• Zindana Îmraliyê, ji bo min bû qadek ku, ez lê şerê heqîqetê bimeşînim

    10 شوبات, 2023

    Nirxandinên Rêber Apo

    Beşek ji nirxandinên Rêber Apo ên di derbarê komploya Nav Neteweyî a 15’ê Sibata sala 1999’an.

    ‘Operasyonek mezin a înkar û tinekirinê’

    Sîstema hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst a DYE û YE pêşengiya wê dikin, ez anîm Îmraliyê. Ya ji vê jî girîngtir ewe ku, dema ev kir bi hêzên rewa û riyên huqûqî nekir, bi riyên ne huqûqî û ne rewa kir; bi rêxistina eskerî ya hevpar a sîstemê bi rêxistina ne qanûnî û ne nîzamî ya NATO’yê bi Gladîo’yê kir. Bi operasyoneke mezin a rêxistina Gladîo’yê, ez anîm Îmraliyê. Bi awayê xwiya dikir, hêzên Komara Tirkiyê ez bi operasyoneke serkeftî bê tesîr kiribûm, anîbûm Giravê. Dîmenên ku dixwestin nîşanî dinyayê bidin, bi vî awayî pîlan kiribûn. Roja anîna min 15’ê Sibatê bû. Ev roj, roja 15’ê Sibata sala 1925’an e ku, di wê rojê de komploya li dijî Şêx Seîd jî hatibû destpêkirin. Piştî Dadgeheke Giravê ya şanoyî, di 29’ê Hezîrana sala 1999’an de, biryara bi darvekirinê hat dayîn. Di vê rojê de jî ango di 29’ê Hezîranê de, Şêx Seîd û komeke hevalên wî hatibûn bi darvekirin. Eşkere bû ku 75 sal bûn (li gorî sala 1999’an), operasyonên mezin ên înkar û tinekirinê, li ser Kurdan bê navber dihatin meşandin. Bi YE û DYE’yê re di çarçoveya çavtirsandinê de, li ser cezayê bi darvekirinê li hev kiribûn. Lê polîtîka hevpar a esas li ser li hev kiribûn, wê bi riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, ev cezayê bi darvekirinê pêk nanîna û di şexsê min de wê bi armanca tesfiye kirina tevgera şoreşgerî ya li derveyî kontrola wan, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û PKK’ê bi kar banîna. Ev bi awayekî pir bi dizî dikirin.

    ‘Ev bi awayekî pratîk bi cih anîn’

    Birina min a Îmraliyê bûyerek e ku yekser berpirsiyariya Yekîtiya Ewrûpayê tê de heye. Dema min birim Îmraliyê û xistim girtîgeha wê ya taybet, kesa pêşî ez pêşwazî kirim, rayedara Konseya Yekîtiya Ewrûpayê bû û ev jî vê rastiyê îfade dike. Li ser min bi Tirkiyê re li hev kiribûn. Di berdêla namzetiya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê de û di serî de rakirina cezayê darvekirinê li ser guhertina gelek xalên qanûnê li hev kiribûn. Ji aliyê mafê mirovan û demokratîkbûyînê vê lihevkirinê kêm be jî, rê li ber hinek bûyeran vekir. Tirkiyê piştî ku radestkirina min bi hegemonya Rojava da erêkirin, bi wan re li hev kir. Lewma ez dema dibêjim: “Yekser ez birim Îmraliyê.” Mebesta min ev lihevkirina wan e. Yekîtiya Ewrûpayê her wiha di berdêla vê lihev kirinê de qebûl kir ku PKK’ê weke ‘Terorîst’ îlan bike û ev bi awayekî pratîk bi cih anîn.

    ‘Xisleta wê ewe ku, binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe’

    Eger xwedayên mîtolojîk jî bifikiriyana, bi her halî wê nehata bîra wan ku min bi zinarên Îmraliyê ve girê bidin û bi cezayekî giran ceza bikin. Tevî vê jî min di hucreyeke yek kesî de, 12 salên xwe temam kirin. Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên paye bilind ên dewletê hatine cezakirin. Av û haweya vir hem gelekî nedawiye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku, binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe. Li vê rewşê odeya girtî ya tecrîd kirinê jî, bê zêdekirin hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne bêhtir dibe. Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim, zindana Îmraliyê, ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim.

    ‘Min xwe kiribû, senteza bi milyonan kesî’

    Komploya ku li ser min ferz kirin, ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê bi darvekirinê û şerê piskolojîk demeke dirêj di rojevê de, hatin hiştin. Fikreke min a digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi milyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd, di dema şertên anîna zindanê de, min xwe kiribû senteza bi milyonan kesî yan jî ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir.

    ‘Azadiya zihn û îradeyê bi ser xist’

    Bi vî awayî li ser riya heqîqet û siyasetê min bi piratîka zindanê ya salên demdirêj bihurîn, azadiya zihn û îradeyê bi ser xist. Ji bo têkoşîna azadiyê û hebûna gel, ji bo min a girîng ev bû. Li gorî vê qonaxa em gihiştinê, mirov dikare bibêje ku pîlanên gelekî berfireh ên komplogeran serneketins.



    KJAR