• Dîrokek ji tekoşînê

    4 ئازار, 2023

    Beşa Duyemîn

    Aryen Ronî/Endama Akademya Jinolojî

    ‘Tenê pirsgirêkê derengtir dixe’

    Ji ber wê jî derveyi ku tu çavkaniya pirsgirêkê bi xwe çareser bikê, wekî qanûnî sererast kirin, bersiva xwe nabîne ji ber ku wexta ew qanûn dadikevin herêmê, dadikevin nav civakê, bersivê xwe nabînin. Ew sedemên wê ya Sosyolojîk girêdayi xweserbûna erdingariyê ye, yan wexta tu xweseriya wê erdingariyê dixwînê. Bê ku tu pirsgirêkê civakî çavkanî bigre û ji dest pêkê ji dest bigre, nikarê pirsgirêka jinê ya azadiyê û pirsgirêka azadiyê ya civakê jî çareser bikê, yan dibê demkî, teknîk ew çareseriyên ku bersiva wê li Rojhilata Navîn nîne. Yan jî tenê pirsgirêkê derengtir dixe, ku ji rojevê rake. Ji ber wê jî ev sedsala zêdetire li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hem destwerdanên îradeya jinê, hem destwerdanên li hember azadiya jinê berdewam kiriye, li beramberî wê jî tekoşîn û serhildanên jinan dewam kiriye. Ev rewş di dema Komara Islamî ya Îranê de jî derdikeve pêş. 

    ‘Li hemberî komarê serî hildidin’

    Li hemberî wê jî 8’ê Adarê ya sala 1979’an dikarin mînak bidin. Hîn di demên destpêkê ya Şoreşa Islamî de jin serîhildidin, zu bi zu qebûl nakin, hîcaba bi zorê yan jî qedexekirina derketina derve ya jinan, jinan ji qada civakî qewitandin. Jinan ji qada perwerdê û qada civakî qewtandin. Di salên destpêkê de ji bo jinan bûye sedemê tekoşînê ya pir girîng. Di heman demê de wexta em dinêrin di sala 1990’î de jin dîsa li hemberî komarê serîhildidin. Di encama wê de jî hinek reform tê çêkirin. Feqet ev Reform jî heman tişt e, pirsgirêka ji holê raneke, berovajî wê ji bo pirsgirêk derengtir bixîne yan jî temenê desthilatdariya xwe hinek dirêjtir bike.

    ‘Hûn dikarin bedena min teslîm bigrin, bes hûn şerefa min nikarin’

    Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ev 20 salên dawî de jî serhildanên jinan yên pir li ber çav tên jiyan kirin. Ya herî nêz belkî em nasdikin di sala 2017’an de li Tahranê hat jiyan kirin. Vîda Mihabad di 28’ê meha Sermaweza sala 2017’an de li hember qanûna hîcabê terzekî nû ya çalakiyê pêş dixîne. Derdikevin ser cihekî bilind û hîcaba xwe ya spî dixin serê darekî de û bi vî rengî çalakiyekî protestoyê pêk tîn e. Piştî wê kampanya ku li ser medyaya civakî hatibû destpêkirin a bi nav “ Azadiya min ya veşartî” her du kampanya dibin yek û bi çalakiyên çarşemên spî dewam dikin. Ji bo jinên Kurdistanê em dikarin rewş bi du şêwazî binirxînin. Yekemîn her çiqas bandorê Islamiyetê pir tund be jî, li Kurdistanê şîroveya olî her tim li gorî nasnameya xwe bûye. Ev bandorên fewdal olî ya ku di nav civaka Kurd de tê jiyan kirin, li gorî Sosyolojiya xwe ye. Di milê netewî de jî tune hesiband heye, pişaftinek heye, li hemberî wê jî her tim tekoşîna jinan berdewam kiriye. jin tekoşîna xwe di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi du beşan girtiye dest. Yekemîn bandora islama tund, ya duyemîn jî tekoşîna netewî. Di vir de em dikarin mînaka Qedem xêr ber bi çav bidin. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê heval Zeyneb Celaliyan ya ku li hember rêjîmê serîhil dide ji sala 2008’an ve girtiye. Di sala 2010’an de jî dema ku ber bi sêdare ve diçe, heval Şêrîn Elem Hulî ya ku dibêje “ Hûn dikarin bedena min teslîm bigrin, bes hûn şerefa min nikarin”. Her wiha jina kurd Reyhan Cebarî ya ku ji bo parastina xwe ya cewherî pêk tîne, tê sêdarekirin û tu carî poşmaniyê qabûl nake.

    ‘Mirinê dikujin, Pêşeroj ava dikin’

    Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî Şoreşa Islamî,  bi cîhanekî dîstopîk re tekoşîn kirin. Hîn jî bi israrin ku tekoşîn bikin. Lê divê erdingariyê de pirsgirêka azadiyê ya jinê bi Şoreşa Islamê ve yan jî bi komara islamê re sînordar kirin ne rast e. Ji ber ku wexta ku em berê xwe didin Şoreşa Jin Jiyan Azadî, eger tenê mesele bi hîcaba zorî yan jî bi Şoreşa Islamê ve bigrin dest em di maneya wê têgihiştin de jî kêmanî jiyan bikin. Ji ber çi wekî nimune em bidin 5 mehen ev serhildan berdewam dike û mijarê ku kêmba jî car carna derdiket pêş ew bû ku di hinek kesan de  çalakiya ku pêvajoya beriya 1979’an, zêdetir azadî perest girtina dest bû, meselen terafdarên Şah bi vî rêbazî tevlî çalakiyan bûn. Ew rihê ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şiyar bû pir jê wêdetir e. Silogana ku di serhildanê de derdikeve pêş dibêje “ Merd ber sîstem çi Şah, çi rehber” yan dibêjin ji dagirkeran re mirin ha Şah be, ha rehber be. Di wê derê de em dikarin bêjin ku pêşengên rast yên van serhildanan derdikeve ortê ku kîjan fikire û kîjan xwesteke, isyan ne tenê li hember sîstema ku ev 43’ê saliye, isyan li hemberî pergala mêrsalarî ye. Di nav dîmenên serhildanê de dîmenek hebû Jinên Ciwan hîcabên xwe avêtibûn, destê hevdu girtibûn û ew textê di dibistanê de li ser hevokek nivîsandibûn gotibûn “ Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me” ew pênase kirina xwişkbûnê, di esasê xwe de pênaseyekî Femînîzmê ye, pênaseyekî tekoşîna jinan e. Em wexta berê xwe didin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji temenê her piçûk ev hevdu girtin destpê dike û di heman demê de formekî xwe bi xwe avadikê. Jinên ciwan cihê xwe di herî pêş ya çalakiyan de digrin, mirin dikujin û bi vî rengî pêşeroja xwe avadikin.

    ‘Eger jin esîr be, jiyan ji rumetê bê par dimîne’

    Çima ev pêvajo cudaye? Yek sedema wê jî ew e piştî bi dehan salan yekem car di vê erdingariyê de civak hemû û ji netewên cuda jî ya civakê tên li kêleka hevdu, êdî bi vî rengê ferq û cudahiyên Çînî, Etnîk û Mezheb ji ortê radibin. Pêvajoyekî wek ew Jinên Ciwan ku hîcaba xwe avêtin e û destê hevdu girtin e. Ferqa vê şoreşê ji yê din ew e ku hemû kesên bi temen, hemû grupên Etnîk û hemûyên bawerî tînin gel hevdu. Mînak ji rojên destpêkê li Belûcistanê serhildanên ku destpê kirin e û îro jî berdewamin. Her wiha çalakiyê li Loristanê jî pir girîng bûn, li Tebrîzê ew silavên Azeriyan ya ji bo Kurdistaniyan pir girîng bû. Yanî bê ku Sunî, Şîa, Zerduştî û Yaresan bi nasin. Di van çalakiyan de silogana Jin Jiyan Azadî berz dibê, di esasê xwe de ev rêjîma Îranê ya ku dixwestin di nav ol û baweriyan de, bi taybet di nav Netewan, Çînan de ferq û cudahiyan avabikê. Careke din ji ortê radibe, ew hevgirtin bi qevrama itîfaq tenê nikare werê pênase kirin. Peyva itîhad di farisî de vê rewşê pir derdixîne ortê armanca itîhad ew e ku ê din hemû di rastiyekê de bibin yek û vê tiştê bê dem bide berdewam kirin. Di esas de dema ku em berê xwe didin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heger ew pêvajo bighêje merheleya itîhadê ku îro nîşaneya vê yekê pir zêde ne, eger bighêje asta itîhadê êdî hemû ferq û cudaya civakê li kêlekekê dimîne û di derdora jinê de ew îradeya ku hevdu girtin bi hêzekî pir mezin û di heman demê de hêza xwe ji rastiya civakan digre dest û berdewam dike. Ji ber vê sedemê ye ku serhildana 5 mehin nikarin bê deng bikin. Dem bi dem kêm jî bibe û dem bi dem jî wê zêde bibe, her roj zêdetir bi kurahî, zêdetir bi hişmendî tevdigere û berdewam dike. Di heman demê de paradîgmeya Rêber Apo çima ewqas bi kur û hêz tê jiyan kirin, di vir de em dibînin ku Rêber Apo paradîgmeya xwe ji bo civakeke Exlaqî û Polîtîk pêş dixe. Ev civak bi Exlaqî û Polîtîk xwe careke din avadike. Di nav serhildanên Rojhilatê Kurdistan ê de civak tiştekî pênase dibêje “Eger jin esîr be, jiyan ji rumetê bê par dimîne, Jiyanekî ji rumetê bê par nikare bibe azad, ji ber wê jî azadî encex ji jiyanekî bi rumet pêk tê, jiyanekî bi rumet jî encax bi jinan pêk tê”.

    ‘Jin ne Namus e, Rumeta me ye’

    Yekem car civak derveyi namusê qevrama rumet ji bo jinan bi kar tîne, yanî di serdema mêrsalarî de jin wekî namusa civakan tên destgirtin. Feqet vê carê civak nabêje Jîna namusa me bû yan jî ew jinên rastî tecawizê tên namusa me bû, dibêjin rumeta me ye. Ev îradeyekî nû ya xwe avakirinê ye, derfetê careke din ya xwe avakirinê dide pêş. Ev îrade deriyekî nû hem ji bo herêmê, hem ji bo ya giştî gerdûniya tekoşîna jinan de deriyekî nû vedike. Gelek destek ji derve jî hatin jinên Efganistanê li Fabîlê li pêşiya balyozxaneya Îranê kombûn û rewşa Îranê protesto kirin, mînaka herî nêz bû çima ji ber ku li Efganistanê jî ji ber Talîban jin heman rewşê jiyan dikin. Li hemberê wê carna heqîqetekî qîr kirin, bi cesaret rêxistin kirin. Jinên Efgan vê carê cesareta xwe ji şoreşa Jin Jiyan Azadî digrin û dest bi protestoyên xwe li hember Talîbanê dikin. ew derfet heye ku ev rewş bizîvre itîhadekî cîhanî, ji ber ku me got “Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinê ye, ev hêza itîhadê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bilind dibe. Eger bi ezmûnên Kurdistanî û cîhanî re bibin yek dikare ji her serdemê nêztir, sedsala 21’emîn ya azadiya jinê ji pêkhatinê re gavekî din jî nêz bibe, ji ber ku ev bangewaziya Şoreşê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tenê fikirê xwe nabêje, tenê isyan nake di heman demê de dînamîkên xwe yên parastina cewherî jî avadike. Her çiqas ji hêzên Şoreşger hêza xwe bigre jî, em mînakê Îlamê bidin, ji bo Sonya Şerîfî ya ku wê bihata sêdare kirin. Hemû gelê Îlamê li hemberî girtîgeha Îlamê kombûn û gotin eger Sonya were sêdare kirin, em ê dest bi tekoşîna çekdarî bikin, ji ber vê yekê jî rêjîm neçar ma Sonya berde.

    Rêber Apo di vê mijarê de dibêje “ Azadî ger dibe wesîleya azadiyekî nû, wateya xwe heye, ew azadiya avakere, ger azadiya we nabe, wesîleya azadiyekî nû, ew azadiyekî insan esîr dikê ye”. dema ku em serdema Modernîteya Kapîtalîst û Lîberalîzm di lutkê de tê jiyan kirin û azadiya Şah azadiya jinan ya mafên qanûnî derdixe pêş. Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, azadiyekî civakî, azadiyekî jinan tê bi rêxistin kirin û ji wê derê belavî hemû Kurdistan û hemû jiyanê dibe.

    “Eger insan dixwaze bibe insanekî baş, divê bibe Jin”

    Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de têgînekî nû ya zilamtiyê avadibe. Li bajarekî Rojhilatê Kurdistan li Bokanê Bavê Mihemed Hesen Zade li ser gora kurê xwe dibêje ku berê ji bo insanên bixîret, bi namus, bi wijdan digotin wekî çend piyawe. Feqet îro eger insan dixwaze bibe insanekî baş, pêwîst e wekî jinan bê ji ber ku jin ji zilam bi xîretirin. Di esasê xwe de pîvan û rêgezê tevlîbûna zilaman ya vê pêvjoyê jî bi vê gotinên xwe diyar dike. Wekî me got ji namus wêdetir, wekî rumet bi dest girtin. Di heman demê de di ev serdema nîqaş zilamtî herî zêde tê de tê nîqaşkirin deriyekî nû di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de vedibe. Ji ber em meyize dikin di pêncî salên dawiyê de, di giştî cîhanê de, di asta tevgerên emînîst û çepgir de. Ew tevgerên ku zilamtiyê red dikin avadibin. Ew avakirinan li ser çi esasîn e, zilamtiya ku tecawiz dike, ew zilamtiya ku jinan dikuje, eger ew zilamtî be, em ne zilamin ev tevger tên bi rêxistin kirin, gelek navê wan yên cur be cur jî heye. Feqet li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de tenê zilamtiya heyi redkirin na, li şuna wê xîreta xwe yan jî tekoşîna xwe bi nasnameyê jinê pênase kirin derdikeve ortê, li vir insan dikare bêje, ji bo jiyanekî azad, ji bo şoreşa duyem ya jinê. Ew qodên di Şoreşa jinê ya yekemîn de bar dibe, careke din bar dibe û qîr dike. Em dikarin bêjin ku ew qefesa ku di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de sedsalan hatibû avakirin, êdî di şexsê jinê û giştî civakê de tê parçekirin. Ev pêvajoya şoreşgerî, hêza xwe ji kevneşopiya xwe digre û di heman demê de jin jî li ser koka xwe ya dîrokî şîn dibe. Ji ber wê jî ew jin û civaka ku li kolanan berxwedidin, hem karektera xisleta sedsala 21’emîn careke din diyar dikin, hem jî wateyekî nû qavramên azadî û cesaretê bardikin.



    KJAR