• تاگەکان: , ,

    Lİ DİJÎ ŞİDDETÊ YÊKBİGRE…

    8 ئاب, 2019

     

    Endama Komalgay Jinên Azad ê  Rojhilatê Kurdistanê  KJAR,  Rozerîn Kemanger û Endama Komîteya Şehîdan a  KODAR’ê Avesta Fîraz Herekol tevlî bernameya Rawîn bûn û di derbarê qampanyaya KJAR’ê de nirxandin kirin. 

    Endama KJAR’ê Rozerîn Kemanger da diyar kirin ku bi ragihandina qampanyaya, ‘yêk bigre, têbikoşe, azad bibe’ de armanca  wan li dijî pergala zilemsalarî yekitiya tevahî jinên İran û Rojhilatê Kurdistanê  pêkanîne.   Kemanger wiha axaft; “Niha him li İran him jî li Rojhilatê Kurdistan’ê de qeyranek tê jiyan kirin.  Di nava vê qeyranê de yê ku herî zêde bandor jî dibe jin e.  Rejîma İranê ji bo ku jinê bêdeng bike her cûre zext li ser dike.  Adeta jinê difetisîne.  Armanca qampanyaya me hemû jinên di nava İran û Rojhilatê Kurdistanê de dijîn bi yêk deng û rengî li dijî pergala zilemsalarî tekoşîn bikin.  Her wiha armanç ewe ku jin bikarin di hemû warên jiyanê de aktîf tevbigerin.  Ji ber ku êrîşên zihniyeta zilem ên li ser jinê tekoşînek  mezin pêwîst dike.  Civaka ku jin bi karibe bi rengê  xwe tevlîbibe  ew civak vedigere civakeke demokrat.  Armanca vê qampanyayê jî civakeke demokrat ava kirine.  Di dawiya axaftinên xwede Kemanger got ku,  ji ber ku êrîşên dewletê yên li ser jinê naqede wê ev kampanya jî wek rêbazeke tekoşînê  wê bidome.  Dibe ku demê pêş formatê xwe biguherîne lê ji bo ku bibe dengê hemû jinên Rojhilat û İranê wê aktîf bidome. 

    “Hemû Beşên Civakê Pêwîste Qampanyayê Himêz Bike”

    Endama Komîteya Şehîdan Avesta Fîraz Herekol jî di axaftinên xwe de got ku pêwîste pirsgireka ku jinek jiyan dike bibe pirsgireka tevahî jinan.  Herekol wiha domand; “îro tiştek were serê jinekê sibe dibe ku were serê jineke din.  Ji ber ku di bin dagirkeriya heman pergalêdene.  Dengê her jinekê wexta qut dibe dengê civakekê qut dibe.  Armanca vê qampanyayê jî tevahî beşên civakê de pirsgirekên jin çareser kirine.”  Herekol her wiha da diyar kirin ku çareser kirina pirsgirekan dê careke din bi destê jinê çêbibe û ji bo viya jî pêwîste hemû jinên di nava civaka İran û Rojhilatê Kurdistanê de xwe berpirsiyar bibînin.   Herekol; “Heta ku em pirsgirekên jin çareser nekin em nikarin pirsgirekên welatekê jî çareser bikin.   Viya jî bi destê jinê dê were çareser kirin.  Di vir de rola esasî jî dikeve ser beşên rewşenbîr, akademîsyen û hwd.  Karê ku di vê çerçeveyê de tê kirin,  çanda ku tê peş xistin, nirxê welatê xwe pêş xistin erkê herî bingehîn ê welatparêziye.  Ji bo jinekê erka yekemîn jî li dijî pergalê tekoşîn kirine.   Viya dê jina welatparêz derxe pêş.  Ev kar tenê di saziyan de nabe pêwîste hemû  beşên civakê, gund bi gund, kolan bi kolan bikaribin hembez bikin.   Şîara me,  ‘yêk bigire, têbikoşe, azad bibe’ de armanç jin li dijî zihniyeta zilemsalarî li derdora tekoşînê de yêk kirine.  Ji bo ku  pirsgireka jinê di nava Rojhilatê Kurdistan û İranê de çareser bibe yêk çareserî heye ew jî ewe ku hemû beşên civakê de jin hêza xwe bikin yêk û bi tekoşînek giştî ve tevbigerin.  Bangavaziya me jî ji hemû jinên İran û Rojhilatê Kurdistanê ewe ku bi vî rihî û yekitiyê tevbigerin û xwedî li vê qampanyayê derbikevin.” 



    KJAR