• ji bo hemu şehidên meha sibatê soza bilin kirin û serkeftina tekoşinê didin

    2 شوبات, 2019

                                       

                      Em  seride di şexsê rê heval Vîyan Soran da, hemu şêhîdên meha sibatê li bîr tênin û soza serkeftina tekoşina wan didin.  Meha sibatê di tekoşîna azadiya gelê Kurd de û di dîroka mirovahiyê de meheke tari, reş, man û nemanê ye. Bê exlaqî, bê wijdani û bi  ru reşiya hêzên desthiladar pilaneke tune kirine li ser rêber APO  hate pêşxistin, li beramberi hemu nirxên mirovahi yê heri bahadar wek azadi, demokrasi û wekheviyê bu. Rêber APO ew kese bu ku di sedsaliya 20 dan de geleke  wek gelê Kurd xwedi nufuseke 40 milyon û di Rojhilatanavin de gelê heri qedim bu,  di pençeyên qirkirinê de hewil da rizgar bike, ji bo ku mirovahiya pêşveru ji vê şermê û ru reşiya heyi xilas bike. Di wate de gelê Kurd mafên we yên siyasi, abori  û çandi bide aliyekî hebuna we, diroka we, çand û zimanê we di hate inkar kirin. Ji ber wê jî qirkirin, qetliam, bindestî ji bo wê reva di hate dîtin. Rêber APO bi vê erka diroki ne tenê berpirsyartiya gelek, heman wextê de berpirsyartiya hemu gelên Rojhilatanavîn dani bu ser milê xwe. Ji ber ku di Rojhilatanavin de pirskireka Kurd pirskirêkek bingehin ya azadiyê, demokrasiyê bu, heta pirskireka gelê Kurd  çareser nebuya, pirskirêkên heremê li ser esasê azadiyê û demokrasiyê zehmet bu ku bên çareser kirin.

                      Hêzên komploger yên navnetewî bi hemu hêza xwe hewildan ku pilangeriya 15 sibatê ser bixin û  di şexsê rêber APO  û tevgera azadiya gelê Kurd de mirovahi li rastî taritî û tunebunê  bênin. Lêbelê vîna hebun û azadiyê tu caran û tu hêzek nikare  ji nav bibe. Wek gulek li ser zinarek  şîn dibe û mizgêniya vejinê dide. Yan jî li hember taritiya şêvê, berbanga sibê re wek avabuna rojê. Yêk ji wan tîrêjên rojê ku xwest derdorê rêber APO bibe wek stargehek û mirovatiyê  ji taritiyê rizgar bike yêk jî çalakiya rê heval Viyan Soran bu. Rê heval Viyan dibêje ‘’ez jî dixwazim li derdorî  Rêber APO bibim wek mumek’’ û wek militanek jin,  naxwaze carekdin bi rastiya 15 sibatê re jiyan bike û vêya ji bo xwe wek bê rumetiyek dibîne .Rêber APO dema kete bin esaratê de ji bo jinan got ‘’hun ji min zêdetir dibin çarmixek xeter dene’’ Piştî esareta rêber APO her wextek derbasbu jinan vê rastiyê zêdetir di ruh de, hest de û di fikir de his kirin û jiyan kirin. Bi esaretê re jiyan kirin  her roj, her meh û her sal ji bo jinan û gelê Kurd birîndari, mirin û tunebunê bi xwere dani. Çalakiya rê heval Viyan Soran ya 2 sibatê 2006 de pêş xist, peyama wê ji bo milîtanên azadiyê û gelê Kurd ew bu ku pêwiste em fêri esareta Rêber APO nebin û 24 saet di nav tekoşinê debin ji bo azadiya Rêber APO. Bi vê cidîyetê û hestiyari xwast gele Kurd  tevbigere.

                      Nêzikî çar salin Rêber APO dibin tecritek mutleq kiri de tê girtin. Vaye jî hem wekî tevger hem jî wekî gel ji bo me lewazitiyek heri mezine ku, heta dujmin kariya vê cesaretê û vê hêzê bide nişandan. Wek rexnedayina  vê rewşa li dijî Rêber APO tê berdewam kirin,  İro jî bi  ruh û berpirsyaritîya rê heval Viyan Soran de, di pêşengtiya rê heval Leyla Guven de çalakiyên rojiya birsîbunê li hundir û dervey welat de hatinê pêşxistin. Ji bo azadiya Rêber APO canê xwe kirine mertal û dibên heta serkeftinê şahadet jî bê jiyan kirin emê vê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji ber wê yêkê weki gel û weki tevger bersiva heri watedar ku em bidin şahadeta rê heval Viyan Soran ewe ku di pêşengtiya rê heval Leyla Guven de çalakiyên rojiya birsîbunê ku hatine destpê kirin, em lê xwedi derkevin  û bi mêş û xwepêşandanên  girseyi em bikaribin piştgirîyê bidin van çalakiyane. Eger bi şêwazên cur bi cur çalaki girseyi nebin û tekoşin neyê bilind kirin,  emê weki gel trajediyên giran re ru bi ru werin û emê nikaribin vê pêvajoyê serbixin. Ji ber vê yêkê taybet bangavaziya me ji bo jin, ciwan û gelê rojhilati Kurdistanê ewe ku xwedi çalakiyên rojiya birsîbinê derkevin û heswestê xwe li beramberi faşizme nişan bidin. Li derdorê çalakvanên rojiya birsîbunê li çar perçeyên Kurdistan ê em bibin yêk deng, yêk ruh û faşizmê têk bibin.

    Cardin li heman mehê, 2 sibatê 2016 de endamê meclisa PJAK  rê heval Bêrivan Rojhilat di encami êrişên hewayi yên dewleta faşist ya Turkiye de hate şehit xistin. Heval Bêrivan  jî wek dayikek Kurd, di xeta Rêber APO de pêşengek ji militanen azadiyê bu. Di her kêliya jiyana xwede hemu hewildana wiye we bu ku 24 saet bi Rêber APO re jiyan bike û di nav tekoşin hewildana wiye de bû. Li ser vê esasê em rê heval Bêrivan bi bîr tênin û di şexsê rê hevalên rojê de  ji bo hemu şehidên meha sibatê soza bilin kirin û serkeftina tekoşinê didin.

                                                                                                                                                    KordinasyonaKJAR 

         02. 02. 2019

     



    KJAR