebat meşandin e”.

    KJAR Nasnameya Jinan e

    Peyman Viyan, li ser pêwendiyên KJAR’ê bi Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilat (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re ev tişt vegotin; “Temsîliyeta jin di nava sîstema KODAR û PJAK’ê de bi nasnameya KJAR’ê pêk tê. Hevseroka KODAR’ê û Hevseroka PJAK’ê di nava Koordînasyona KJAR’ê de cih digirin û berpirs in. Di nava sîstema giştî de temsîla xeta jin û wekheviyê dikin. KJAR, di ber tevahî nasnameyên jin yên di nava KODAR û PJAK’ê de berpirs e”.

    Hevgirtin,Yekîtî û Azadiya Jin û Civakê Armanc Dike

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Peyman Viyan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe kir; ‘‘Armanca KJAR’ê li Rojhilatê Kurdistan û tevahî Kurdistanê bi hêz kirina rihê netewî û yekîtiyê jinan avakirin e. Li ser Hevgirtin û yekîtiya tevahî pêkhateyên jin li Îranê xebat dike. Fikir, piroje û armanca KJAR’ê azadiya tevahî civak û netewan e. Her wiha li ser pêkhatina pirojeya Netewa Demokratîk li Îranê xebat dike’’.

    Sibê; Fermandariya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Aryen Arî wê sîstema parastinê ya KJAR’ê bide nasîn.



    KJAR