• تاگەکان: , ,

    JI BO KEDÊ TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA

    5 ئایار, 2019

     

    Şayan Cûdîs

     Dema mirov kedê bigre dest lazim e mirov ji civaka xwezayî bigre dest. Ji ber ku mirov bi ked dayîna xwe her tim xwedî rûmet bûne. Pêşengiya wê kedê jî dîsa jinê kiriye. Bi xwêdana ku ji eniya wan hatiye xwe mezin kirine û xwedî li keda xwe derketine. Di civaka xwezayî de jî neheqan dîsa xwestine rûnîn li ser keda ku hatiye dayîn. Mirov nikare wê demê û vê demê ji hevdu cuda bike. Mirovên ku ked didin û dibînin ku keda wan bi encame her dixwazin wê  komînaltir bikin.

    Di rastiya ked dayînê de hesap û plan tu car nîne. Dema ku mirov ji bo hesabê xwe ked dide xweşikiya encamê keda wî/wê jî namîne.  Ji ber ku dema mirov ked dide dibîne ku mirov xweşik dibe.  Encama xweşikbûna mirovan dibe şewq ji bo rûyê mirov jî.  Kesên ku bê ked in mîna Erdogan, Bahçelî û yên hwd.    Bê ked bûyîn, dihêle ku mirov ji hes kirin, heqîqet û xweşik bûna xwezayê dûr bikeve.

    Lê belê mirov dema li roja me ya îro mêyze dike li hemberî kedê ne rêz heye ne jî hurmet heye. Em dibînin mirovên berê her dibêjin em bi keda xwe tên nas kirin, lê îro li hemberî wê kedê faşîzim di asta herî jor de tê meşandin. Mirov lazim e ked dayînê ne tenê di asta pratîkî de bigre dest, li hemberî faşîzmê serî  rakirin jî keda herî mezin û pîroz e.  Rêber Apo: ‘ got mirov bi ked dayînê xweşik dibe.’  Ev rastî di nava me de jî pir zelal mirov dibîne.  Însanên PKK’yî çima evqas serkeftî û xweşik in?  Ji ber ku hemû jî xwedî kedeke herî mezin û giran in. Bi ked dayîne PKK hat heya roja îro.   Dema mirov ked dide mirov dibîne  mirov mezin bûye.  Ji ber ku di wir de xwêdan hatiye rijandin û mirovan xwe ji nû ve ava kirine.

    Bêguman faşîzma ku îro pêk tê, li hemberî keda ku Rêber Apo dide meşandine.  Li hemberî keda mirovan rêzdayîna wan jî nîne.  Em dibêjin kesên ku kedê  didin avakirin jin in, dayik în, lê faşîzim îro wê kedê di nava kolanan de dixişikîne, bi jopên xwe li dayîkan zilum dike.  Di rastiya civakê de li hemberî mezinan her tim hurmet tê raber kirin,  lê di nava zîhniyeta zilamparêz a Erdoxan de tiştek bi vî rengî nîne.  Dayîka ku zarokan jî mezin dike,  ji zaroktiyê ve fêrî kedê dike. Lê polîsên ku îro di bajarên Kurdistanê de wê bê şermiyê dikin, mirov dikare bêjê ku ev xwedî  dayîk û bab in? Dewlet wan kesên taybet ji bo faşîzma xwe bi meşîne mezin dike û li hemberî destkeftiyên gelê Kurd bê exlaqiyê didin meşandin.

    Şerê ku didin meşandin jî ne li gor rastiya şer e.  Di şerê faşîzmê de heya dawiyê bê exlaqî heye.  Faşîzma îro mirov dikare bêje navê wê; 12 hezar polîsên ku birine bajarê Şirnexê ne, erîşên li hemberî dayikan e, bêdengiya ji mirinê re ye.  Lazim e mirov kedê ji hevdu cuda nebîne.

    Helwesta ku îro Leyla Guven jî datîne ked e. Leyla Guven ev hêza xwe ya kedê ji fikir û ramanên Rêber Apo girtiye û keda ku li hemberî xwe dîtiye dixwaze jê re bibe bersiv. Mirov dema li hemberî xwe dibîne ku însanek ked dide,  ji bo xwedî li wê kedê derkeve lazim e mirov jî xwedî ked be.  Di rastiya civaka îro de mirov dibîne ku însanên ked didin gelek kêm in û ji rastiya kedê dûr in.  Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst jiyaneke bê ked û bê fikir dide avakirin.  Însan kirine mîna robotan. Dema civak bê ked be berhemên wê jî gelekî saxlem nabin.  Li hemberî êrîşeke herî bîçûk jî bê hêz dikevin.

    Ji bo mirov bikaribe li hemberî êrîşan xwedî sekin û helwest be lazim e têkoşînek bêhempa bê meşandin.  Lazim e keda ku tê dayîn xwedî lê were derketin.  Cihê ku mirov xwêdan lê dirijîne lazim e mirov bi karibe di wir de jiyanê bide ava kirin. Rêber Apo di tevahî jiyana xwe de çû ku derê însanên wir fêrî ked-dayînê kir. Ked da, îro hemû mirovahî ev keda ku hatiye dayîn dibîne û ji ber wê jî xwedî li Rêber Apo derdikevin.

     



    KJAR