• تاگەکان: ,

    Jina azad weke rojê hiltê

    9 كانونی یه‌كه‌م, 2022

    /Nirxandinên Rêber Apo/

    Dîroka 5 hezar salan ya dîroka civaka çînî, herî zêde bi jinan daye wenda kirin. Zordestiya her alî, heqaret, cewaziya cinsî, newekheviya bi her awayî, layiqê jinê hatiye dîtin. Jina ku şewitiye, hatiye şewitandin, ji xweliyên xwe paqij dibe û hewil dide ku ji bin xweliyê derkeve. Hemû mafên ferdî bêyî şert û mercên girêdan û peymanên cûda, diviyabû ji jinan re bihatana naskirin. Ev wek xala yekem û sereke ye, divyabû bihatana destgirtin. Lê belê nenaskirina van mafan çavkaniya xwe ji kûrbûna pirsgirêkê û çavkaniyên dîrokî digire. Ev mijar bi qasî ku bibe beşek civaknasiyê, berfireh û kûr e. Bi bername, pilan û tekoşîna hiqûqî, siyasî ya rêxistinî, bi girîngî û demdirêjî li ser sekinandinê dixwaze. Ev mijareke jiyaniye û ji tekoşînên çînî û netewî him di aliyê cewher û him jî di aliyê şêwe de hîn cûdatir û xweser e. Di mijara azadiya jinê de, heya îro gelek xebatên me ên girîng çêbûn. Ji vir û pê ve jî wê ev xebatên me bidomin. Di mijara jinê de du tiştên ku em dixebitin bikin hene û ev her du jî gelek girîng in.

    Ya yekem: Di aliyê bîrdozî, fikir de azadiya jinê û bi hêzbûna jinê ye. Di aliyê bîrdozî de pir zêde kamilbûna jinê ye.

    Ya duyem: Jin bi xwe bikaribe rêxistina xwe ava bike, xwe bigihîne rêxistinbûna xwe, xwe gihandina asta Azadiya xwe ye.

    Eger ku jin di van her du mijaran de bikaribe rê bigire, encax bikaribe di qada azadiyê de gavên girîng bavêje.

    ‘pêwîste ku jin di destpêkê de xwe nas bike’

    Li gor min; bêyî azadiya jinê, ne gengaze ku şoreşa civakî û azadiya civakê pêk were. Azadiya jinê weke kevneşopiya bi rexnekirina çanda heyî, bi rexneyên kevneşopiyê re gengaz e. Ev jî gelek zor e. Ez dizanim ku ev pir zor e. Têkiliyên niha bi radeyek mezin li ser têkiliyên destavêtin, destavêtinên li ser bedena jinan tên avakirin. Di çanda heyî de zilam, di meyla destavêtina ser bedena jin, bedena jin wek qada destavêtînê de ye. Di mercên niha de gelek zehmete ku zilam bikaribe xwe ji van têgihînan bişo û rizgar bike. Heya ku jin azad nebe zilam jî ji vê rewşê nayên rizgarkirin. Ji xwe ez nabêjim ku jin azad nabe, an jî li ber xwe nade. Lê azadiya jinê, bi şikandina vê jiyana hatiye kolekirin ya heyî û ya hatiye xistin re girêdayî ye. Aliyekî jinê yê ku her tim li ber xwe dide heye. Jin gelek taybetmendiyên ku di zilam de tinene dijîn. Di hinek aliyan de, ji zilam bihêztir e. Ji bo ku jin bikaribe azad bibe, pêwîste ku di destpêkê de xwe nas bike. Ketin çi qasî kûr be, ji bo azadiyê jî divê ew bi qasî berxwedan û kûrbûn hebe.

    ‘Nêzîkatiya azadiyê a felsefiye’

    Ez nikarim hestên xwe ji bo jinan, bi gotinan îfade bikim. Him di mejiyê xwe de, him jî di jiyana we de min hewil da ku ez bibim heval. Bi fikir û vîna xwe, min hevaltiya rast danî holê.

    Ez ji bê jinê vê pêşniyar dikim; Bila jin xwe ji milkbûnê derxin. Ev di pozisyona min de, nêzîkatiya azadiyê ya felsefiye. Heya niha vê nêzîkatiyê berdewam dikim. Jin bi awayê herî kûr, herî zirav, herî bi bandor û berfireh bûye mijara desthilatdariyê, bûye mal. Jina ku koleya hestên xwe ye, bûyereke wisa ye ku di navbera mal û jin, pere û jin de têkiliyeke şidiyayî heye. Lê di navbera jin û aşitî, jin û demokrasiyê de jî têkiliyeke şidiyayî heye. Bazirganî û dewlet, zêdetir karê zilam e û ev ji civakê dûrxistina jinê bi xwe re tîne. Ev li gorî berjewendiyên zilam e. 

    ‘Peyvên Jin û Jiyan pir watedarin’

    pêwîste ‘Xweda’ ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandin e. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pir watedarin. Pêwîste ku jin biqudret, azad û xwediyê biryarê be. Jin pir mutîş bi min ve girêdayî ne. Ew çend ne girêdan be. Jinan sedî sed bi min ve, xwe girêdide nabe. Jin heyîneke bi nirx e. Ji ber vê peyvên jin û jiyan binirxin. Pêwîste ku hûn fêrbûn û nûnertiya formula bi sihr a Jin, Jiyan û Azadiyê bidomînin.



    KJAR