• تاگەکان: , ,

    Aşîtî bê Azadî nabe

    1 ئه‌یلول, 2020

    Di 1’ê Îlona sala 1939’ an de, naziyan di bin fermandariya Hitler de, Polonyayê dagir kir û bi vi buyere şerê cîhanê ya duyemîn destpêkir. Şer çewa ku di 1’ê Îlonê de destpêkir piştê şeş sal şunde di eynî rojê de jî di sala 1945’an de bi dawî bû. Di wê şerê de 50 milyon însan bûn qurbanî. Hitler jî wek dîktetorek hat bi nav kirin. Piştî şer, di sala 1981’an de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyê, ji bo ku carekî din şer destpênekin û aşîtiyekî cîhanî pêk were, roja 1’ê Îlonê wek “Roja Aştîya Cîhanê” îlan kir. Îdî li cîhanê roja 1’ê Îlonê li dijî şer çalekîyen cur bi cur tên pêşxistin. Hete dewletên ku di asta yekmînin de nûnertiya şer dikin jî vî roj pîroz dikin. Neteweyên yekbûyê jî ku pêşengtiya silogana vê rojî dike di heman demê de di bin sîwana xwe de dewletên ku nûnertiya şer û dagirkirinê dikin dihewîne. Gelo ev nakukî tê çi wateyê?  Dewletên dagirker milekî de talan dikin, dikujin, tecawiz dikin, milekî din de jî ji bo meşrûyetek ji bo kiryarên xwe re bibînîn “Roja Aştîya Cîhanê” pîroz dikin.  

    Gelo piştî şerê cîhanê ya dueymîn şer sekinî? Di 1’ê Îolnê de, dawî bûne şerê cîhanê ya duyemîn û wek roja aştîya cîhanê îlankirina vî rojê nayê weteya ku êdî şer, talan, dagirkirin û mîtîngerî bi dawî bûne û aştî, azadî û aramî wê were jiyankirin. Piştî şerê cîhanê ya duyemîn em dikarin şerên herî zêde têde xwîn hatiye rijandin wiha rêz bikin;

    1. Di sala 1950’yan de di navbera Kureya bakur û başur de şer destpêkir. 3 sal berdewam kir. Di encma vê şerê de 1 milyon Kureyî bûnê qurbanî vî şerê.
    2. Şerê Viyetnam’ê ku di sala 1955’an de destpêkir. Bi giştî 17 dewlet beşdarê vî şerê bûn. ev şer 20 sal berdewam kir. Li gur amarên fermî di vî şerê de nîzîkê 4 milyon însan jiyan xwe ji dest didin.slaa 1975’an de dema ev şer xilas dibe Viyetnemê bakur  bi pêşengtiya Ho Chi Minh (ho şîmî)serxwebûna xwe îlan dike.
    3. Şerê nav xweyê ya Nîcîriya. di sala 1967 destpêkir sala 1970 dawî bû. 3milyon însan bûn qurbanî.
    4. şerê bendav’ê  di sala 1980’yan de di navbera Îraq û Îranî destpêkir. di 1988’an de bi dawî bû. zêdetirê yek milyon însan jiyana xwe ji dest dan.
    5. li Kongûyê ji sala 1867’an heya 2006’ an her tim şer hetina jiyan kirin. lê şerê 1998’an heya 2003’ê şerê ku hetiya jiyan kirin wek şerê cîhanê ya Afrîqiyayê tê binav kirin. tenê di navbere 5 salan de 5 milyon însan jiyan xwe ji dest dan.
    6. piştî êrîşên 11’ê Îlonê  Emîrîka bin navê “dijî terorîzmê şerkirin” de sala 2001’an de li beremberê Talîban li Afqanîstan de şerekî  da destpêkirin. Ev şer 13 sal ajot.  Di vî şerê de 2 milyon însan bûn qurbanî.

    Tenê bi van çend amaran jî eşkere dibe ku piştê şerê duyemîn a cîhanê jî çi qas mirov buna qurbanê şer.

    Ji bû ku aştî were bi dest xistin ne tenê Netewên Yekbûyî di nava hewildanan de bu, di dirêjahiya dîrokê de hewldanên aştîye hertim hebûn. Lê mixabin ji ber ku şer ji bo berjewendî û berdewamkirina sîstema desthiladariya netew-dewletan û emperyalîstan pêwîstîyek bu, ji bo vî yekê jî  nahîlîn ku aştî di cîhanê de serwer bi be.

    Di asta cîhanê de keseyetê herî bi nav û bang yê ku ji bo aştî kar û xebat daya meşandin yek ji wan jî Mahatma Gandî bû. Gandî li hemaberê dagirkeriya Birîtaniyayê ji bo Hindistanek ser bixwe tekoşînekî bê hempa da meşandin. Mahatma Gandî li hemberê împaratoriya Birîtaniyayê bê çek şoreşek ava kir. Mahatma Gandî ji bo tevahî şoreşgerên cîhanê bû nûmûneya bê çek, bê tund û tijî, têkoşîn bidin meşandin û bi vê rêkê jî serkeftin bi dest bixin. Mahtma Gandî tevahî jiyana xwe dijî tund û tijî dagirkerî mîtîngerî sekinî ji bo aştî aramî pêk were bi wêrekî têkoşiya û di vê oxirê de jî jiyana xwe ji dest da.

    Yek ji wan kesan jî yê  ku ji bo aşîtiya têkoşiya ye Nelson Mandela ye. Nelson Mendela ango Madîba li hemberê sîstema nîjad perestên Apartheîd’ê “apartîd”  ji bo gelên Efrîqî yên başur azadiya xwe bi dest bixin têkoşînek duv û dirêj da meşandin. Encama têkoşîna rêxistin û gelê xwe de piştê  27 sal li eseretê gihêşt armanca xwe û karî aşîtiyek di welatê xwe de ava bike. Ji bo hewldanên xwe yên aşîtiyê di sala 1993 Nelson Mandela Xelata Aştiyê ya Nobel girt  û nîşaneya Lênîn jêre hate pêşkêş kirin.

    Rêber APO jî yek ji wan keseyetene ku li hemberê dagirkerî û mîtingeriya Kurd Kurdistanê ev 48 sala bê navber têkoşînek bê hempa dide meşandin. Li hmberê percekirin, dagirkirin û înkarkirin gelê Kurd bi fikir û ramanên xwe carek din hewladana zindê kirin, azad kirin û yekîtyia gelê Kurd ava kirinê dide. Li hemberê hêzin dagirkerên Kurdistanê tekoşînek fikrê, siysî, civakî û leşgerî dide meşandin. Ji ber fikir û daxwezê xwe ev 22 sala di bin tecrîdekî girankirî de li Girava Îmraliyê tê girtin. Ruxmî hemu êrîşan Rêber  APO di paradîgmayê xwe ya jiyana civaka demokratîk, ekolojîk û azadî xweziya jinê de îsrar dike û ji bû aşîtiyek maynde çêbibe jî şerkî mezin dide meşandin.

    Ji bo ku aştiyek mayînde were pêşxistin Rêber APO di têkoşîna ya ku gihîştiye nîv serdemê  7 caran bangewaziya agir bestê kiriye. Lê ev begewaziyê Rêber APO bê bersiv mane. Pêvajuye agir besta piraniya xwe yek alî maye û dijminê dagirker a dewleta Tirkiyê van pêvajuyan ji bûyê xwe wek derfetekî êrîşkirinê bikar aniya.

    Îro jî şefê faşîtst  a dewleta Tirkiyê Erdogan ku bi kiryarên xwe yê beremberê Kurdan Hitler derbaskirye bê navber û bi her awayê êrîş li ser Kurd û Kurdistanê dike. ji bo ku bikaribe deshiladariya xwe berfireh bike amadeye bi hezar bi miloynan însan bikujî û vê yek jî dike. li bakur, başur, rojeveya û rojhelata Kurdistanê, bihezaran însan bû ne hedefê şefê faşît a Erdogan. lê rixmî hemu van sucan û kiryarên dij mirovahî jî Netewan Yekbûyî  yê ku behsa aşîtiyê dike ji van kiryaran re çavên xwe dinuximîne.

     



    KJAR