• تاگەکان:

    JI BO DEWLETA DESHILATDAR MALBAT ÇIYE?

    26 كانونی دووه‌م, 2021

       Hêvî Dêrik

    Wekî tê zanîn malbat saziyek civakiye. Malbat çavkaniya komînalbûna civakê ye. Ev saziya kû rolek xwe ya girîng heye di berdewamiya jiyana mirovan û civakê de, lê diherikîna dîrokê de  mirov dibîne kû pergala desthiltdar ji bo berjewendiyên xwe û iqtîdara xwe ev sazî xistiye navenda şofînîzmê, xistiye navenda çanda paşverûtiyê, xistiye navenda binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê. xistiye navenda afrandina pirsgirêkan.

     Malbat ji bo dewletê saziya herî girînge, ji ber ew saziye kû li ser wê temenê xwe dirêjdike, pê deshilatdariya xwe diparêze û wekî cenawerekî xwe li ser xwedî dike. Lewra ji bo hebûna xwe malbatê li gora berjewendiyên xwe li ser hişmendiya cinsyetgerayî û malbatperestiyê perwerdedike. Di encamê de malbatek welê sazdikê kû bîst û çar seetan ji bo wî bixebite. Gelo ev malbata kû hatî sazikirin bi destê vê pergalê çawa û di kîjan astê de xizmet dike, têghiştina vê yekê gelek girînge. Malbata kû ji jin, mêr û zarokan pêktê niha di rewşeke kaos û tevlî hevde dijî, malbat a kû dewlet hertim li ser dilîze û wekî çekekê ji bo xwe bikartîn buye saziya kû herî zêde serê endamên malbatê mijûl dike, belavdike û bê mûral dihêle.

    Dema em li civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dinêrin ji ber feraseta malbatperestiyê em dibînin kû gelek xwîn hatiye rijandin, gelekan jiyana xwe fedakirine ji bo ku bibin keç û lawên baş yên malbatê , yên dê û bavên xwe. Malbata kû bi zagonên hişmendiya cinsgerayî baş hatiye perwerdekirin xizmetek baş ji bo dewletê dike. Zagonên kû di nava civakê de bûne wekî çandeke jê neveger, ji her milekî de xizmeta dewleta despot û dagirker dike. Mînakên vê rastiyê gelekin. Heger kû her tim di derbarê jiyanê de tenê zilam biryararan digre û ew wekî  reyîsê malbatê hatiyê destnîşankirin wê demê wê çawa jin û zarok rola xwe ya xwezayî bilîzin. Heger zilam reyîs be Wê çawa jin bikara zarokan li gora xwezaybûna xwe teşe bidê, wê çawa hêz û vîna wê derkevê holê? Bê goman di vê rewşê de wê kes nikaribe vîn, hêz û hûnera xwe derxînin û jiyanê pê dewlemend û renglî bikin. Çawa kû dewlet ji bo civakê xwe wekî xwedayê mezin daye nîşan û nabe kû kes bê destûra wî tiştek bike, di malbatê de jî heman rol ji bo zilam hatiye dayîn. Zilam ji bo malbatê dewleta bihêze. Lê pêwîste em vê yekê ji bîr nekin kû di nava civak û malbatê de rol û rengê jin nebe, ev tê weteya kû di wê civakê û malbatê de jiyan miriye û fetisiye. Lewra dema mirov li civaka Îranê dinêre mirvo dibîne kû li wira civak bê ruh û manwiyate. Ji ber kû di wê civakê de rengê jin tineye, bê reng hatiye hiştin. Di bin navê namûsê de ew ji hemû qadên xebatê hatiye mehrûmkirin. Rola wê ya xwedavendiyê û pêşengiyê ji dest hatiye girtin û ji bo wê rolek nû hatiye dayîn, rola jina kû tenê daxawaze zilam- dewlet pêktîne, ji bo wê rola kû civakê ji cewhera wê derdixe hatiye dayîn, dîse rola makîneya zarok anînê ji bo wê hatiye dayîn, ew jî bi armanca mezinkirin û amadekirina nifşên nû ji bo dewletê.

    Dewleta dagirker ya Îranê ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe malbata şofen avakiriye. Malbata kû heta dawî ji rola wê ya xwezayî hatiye dûrxistin û rastiya wê hatiye berûvajîkirin derxistiye holê. Malbatek bê ewle û belav û bê pîvan û bê exlaq avakiriye. Malbatek kû di wê rewşê de ye bav dest dirêjî keça xwe dike, bira xuşka xwe tecawiz dike. Bav, bira û hevser keç, jin û xuşkên xwe qetil dikin Malbata kû her tim dibêje di gunde malbata herî baş ezim, di bajarde malbata herî baş ezim û xwe ji herkesî baştir û zanetir dibîne, tenê xwe di ecibîne, ti nirx û rêz nadê cîranê xwe û derdora xwe. Bi polîtîkaya xapînok bin navê qaşo malbata demokrat, pêşketî û azad heta dawî di endamên malbatê de ez ezi yê pêşdixe û ruhê komînal bûnê ji holê radike. Dewleta kû wekî darê sihrê xwe di çavê civakê de wekî dewleta kû her tim başiya ji bo civakê tîne malbat aniye halekî welê kû êdî ew bi xwe zarokên xwe bi dilsoziya xwe pêşkêşî wê dewletê dike. Êdî qenahetekî wiha di malbatê de avakiriye Ger malbat bixwazê lawên xwe biparêze pêwîste wî bi dewletê ve girê bidin. Lewra di temenek biçûke de wî dişênin eskeriyê ji bo bibe zilamek baş ( zilamek deshilatdar li gor dewletê ). Malbat zarokên xwe teşwîq dike ji bo di dibistanên pergalê de bixwîne û bibe memûr û xizmetkarekî baş yê dewletê. Ev rewş bi êşe ji ber kû pergala diktator û dishilatdar malbat aniye halekî welê kû destê wê ramûsê û ji ya heyî memnûn û têrbe.  

     

     

     

     



    KJAR