• تاگەکان: ,

    Ji bo Helepçeyên nû dubare nebe, yekane rê têkoşîn e

    16 ئازار, 2018

    Bi munasebeta 30’emîn salvegera komujiya hovane ya Helepçe, hemû şehîdên vê komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya tolhildana hemû komkujiyan dubat dikin. Di vê pêvajoya ku hîna êş û azara komkujiyên wek Helepçe, Qamişlo û Serdeştê di zihnê gelê me de zindî ye, dubare gelê me bi komkujiyeke derveyî mirovahiyê re rûbirû ye. Li Efrînê li hemberî dewleta faşîşt a Tirkiyê nêzîk du mehe têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Ev şer  ji bo gelê Kurd şerê rumetê ye. Li hemberî tank û topên artêşa dagirker a ku duyemîn arteşa NATO’yê ye, gelê Efrînê  xwe kirine mertalên zindî. Şerê ku tê meşandin, şerekî derveyî exlaq û huqûqa mirovahiyê ye. Erdoxan hebûna xwe an jî desthiladariya xwe bi qirkirina gelê Kurd re dixwaze li ser piyan bigire. Dîroka dewleta Tirkiyê tejî talan û dagirkerî, komkujî û qirkirinan e, lê gelê Kurd jî hertim bûye xwedî berxwedan û têkoşînên dîrokî. 

    Di Rojhilata Navîn de hebûn û serkeftina gelê Kurd, projeya demokratîk a gelê me, ne tenê ji bo dewleta Tirkiyê, ji bo hemû hêzên statûkoparêz bûye kabûsek. Dewleta faşîst a Tirkiyê ne tenê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, êrîşen xwe yên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê jî pêk tîne. Herwiha bi dewleta Îranê jî li dijî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, tevgera me ya azadîxwaziyê planên hevbeş tê darijandin. 

    Li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê damezirandina jiyana komûnal û demokratîk ji bo hemû mirovahiye bûye alternatîfeke ronak. Ji ber wê jî êrîşên bêbext û hovane pêk tînin. Di encama van êrîşan de roj nîne ku gelê me neyê qetilkirin. Dewleta Tirkiyê bi şêweyeke hovane li Efrînê jin, zarok û ciwanan qetil dike.  Li hemberî vê komkujiyê di raya navdewletî de tu bertekek pêş nakeve, ev jî hevkariya desthiladaran careke din bi hemû qirêjiyên xwe ve radixîne ber çavan. 

    Li hemberî zilm û zordestiya dewleta faşîst û dîktator ya Tirkiyê, gelê me li seranserê Kurdistan û Ewrûpayê piştevaniya berxwedana serdemê ya Efrînê dike. Ev erk û berpirsyariyeke mirovahiyê ye û ruhê netewî yê gelê me ku nayê şikandin, nîşan dide. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî çawa ku di berxwedana Kobanî de piştgirî da Rojavayê Kurdistanê, îro jî ji bo berxwedana serdemê ya Efrînê helwesta xwe nîşan didin. Ruxmî hemû astengî û destwerdanên dewleta Îranê jî gelê me bêdeng nemane. Gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê wek Seqiz, Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye, Sine û gelek bajarên din çalakî pêk anîn, ev jî nîşan dide ku gelê Kurd di ruh û dil de hertim bi hevre ne. Ev jî cihê şanaziyê ye. Bilindkirin û berfirehkirina van çalekiyan wê dawiya faşîzmê bîne. Di çalekiyan de tevlîbûna pêşeng ya jinan wê li hemberî faşîzma Tirkiyê bibe bersiva serdemê. Berxwedana serdemê a Efrînê di heman demê de berxwedana jina azad e. 

    Ji bo Helepçeyên nû dubare nebe, yekane rê têkoşîn e. Di şexsê şehîdên Efrînê, şehîd Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Îlan Dara û Polat Efrîn de, em hemû cangoriyên azadiya Kurdistanê yên ku di oxira xaka azad de giyana xwe feda dikin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Serxistina têkoşîna şehîdan sonda me ye. 

    Weke KJAR, em bang li hemû jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku agirê Kawayê hesinkar ya ku li dijî zilm û tarîtiyê li quntarê çiyayên Zagrosê hatibû vêxistin, Rojhilatê Kurdistanê divê wek gelê Zagrosê vî agirî gur bikin, ruhê berxwedana Efrînê li hemû bajar û navendên Rojhilat geş bikin. Îro dengê li Efrînê bilind dibe dengê hemû mirovahiyê ye. Ji bo vê yekê jî pêwîste gelê me yê Rojhilatê  Kurdistanê yek kêlî nesekinin, her roj li qadan bin. Li hemberî komkujiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

    BIJÎ BERXWEDANA SERDEMÊ YA EFRÎNÊ!

    BIJÎ RÊBER APO!

    BIJÎ TÊKOŞÎNA JINA AZAD!

    Koordînasyona KJAR’ê

    p.p1 {margin: 0.0px 0.0px 0.0px 0.0px; font: 12.0px Times}
    p.p2 {margin: 0.0px 0.0px 0.0px 0.0px; text-align: right; font: 12.0px Times}

    2018-03-16



    KJAR