• Jİ BO XWE PARASTİNA PÊWÎSTİYA JİNÊ Bİ ARTÊŞBÛNÊ HEYE

    27 ئاب, 2019
     FERAŞÎN BERÎTAN
    Pîvanê xwe parastin him  gerdûn de hem  xwezayê de him jî di mirovan de şertê yekemîn yê jiyanê ye.  Tu zîndî bê parastin nikare hebûna xwe berdewam bike û pêşde bibe.  Lê teybet hebûnekê wekî insan ku xwedî qabîlîyetekî pir mezin e û qabîlîyetekê xwe yê avakirina jiyanê pêşdeye, parastin ji bo wî xwe mayîndekirine.  Lê serdema ku em niha tê de dijîn,  him ji bo mirovahî him jî ji bo jin di terefê civaka zayendparêz de, xwe parastin sûç tê dîtin.  Teybet civaka İranê ku bi hezaran salan jin tê de pêşengtî kiriye,  him xwe û him jî civak parastîye.  Lê niha jin berovajî milê desthilatdaran ve weke yê pêşiya civakê astengek tê dîtin.  Çawa dibe ku ew dayîka xwedavend û zane ewqasî biçûk tê dîtin û di şexsê jinê de êrîşê civak û hebûne dike. Bi teybet roja îro de rewşa jinên Rojhilat û İranê têdene,  ji ber bê mafiya jiyanê bi mirinê re rû bi rûne.  Tenê karê jinê bûye zarok anîn û mezin kirin. Çiqas jinekê bikare baş xizmetî zilam bike û xwestekê wî yê şexsî pêk bîne,  ewqasî jinekî baş e.  Ew karîkatûrê jina ku zilam çêkiriye û li gorî xwe şekil daye de tu carî nikare parastina xwe û civakê bike.  Beriya her tiştî jin divê xwe ronî bike û civaka têdeye baş tehlîl bike. ya  Din divê di derheqê civaka zayendparêzde  xwedî agahiyê rast bin.  Jinekê bê zanabûn hemû cûreyê sepandinê zilam qebûl dike, tu caran nikare pênaseya jiyanê bike.  Divê ji bo her jinekê ew mijara; ‘zewaca di temenê biçûk’  bibe cihê nakokî û ne qebûl kirine. Çima jin di emrekî biçûkde tên zewicandin? Ji bo ku îradeya wê bişkînin, her milî de bê refleks bihêlin, baş terbîye bikin,  di emrê biçûk de tên zewicandin. Zarokê biçûk hîn xwe nas nekiriye, civak nas nekirîye, lê çawa çavê xwe vedike bi tecavûza fîzîkî û çandîre rûbirû tê.  Êdî ji wê jinêre tu hêviyekî xwe parastin û rast jiyan kirine namîne. Ew jin êdî xilas bûye. Zilam ji bo çanda jinbûnê bikuje her cûre rêbazê qirêj bikar tîne. Hemberî çanda tecavûzê a ku  jinê di emrê biçûk de dide zewicandin, rêka herî rast, tekoşîn kirine.  Tu jinekê pêwîste wê qebûl neke. Tu dayîkekî divê wê qebûl neke ku keça wê zû bizewice.  Hemû cûreyên zewacê ji bo jin,  koletiye.  Lê ew cûre zewac,  koletiya kor a modern îfade dike. Serokatî dibêje; ‘dema jin dizewice her tiştê xwe ji dest dide.’  Ew hişmendiya zilam ya ku jin mulkê xwe dibîne, her ku diçe har dibe. Ew zewaca zû  jî harbûn û bê exlaqîya zilam  dide diyar kirin.  Jinekê hîn fêrî xwe parastinê nebûye, di emrê zaroktîde bi êrîşê mezin yê zilam re rûbirû tê. Ji bo hemû jinan ew sedemê tekoşînêye.  Pêwîste hemû jin hemberî vê çanda tecavûzê, hevbigrin û tekoşîn bikin. 
    Teybet weke hêzên parastina jinan, ev ji bo me sedema herî mezin yê tekoşînêye. Teybet beşdarbûna jin di nava artêşêde û bi rêxistin kirina civakê, riya xilasîya jinêye.  Her milî de jin zanakirin, perwerde kirin, xebatekê girîng yê şoreşêye. Teybet wek HPJ, nasnameya jinê dayîna nasîn û naverok dayîna fêmkirin erkê meyê demêye.  Tu jinekê nava civakê bi krîzde nikare xwe biparêze. Encex jin bi artêşbûn û partibûnêve dikare  xwe biparêze. Ji ber ku di dîrok de sedan artêşê zilaman hene.  Lê yêk jî jin, ne parastiye, berovajiya wê, jin perçiqandine. Ji bo wê jî divê serdemê de herî zêde pêwîstiya jinê bi artêşbûnê heye.  Encex em bi artêşbûnê hemberî wê çanda tecavûzê xwe biparêzin.  Ji bona wê hemû jin di warê leşkerîde pervwerdekirin,  profesyonelbûn pêşxistin, şertê jiyanê ye.  Ji bo ku em dijminê xwe vala derxin, pêwîste jin  di warê gerîllatiya nûjende xwe pêşbixîne û dijmin vala derbixîne.  Bi zihniyeta jin, bi fikrê jin şer kirin ji bo me şerte.  Çiqasî jin warê leşkerîde pêşbikeve, ewqas êrîş ser me û ser civakê kêm dibe.  Bêyî ku tirs, dudilî,  ji xwe bê bawerî jiyan bike tekoşîn bilind kirin û di her milîde xwe perwerde kirin girîng e.  Hêviya tu jinekê ne di nava şoreşêde ne di malêde pêwîste ji zilam nebe ji bo ku xwe ji  wî xilas bike. Encex jin bi hêza xweve  xwe bi rêxistin bike, serde biçe û zemînê pêşketinê çêbike.  Alîkariya herî mezin ji bo jin,  fikir û felsefeya Serokatiye.  Divê jin vê baş bizane.  Heya em hevnegirin em ser nakevin. Azadiya şexs û civak jî çênabe.  Ji herdemê zêdetir pêwîstiya me bi hevgirtin heye.  Her jinekê li kur dibe bila bibe divê bi zanebûn bi hêzkirinekê mezin û hêzekî rêxistinkirî ve jinê biparêze û zane bike.  
     


    KJAR