• تاگەکان:

    EMÊ HER TIM BIBIN HÊVIYA AZADIYA JINAN

    4 ئازار, 2021

    Endama Koordînasyona Komalgeya Jinên Azadê Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Bêrîtan Cudî di bernameya Rawîn a vê heftê ya televîzyona Aryen de diyar kir ku “Hêz û asta ku tevgerên  me yê jinan  gihiştine bi keda Rêber APO ye, ji bo wê em dêndarê Rêber APO ne ”.

    Bêrîtan Cudî di destpêka axaftina xwe de lidarxistina çaremîn konferansa rawêja rojhilatê kurdistan pîroz kir û lidarxistina konfrans wek bersivek ji hemû qeyran û  pirsgirêkên di Îran û rojhilatê Kurdistanê nirxand û wiha got; “hemû kesên ku di vê konfransê ked dana û bi fikir û nêrînên xwe beşdar bûne em wane silav dikin û lidarxistina vê konfransê pîroz dikin. Di pêvajoyek wiha de ku qeyranên aborî, civakî û siyasî gihîştina astek bilind û civak fetisandiye, di demekî wiha de mirov dikare bêje ku ev konferans bû bersivekî ji hemû van pirsgirêkan û nêrînên ku pêşketin wekî bangawaziyek ji bo çareserkirina nakokiyên di Îran û rojhilatê Kurdistanê  yên tên jiyankirin.”

    Cudî bal kişand li ser girîngiya konferansê û wê bandorek û guhartinekî çawa li siyasetê sala 2021’an bike û wiha nirxand; “niha di dîrokê de tişta ku nehêşt gelê kurd bibe yek berçebûna gelê kurd e. Bi taybet siyaseta ku dijmin meşand û hîna jî demeşîne her tim xwestin pêşiya yekîtiya gelê kurd bigrin. Lê konfrasn rêbertiyek û pêşengtiyek ji rojhilatê Kurdistanê re kir. Bi taybet di demekî wiha de ku li çar beşên Kurdistanê de hewldanên çareseriya netewî xurt bûye, ev konferans dikare bibe mînak ji bo çareserkirina pirsgirêkê me gelê kurd û pirsgirêka netewiyên yên di Kurdistanê de ne. Bi rastî jî ev konferans nirxeke pir mezin e. Ji bo tevgerên azadî û demokratîk ku di Îran û rojhilatê Kurdistanê de hene di nav hewldanekî de ne, em dibêjin ku  ji bû rûxandina sîstema desthiladar tu asteng nîne ku em nebin yek. Bê guman wê em jî her tim li pey hewldanên çaresriya netewî  bigerin û her tim emê destê xwe bidin kesên ku li pey çareseriyek demokartîkin.”

    Cudî dest nîşan kir ku îdama Zehra İsmayîlî ne tenê îdama kesekî ye lê belê îdama civakekiye û wiha pêda çû; “ di şexsê Zehra İsmayîlî û kesên di Îran û rojhialtê Kurdistanê hatine îdam kirin em bi kîn û nefret şermezar dikin. Di rastiya xwe de îdamkirina kesekî îdamkirina civakê ye, îdamkirina fikir û felsefeya azadiyê ye. Îdamkirina cesede Zehra İsmayîlî ji aliyê rêjîma Îranê ruxmî ku dizanin jiyana ji xwe ji dest da berê ku bibin tayî sîdara, lê ruxmî viya bedena wê îdam dikin, ev nîşan dide ku rêjîma Îranê çiqas rêjîmekî hovaneye û qirêje. Li hember vê kiryarên ne mirovane lazima em hemû jinên Kurd, Ereb, Faris, Belûc û hemû jinên di Îran û rojhilatê Kurdistanê de em bi berxwedaniya xwe bibin yek û tayê sêdara biqetînin. Li aliyek din di hindir zindanan de berxwedaniyek bê hempe tê meşendin em wan jinan di serî de Zeyend Celaliyan û hem jinên ku ji bo azadî, demokrasî û yekîtî li berxwe didin silav dikin û keda wan bi qîmete û cihê deyerê ye. Em dibêjin bila dengên xwe hîn zêde bilind bikin û wê emê her tim bibin dengê qîrîna wan emê her tim bibin hêviya azadiyê, li çiyayên Kurdistanê, li qadan li kurderê dibe bila bibe emê her tim hewldanê xwe yên azadiyê berdewam û xûrt bikin.

    Endama Koordînasyona Komalgeya Jinên Azadê Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Bêrîtan Cudî behsa girîngiya hemleya nû yê di bin silogana ‘Bi yek Girtina Jinan Emê Qirkirinê Bi Dawî Bikin’ kir û dest nîşan kir ku tekana riya azadiya jin bi yekîtiya jinan misoger dibe û wiha bilêv kir ; “ di bin dirûşmeya ‘Biyek Girtina Jinan Emê Qirkirin Bi Dawî Bikin’ pir tiştan digre nav xwe. Ev silogan ji demê re bersivekî pir baş e û di cih daye. Pirsgirêkên ku niha hene, pirisgirêkin siyasî, aborî, qeyrana li ser jinan, êşa ku jin jiyan dikin û hemû jinên cîhanê jî di bin vê diroşmeyê dikarin yekîtiya xwe çêbikin û dawiya li qirkirna jinan bînin.  Em jin birçî û tînên azadiyê ne, ji bo em bikarin xwe nêzî rê û rêbazên xeta azadiyê bikin û nefesekî azad bistînin pêwîste em hewldanên pir xûrt bikin. Li ser vê esasî de hemû jin di bin vê dirûşmê de hêza xwe ya parastina cewherî di aliyê fikri û  raman de bidin nîşan dan û em bi yek deng bihevra biqîrin ku dema azadiyê hatiye û misoger emê sala 2021’an bikin sala azadiya jinê.”

    Cudî rê û rêbazên pîrozkirina 8’ê adar ji bo jinên rojhilatê Kurdistanê diyar kir û bal kişand ku lazime jin hemû rojên xwe bike roja 8’ê Adarê û  got; “her jinek li Îran û rojhilatê kurdistanê de dikare bi zarokên xwe re 8’ê adar pîroz bike, jinek nikare tiştekî bike dikare gulekî bide cîranê xwe, dikare gulekî bide jina li kêleka xwe, dikar serlêdanekî li jinekî ku êş dikşîne bike, dikare bi liberkirina cilên xwe yên herêmî kolanên rojhilatê Kurdistan û Îran bi meşa xwe tijî bikin û 8’ê Adar pîrozbikin. Ji bo em bikarin layqa keda jinên ku ji bo mafê xwe bistînin canê xwe dan, lazime em hemû rojan bikin roja 8’ê Adarê, bikin roja tekoşînê ku em jinan bi hevre hewldan bikin, bihev re deng bilind bikin û bi fikir û felsefeya netewa demokratîk em azadiya xwe bi dest bixin.”

    Cudî di berdewamiya axaftinê xwe de qala keda ku Rêber APO a ji bo azadiya jinê daye kir û wiha anî ziman; “di serî de ez  8’ê Adar li Rêber APO, jinên Apoyê ku ji bo azadiyê jinê tevdigerin û hemû jinan pîrozdikim. Rêber APO kedek pir mazin da ji bo tekoşîna azadiyê jinan. Berhemê keda jina li ser fikir û rêgazên ku Rêber APO ji jinê re diyar kirbû roj bi roj mezin dibe û zindî ber biçave. Niha li çiyayên Kurdistanê de jinên Apoger ked didin, tekoşîn didin û di şerê xwe de serkeftîne, bi şerê xwe ji jinên cîhanê bo mînak û bû çavkaniya hêz û moral. Mînaka herî nêz berxwedaniya Garê ye, bi rastî jî berxwedaniyek pir mezin bû, hêz û morlakekî pir mezin da gel, bi vê wesîlê em berxwedêrin Garê silav dikin. Hêz û asta ku tevgerên  me yê jinan  gihêştina bi keda Rêber APO ye, ji bo wê em dêndarê Rêber APO ne, ji bo em bikarin wê deyinê bidin lazime bi hemû awayan û hemû jinan ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî hewldan bikin û tekoşîna xwe hîn mezintir, berfirehtir û bihêztir bikin.

    Endama Koordînasyona Komalgeya Jinên Azadê Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Bêrîtan Cudî di dawiya axaftinê xwe de banga hemû civak kir ku bi pêşengtiya jin ji bo bidestxistian jiyanek azad, wekhev, demokratîk û edaletî, jin û zilam bihevre tekoşîn bilind bikin û got; “ roja 8’ê Adar ne tenê roja jinê ye, ji ber ku azadî ne tenê ji bo jin lazima, ger em bi jin tenê sînordar bihêlin emê seqet bimînin, ji bo wê em dibêjin azadiya jin azadiya civakê ye, azadiya jin azadiya zilam e jî. Ji bona viya lazima zilam jî milê xwe bide milê jin û azadiyê jin û civak jiyanî bikin.”



    KJAR