• تاگەکان: , ,

    Di salvegera Komploya Navnetewî de hemû hêzên Komploger şermezar dikin

    13 شوبات, 2020

    Di salvegera 21. a Komploya Navnetewî de em hemû hêzên Komploger û qirker şermezar dikin. Ev 21 sale ku Rêber APO di esareta Îmraliyê ya îşkenceyê de bi awayekê bêhempa li berxwe dide. Em  Îrade û nasnama xwe ya azad, Mîmarê jiyana azad, Rêber APO bi hezkirin û girêdana bê dawî silav dikkin, sozê tekoşînê bilindkirin, pergala Îmraliyê hilweşandinê û bi Rêber APO’re azad jiyan kirinê didin.

    Dîsa rêhevalên me yê ku li hemberê Hêzên Komploger bi şîara “Hun Nikarin Roja me Tarî Bikin û Destên ku dirêjê Rojê bibe em ê, bişkênin” çalakiyên fedayî kirin û şehîd bûn, ji zindan heta çiyayên Kurdistanê û li çar aliyê welat û cîhanê gelê me bu ruhekî fedayî li derdorê Rêbertî xeleka ji agir avakirin. Armanca çalakiyên her hevalakî ew bû ku komployê têkbibe û esareta Rêbertî ji holê rabike. Em tevahî hevalên xwe bi bîr tînin û di xeta rêhevalên fedayî de sozê tekoşînê bilind kirin û şoreşê pêkanînin didin.

    Ev Komplo kurkirina şerê cîhanê ya 3. li ser axa Rojihilata Navîn, bi taybet jî li Kurdistanê armanca gur kirina şer bû. Li hemper Rêber APO Komploya navnetewî di 9 cotmeha 1999’de, Rêber APO ji Suriyê derxistinê destpêkir. Bi navbeynî ya hêzên qirker komploger ev pêk hat di wê demê de, yek bi yek derîyê welatên xwe girtin, têkilî -îtîfaqên nû stratejî û taktikên nû diyarkirin û êrîş kirin. Ev bi esareta 15 sibatê hate bi dawî kirin. Bi vê komloyê xwestin Rêber APO bi fîzîkî îmha bikin û Tevgera Azadiyê jî tasfiye bikin, bi vê rengê qirkirina gelê Kurd pêk bînin. Lewra Komplo di şexsê Rêbertî de li hemberê Tevgera Azadiyê fikr û ramanê azad û li hember tevahî gelan, tevahî gelên azadixwaz, li hember jinên azadixaz bû.

    Rêber APO ev Komplo bi paradîgmaya nû bi astê belavkirina paradigmayê vala derxist. Rêbertî xwe ji paradîgmaya îktîdarî û dewletgerayî xilaskir û paragimaya civaka ekolojîk demokratîk û azadiya jinê destpêkir û ‘Zayîna sêyemîn’ di Îmrali yê de pêk anî. Ev zayîn ji nû ve ji bo tevahî gelên bindest bû rêya azadiyê. Li hember modernîteya kapîtalîst û hêzên kapîtalîst ên kurewî kurama modernîteya demokratîk avakir û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka azadiya gelan, azadiya jinan danî holê. Ev diroka mirovahîyê de yekem şoreş û zayîn e ya ku di şexsê Rêbertî de pêk hat. Di Kurdistan û Rojhilata navîn de şoreşa zîhin, wijdan û ehlaq pêk hat. Tevahî jina bi îlhama tekoşîna azadiyê berê xwe da şoreşa di pêşengiya jin de dimeş e.  

    Dijmin îro dixwaze komployê rojane bike û komployên nûh bixe meriyetê. Tiştê ku berî 21 sala bi ser nexistin îro dixwazin bi ser bixin. Bi taybet bi tecrîda kurkirî li ser Rêbertî dixwazin ev polîtîqaya qirkirinê berdewam bikin. Li beramberê êrîşên topyekun ku li ser jin, li ser galan tê meşandin, di hêla îdeolojîk, siyasî, leşkerî de di hemû hêlan de tekoşîn meşandin girînge. Çawa ku di sala 99’ de, di pêşengiya jin û ciwana bi berxwedana xwe me komplo wala derxist, îro jî bi heman ruh divê em tevbigerin.

    Di sala 1999 de li çar parçe Kurdistanê bi taybet jî gelê me yê Rojhilat rabû ser piya çalakî kirin, li hember komplogeran berxwedaniyekê bê hempa meşandin. Di wan xwepêşandanan de li hemû bajarên Rojhilat me bi dehan Şehîd dan. Bi naskirina felsefeya azadiya Rêber APO, gel li îradeya xwe ya azad xwedî derketin. Îro jî em dibînin ku bi pêşengiya jinan di hemû deman de li Rêber APO û felsefeya wî xwedî derketin di asta herî pêş de ye. Rêber APO di pêvajoya komployê de got “projeya min a nîvî mayî.” Ev proje bi paradigmaya Rêbertî bi pergala konfederal a demokratîk di pêşengiya jin da li her aliyê cîhanê belav bû. Projeya jiyana azad ji bo hemû jinên cîhanê bûye pespektîf, bûye îlhama azadiyê bûye şoreşa jinan!

     Em jî weke KJAR   bi şîara ku “Em li dijî her cûre QIRKIRIN û KOMPLOYAN, yekbigrin têbikoşin û azad bibin”  Li hember hêzên qirkir û komploger, di serî de jinên ciwan, dayikên me yên berxwedêr hemû gelên me di her qadê jiyanê de tekoşîna xwe bilind bikin û Bi Rêber APO re azad jiyan bikin.

    Di vê çarçovê de em hemû jinên azadixwaz, gelên azadixaz û tekoşîna jibo azadiyê tê meşandinê silav dikin. Bi wesîleya ketina sala 22. A komploya navnetewî  dibêjin ku di xeta azadiya jin de ber bi şoreşê ve meşandin û azadiya jinan azadiya gelan misogerkirin encex bi tecrîdê şikandinê û bi komploya navnetewî têkbirinê dibe.

    Komelgayî jinanî Azadî Rojhilatî Kurdistan

    KJAR

    14.02.2020

     

     



    KJAR