• تاگەکان: ,

    Wehşetek ji wehşetên Arenaya Roma ye

    13 شوبات, 2023

    Nûjiyan Amed/Endama Komîteya Jinolojî

    Hukumeta AKP’ê ev 20’ sale siyaseta xwe li ser bermahiyên siyaseta komploger a îmha û înkara Kurdan a peymana Lozanê dodomîne. Ji vê yekê re firsatkariya bê exlaq a mirovê nexweş ê ku  di ber sikratê de ji bo nemire diber xwe dide.

    ‘Ji projeya qitilkirina Ataturk re, erê kirin’

    Ev firsatkarî bingeha xwe ji hirsa pîskolojiya desthilatdariyê bingeha xwe digere.  Jixwe wek em dizanin ku fermana îmha û înkara Kurdan li Lozanê sala 1923’an hatiye dayîn. Îngilîzan ji bo modela komara TC, a layîk û mijara gaza binerd a Irak, her wiha Başûrê Kurdistanê Kerkûk û Mîsilê Îngilîzan ji qirkirina Kurdan re bi destê Kurdên bê şeref ê weke çîna navîn (Mesût Berzanî û kesên li dora wî) ji projeya qitilkirina Ataturk re erê kirin. Vê carê jî hukumeta AKP’ê hewil dide ku ne bi navê komara layikî, bi navê komara şereatî, sed salek din jî li ser xwîna Kurdan xwe bidin sazkirin û xwe bi xwîna Kurdan bidin jiyan kirin. Jîrikên nava hukumeta AKP’ê hewil didin ku Erdogan Sultantiya Osmaniya nû xwe li ser piyan bigirin. Ji milê raya giştî tê zanîn ku xwin û xeyalê AKP’ê ji nûde avakirina Osmaniya nû ye. Hewildana AKP’ê bi tevahî hêza xwe ya tarî li ser xeta siyaseta komplogeriya li hemberî Kurdan xwe gihandina sala 2023’an e.

    ‘Tu hêviya guhertinê di nava gel de nehiştin’

    Hukumeta AKP’ê ji bo vî xeyalê xwe bidin pêkanîn,  an wê bi lîstokên komplogeriya mezin bilîzin û sed sala komara TC, ber bi tarîtiya dema navîn de bidin gindir kirin. An jî wê Erdogan hesabê komkujiyên li Kurdistanê yê van 20 salên dawî li pêşberî gelê Kurd,gelê Tirk û giştî gelê Cîhanê wê bide. Tişta heta niha bi destê AKP’ û Erdogan hatiye kirin, çareseriya rêka siyamîn li holê nemaye. Dervî azana Erdogan a ezber, yek ziman, yek milet, yek al û yek dewlet û hirsa desthiladariya mirovê nexweş cûdatir tiştek nemaye. Bi kurtahî ne bi AKP’ê û ne jî di nava pirojeyên muhalefeta 6’maseyî de tu hêviyê guhertinê di nava gelê Kurd û gelên tirkiyê de nehiştin e. Tc ber bi şerekî mezin a pişbirka desthildariya siyaseta bê exlaq ve ber bi sedsalitek nû de dikişkişînin. Tayê bîrî pir zirav bûye û sala nû ji zayînek pir xeter bi gelek haliye. Hukumeta AKP’ê ji têkiliyên dîplomasiya bi navê ewlehî û terorê bi Dînezorek nû ê sedsla xwe afis(hamîle) kiriye. Ji bo wê di kuştina Kudan bê hesab û bê dudiliyek jiyan bike hejmara serê Kurdan her roj didin raya giştî. Yanî çiqas Kurd û zarokên Kurdan li çiya û li deştê bê bando bike xwe ewqas bi hêz dihesibîne. Çiqas çekên kîmesal li ser deşt û çiyayên Kurdistanê bişuxulîne ew qas dikeve çavê ABD’ê û Ewrûpa. Raya giştî ya cihanê jî bi bê dengiya xwe dibin şirîkê van qetliyaman.

    ‘Hewildana AKP’ê û mirovê nexweş, Erdogan’

    Ne tenê li Kurdistanê li dervî welat jî ev komkujî bedewamin. Di 23’çile de li parîsê dibe komkujiya duyemîn ji milê şefê mîtê Hakan Fîdan zilamê mît û Giladyo ve tê pêkanîn. Pir vekiriye ku Eradogan ji bo siyaseta a peymana Lozanê bi ser bixîne, ji milê Nato ve tê xwedî kirin. Tc’ ji bo tîcareta Nato a Rojhelata Navîn tam rista hespê Toroya ji milê Nato ve lê hatiye barkirin. Hewildana AKP’ê û mirovê nexweş Erdogan, bê deng û nefes hiştina Rêber APO bingeha xwe ji vê stratejiya Lozanê digre.Ji xwe Rêber Apo di paraznameyên xwe de bal dikşîne ser vê komploya Lozanê. Raya giştî a herêmî û cîhanî dizane ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û giştî gelên Tirkiyê ji salên 1993’an vir de di nava hewildanê çareseriya demokratîk de ye. Di sala 1998’an û heta salên 2003’ û 5’an bi manîfestoyek nû a projeya netewa demokrtîk, sîstema konfederal da pêşberî nunerê komara Tirkiyê.

    ‘Bi komara Tirkiyê bide pêkanîn’

    Ji bo lîstoka komplo a sedsale ji holê rake bi siyasetek exlaqî di nava tabûta Îmraliyê de her kesê dawetî şoreşa wijdanî kir. Ji bo pêşî li şerê di navbera gelê Kurd û dewleta Tirkiyê ya sedsaleyek din bigire, her kesî dawetî cidiyet û berpiryariyê kir. Ne carekî di nava van 30’salên dawî de 5 car agirbesta yek milî bi PKK’ê da pêkanîn û giştî gerîlayê azadiyê ji qadên Bakur derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Ew nebesbû ji bo niyeta baş em bi hukumet û diwletê bidin hesandin,  ji bo pêvejiya çareseriyê ango aşitiya mayînde bikin du komên aşitiyê ji qismek kadro û welatparêzan berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û peyamên Rêber APO ê çareseriyê dan raya giştî. Li ser vî esasî Rêber Apo li ser masa xwe ya Îmraliyê gelek hevdîtin û nîqaşên çareseriya demokratîk bi parezerê xwe re dane meşanin û li Bakur û Tirkiyê hawayek aramî hatibû hatibû çêkrin. Ev tevde encamê şerê azadî û çareseriya demokratîk, weke niyeta baş  a Rêber APO ê bû. Di sala 2013 û 15’ an de tişta diket ser milê Rêber Apo bi hesasyetek dîrokî xwest ku çareseriya demokratîk bi komara Tirkiyê bide pêkanîn.

    ‘Erdogan yekser bi MHP’re, şirîktiya xwe danî’

    Mixabin hukumeta AKP’ û hêzên dewleta kûr (Giladyo) van derfetên dîrokî  weke lewaziya PKK’ê dîdtin û xwestin ji vê niyeta baş feyda bigirin. Weke tê zanîn vê hesasyeta exlaqî ya Rêber Apo ji nedîtî ve hatin û van derfetin girîng, ji bo xayalê xwe yê Osmaniya nû,  xirckirin. Bi dengê Kurdan xwest lingê xwe tam bide erdê û paşê pê li pişta Kurdan bikin. Jixwe polîtîka heta niha jî didin pêkanîn jî ev bi xwe ye. Dema Rêber Apo rûyê AKP’ê rast ji gelê Kurd û nûnerê Kurd re danî holê Erdogan yekser bi MHP’re şirîktiya xwe danî holê û dest bi girtin û kuştina gelê Kurd kir û tecîta Îmraliyê xiste dewrê. Berî ew dest bi decrîta giran bikin Rêber Apo berdewamiya lîstokên wan ji ber ku texmîn dikir şiyarên pêwîst tu carî di hevdîtinên xwe yê bi parazeran re kêm nekir. Rêber Apo bi zimanek vekirî ji hukumeta AKP’ê re got: “ez xwe ji nava vî şerê vedikşînim êdî hûn û PKK’ê çawa li hev dikin bikin”.  Rêber APO’ planê AKP’ê  ji be ku vala derxist, lewre ewqas bi kîn êrîşê li ser Rêber Apo dide pêkanîn. Qaşo dixwaze destê Rêber APO lewaz bike.

    ‘Berdewamiya komploya sedsalê ye’

    Tê zanîn ku di van 7,salên dawî de hukumeta AKP’ê tevahî derfetên dewletê xist xizmeta şerê qirij ê taybet. Di bin navê şerê li dijî pêşengên gelê Kurd û PKK’ê dewlet nema ku lê parsekiyê nekir. Bi rêbazê xwe yê qirkirina siyasî û qetliyamên ku li ser Bakur,Başûr û Rojava dane pêkanîn ji Helebçeya Sedam ne kêmtir e. Bi şantaja koçberê Sûriyê ji dewletên Awrûpa bi milyarna dolar girt û tevde li dijî gerîlayê azadiyê û li dijî HDP’ê bi kar anî.  Bi piştgiriya Nato tevahî cureyên çekê kîmyasal ê qedexekirî li hemberî tunelê gerîlayê azadiyê bi karanîn. Ev du sale hewil dide ku biryargeha navendî ya HPG’ û YJA-STAR bê bandor bike. Lê di encamê vî şerê taybet de yê têk diçe ne gerîlayê azadiyê ye hukumeta Erdogan bi xwe ye. Ji bo wê nahile dengê Rêber Apo bighîje gelê Kurd û gelê Cîhanê. Ji hêrsa îktîdara xwe çi rêbazek dervî exlaqê mirovahiyê nema ku serî lê nedaye. Bi kurtahî li Îmralî bi rêka saziyan, tecrîd di nava tecrîdê dane pêkanîn ev peyamê berdewamiya komploya sedsalê ye.

    ‘Derî li şerekî dûdirêj vedikin’

    Raya giştî divê baş bizane ku xeteriyek pir mezin li pêşberî gelê Tirkiyê heye. AKP û MHP’ê çiqas di ferqê de ne,  helbet ew dizanin! Tişta li holiye ku pir xeter dilîzin. Li pê lîstokên komplogeriya mezin a duyemîn ji bo 100’ salek din ji derî li şerekî dûdirêj vedikin. Ev hukumet di nava qirîzek mezin de ye. Ji bo dîsa xwe ji vê rewşê rizgar bike li pê lîstokên xeterin. Ji bo xwe li ser textê sultaniyê bigirin sibe çi bikin ne diyare. Bi kurtahî li ser jiyana Rêber Apo qumar dilîzin. Hesabê vê dê ji bo gelê Kurd û giştî gelê herêmê pir giran be. Wahşeta li ser Rêber APO tê meşand ji wahşetek ji wahşetê aranayê Roma wêdetire. Ev tam 25’ salin ku Rêberê  Apo di nava tabûta Îmraliyê de esîr e. Rêber APO xwedî fikrê şerê ezadiya gelê Kurd û tevahî gelên bindest e. Tu mafê dewleta Tirk û nejî mafê hêzên Nato li ser Rêber APO nîne ku wî cezayê muhebetî darizînin. Dervî şikandina zincîrên koletiyê wêdetir tu sûçê ku Rêber APO pê were dîl giritin, li holê nîne.. Ev sîstema Îmralî bi serê xwe zilma herê mezine. Di kesyeta Rêber Apo de zilm û zoriyek bê sînor li giştî girtiyên siyasî û li tevahî gelê Kurd tê kirin.

    ‘Hesabê van kiryarên kirêt, wê were pirsîn’

    Heqîqet ev e, yê li hemberî jin,zarok, ciwan û giştî gelên Kurd û Tirk hesabê dîrokî bide di serî de rayedarên hukumeta AKP’ê, muhalefeta hundurîn û hevkarên TC’ bi xwe ne. Yê rûreş mirovahiyê dike Erdogan û hukumeta wî bi xwe ye. Îşkence û wahşeta li ser Îmralî tê meşandin, jin û ciwanê Kurd heta ku yek ferdek xwe yê bi wijdan hebe dê hesabê van kiryarên kirêt, ji Erdogan û tevahiya şîrîkên wî dê were pirsîn.



    KJAR