• EM BI BERZKIRINA TÊKOŞANÊ, BERSIVA QETLÎAMA PARÎSÊ BIDIN

    7 كانونی دووه‌م, 2017

    Di çaremîn salvegera qetlîama Parîsê de, em Rêheval Sara ku pêşenga têkoşîna me ya azadiyê û efsaneya berxwedaniyê ye, Rêhevalên me yên azadiyê heval Rojbîn û Ronahî, bi minetdarî, eşq û bi rûmeteke mezin bibîr tînin, her wiha hêz û mîhwerên ku qetlîama Parîsê pêkanine bi nefret lanet dikin, şermezar dikin. Nêzî mehkemeyê mirina Omer Guney an jî xwedêgiravî ku miribe nîşandana tetîkkêşê qetlîama Parîsê, armanc ewe ku hêzên vê komployê pêkanîne veşartî bimînin û daxwazên wan ên qirêj eşkere nebin.   

     

    Qetlîama Parîsê ku wê ti carî ji bîreweriya jinan û dîroka gelê me neyê jibîrkirin, weke berdewamiya komploya navnetewî ya li hemberî Rêber APO pêş ketiye, di şexsê Rêheval Sara de bi qasî ku tevgera azadiya jinê hatiye hedefkirin, her wiha pêvajoya Çareseriya Demokratîk a ku Rêber APO da destpêkirin jî hatiye hedefkirin. Qetlîama Parîsê di vê wateyê de li ser bingeheke kur a dîrokî, siyasî û îdeolojîk pêk hatiye. Bi qetliama Parîsê ev mesaj hate ragehandin ku wê têkoşîna di navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst, li derdora têkoşîna azadiya jinê kom bibe û li ser vî zemînî wê hesappirsînek pêk were.   

     

    Têkiliyên Rêheval Sara yên bi Rêber APO re, bi qasî îdeolojîk, felsefîk û etîk bûn, di heman demê de li ser esasê dîrokî û civakî xwedî wateyên kur bûn. Heval Sara ku li ser bingeha hevpeymana azadiyê bi Rêber APO re rêhevaltiyê bi ser xist, di têkoşana xwe ya çil salî de, her tim li gorî vê girêdaniyê pêş de çû. Bi dilxwazî beşdarî Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk bû ku Rêber APO ew pêş xistibû û hewil da ku paradîgmayê bi kuranî fahm bike, bi vê sekna xwe her tim di nav ked û hewildanê de bû ku pêvajo ber bi çareseriyê ve biberide. Komploya Parîsê di ve wateyê de di şexsê Heval Sara de ‘Aşitiyê’ hedef girtiye. Mîhwerên faşîst ên ku bi xwînê xwedî dibin, di seri de MİT pêkhateyên kur ên dewleta Tirk û palpiştên wan ên ji derve xwestin ku bêçareseriyê û şer, weke yek hilbijardeyekê pêş bixin. Helwesta Rêber APO bi baldariyeke mezin, sebir û têkoşanê vala derxistina vê komployê bû ye, komploya Parîsê weke Duwemîn Qetlîma Dêrsîmê bi nav kiriye û di vê wateyê de helwesta hesappirsîna komploya
    Parîsê bi awayekî bi hêz pêş xistiye. Devleta Tirk a faşîst ku vê yekê hezim nekir, li hemberî Rêber APO bi pêşxistina tecrîdê, li dijî Tevgera Azadiyê û gelê me konsepta şerekî nû xistiye dewreyê. Li hemberî vê li Bakûrê Kurdistanê di xeta berxwedaniya Sara’yan de berxwedaniyeke bêhempa pêş ketiye.        

     

    Jinên Kurd ku herî zêde armanca vê komployê bi tirsandinê çewisandina wan bû, bi têgihiştin û biryardariyeke mezin a têkoşanê helwesta mezinkirina têkoşîna azadiyê nîşan dan û bi vî hawî meşiyan. Tevgera Azadiya Jinê, şoreşa jinê ku li Rojava destpêkir û hewil dide û têdikoşe ku vê şoreşê li tevahî Rojhilata Navîn û dinyayê berfireh bike , bersiva herî mezin da vê qetlîame û vê bersivê hê jî didomîne. Îro li her çar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat têkoşîna me ya azadiya jinê, di her qada jiyanê de, ji qetlîma Parîsê bi helwesta hesappirsînê pêş de diçe. Îro li Rojava Arînan, li Şengalê Bêrîvanan, li Bakûr Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan, li Rojhilat Zîlanan, Şîrîn Elemhûliyan û Zeynep Celaliyan dibin Sara, Rojbîn û Ronahî. Em weke nasnameya jiyana azad a jinên Rojhilatî û Îranî KJAR, sekn u xeta têkoşanê, ezîm, ruh û biryadayîna Rêheval Sara, li Rojhilat, emê têkoşîna pêkanîna şoreşa jinê bi radîkalî bi civakî bikin.  Emê bi soz û pratika xwe ya pêkanîna Şoreşa Rojhilat ku bendewar û xeyala vê şoreşê dikir, ji bo qetlîma Parîsê bersiva herî watedar û ya ku divê emê bidin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinan û gelê me dikin da ku bi awayekî bi hêz înşaya jiyana azad pêk bînin û li ser esasê berxwedêriya Sarayan têkoşînê berz bikin.        

     

    Koordinasyona KJAR

    07.01. 2017



    KJAR