• KOMARA ISLAMÎ YA ÎRANÊ TIRS LI HEMBER ŞOREŞA JINÊ

    6 كانونی دووه‌م, 2017

    Arîn Zana

    Ger em meyze bikin  di diroka 38 salan de desthilatdarîya hukumeta (axundî) Îranê, dikarin riwangeha vê rejîmê fambikin.Hûkûmet, dema ku di despêkê de hat  liser hûkûmetê yekem car çarşeva reş xelatî  jinên tekoşerên  Îranê kirin, di rêza despêkê de ne razî bunên li hemberî paşatî yê bûn. Deng û rengê jinê dinava civakê de kêm kirin û hemû hewildanên xwe kirin  rêbazên wek perwerde, ol (dîn), şiddet, zîndan, sêdare…û hemû enerjî û dest karîyên jinê di nava mal de zîndanî bike tenê  ji bo na xizmeta zilam bike bi kar tine.Lê belê jin bi sebeba xwezayî bûn, yeksanî xwazî û her wiha taybetmendîya heqîqet û peyda kirina rastî yan ne tenê ev neheqî qebul nekirine belkî li diji ew meyze kirina rejîm û melayan dijî jin derketine.

     Berxwedana jinan a li hemberî rejîma Îranê ne tenê jinên fars belkî  jinên netewên din jî ji bo mafê xwe yê rewa dengê xwe bilind kirine. Em dikarin bêjîn ku jinên kurd di roja meya îro de pêşengtî ji xebatên jinên Îranê re dikin û jinên ku bi gihijin mafên xwe yên rewa nirxên mezin dane,mînaka herî ber çav serhildan li hem ber rejîma diktator û dijî jin komara îslamî a Îran ku mirina bi ser bilindî li şuna jiyana koletî ya wê sîstemê hilbijart  Ş.Şirin Elemhulî bû, ku bi berxwedana xwe ya bê hempa pelekî zêrîn di dîroka berxwedanî ya jinên kurd de neqişand.

    Jinên Îranê baş dizanin ku eger li hemberî qanonên wê rejimê dengê xwe bilind bikin wê ru bi ru yê girtin, îşkence,  tecawuz û ber bi mirinê ve dibin.  Lê belê hezkirin ji bo na azadiyê wisa dike ku masî ber bi noqî derya yê ve diçe,jinên wek; Nesrîn Sotude , Nêrgiz Mihemdî, Atêna Fêrqedanî  her wiha jinên tekoşer ên kurd, Zeyneb Celaliyan û Efsane Bayezidî ji wan jinên ku serî netewandî (kolnedar) bûne ku ew dengê jinê yê ku hatiye bê dengkirin û lal kirin di nava Rojhilatê Kurdistan û Îranê de.Di cihê ku bê çare bimînin  bi çalakî yên xwe hewil dane ku bibin hêvî jibo jinên ku dibin zilm û sîstema wê rejîmê de di nalînin.

    Rejîma Îranê ji şîyar bûn û zana bûna jina kurd  tirsiya ye, baş dizane  civaka ku jin têda zana bibe nikare koletî qebûl bike.Îro bi sedema jinên kurd bi rêya naskirina tevgera azadîxwazî ya Kurdistan û felsefa rizgarîxwazî ya  Rêber Apo karîne ku rastî ya jinê nasbikin û ew jiyana ku rejîm liser wan de sepandî ye dengê xwe li hemberî her cure êrîş û qirkirinên çi aşkira çi veşartîbin bilind bikin.Ev rejim baş dizane  ku jin hêza rêvebirina civakê ye ji bo na wê jî, hemû rêbazan di ceribîne ji bo na lewaz kirina wê. Ev sîyasetên ku îran bi rêve dibe evin; bi karanîn maddeya  hoşber (ku niha hêjmarekî zêde jin di Îranê de madde bikartînin), belav kirina cihên leş firoşî (faîşetî), nexweşîyên mîna  AIDS, destur nedana xwendina jinan, bê karî ya jinan, bi karanîna jin wek  amûra zarok anînê û pir qanunên dijî jin di qanunên bingehîn ên komara îslamî ya Îranê de cih digrin mînak; “zewaca di temenê biçûk de”. Ev ew siyasetên ku rejîma Îranê dixwaze rola jin di civakê de bê bandor bihêle.

    Li gel ew qas zor û zehmetiyên ku rejîm li hemberî jinan bikartîne, jin roj bi roj zêdetir xwe nas dike û ji bo bigihije jiyaneke  yeksan tekoşîn dike û êdî livan tehdîdên rejîma Îranê û Mela yên wî natirsin, amadene ku canê xwe jî ji dest bidin li hember ê rejîmê tekoşîn bikin. Wekî ku Rêber Apo dibêje; “sed sala 21 în sedsala azadiya jinê ye ” û ew azadî jî bi tekoşîn û yekgirtina hemû jinan pêktê.



    KJAR