• تاگەکان: ,

    Ji raya giştî re

    26 ئه‌یلول, 2023

    Ji raya giştî re, raporterê taybet ê Neteweyên Yekgirtî li karûbarên mafên mirovan li Îranê û rêxistinên navnetewî yên parêzvanê mafên mirovan

    Di dîroka 10’ê  Tîrmeha 1402’an de endama rêxistina me, “Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê” bi navê “Werîşe Muradî” bi nasnava “Ciwana Sine” ku Li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistin ya jinan birêve dibir, li herêmên derdora bajarê Sine ji aliyê hêzên Asayîşa Komara Îslamî ve hatiye revandin û birine ciyeke nediyar.

    Di wê dema borî de tevî hemû şopandinên berdewam a malbata hevala me Werîşe Muradî, derbarê çarenivîsa wê de çi agahî nehatine girtin. Wê mijarê fikarên malbata wê û rêxistina me, “Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê-KJAR”ê li ser rewşa wê zêde kiriye.

    Ji ber ku hêzên rêxisitna sîxurî ya spahê pasdaran û wezareta İtilatê hevala Ciwnaa Sine revandine, Komara Îslamî ya Îranê beramber jiyana wê endamê me berpirsyare.

    Ser wê mijarê em daxwaz ji raya giştî, raporterê taybet ê Rêxistina Netewyên Yekgirtî ji bo karûbarên mafên mirovan li Îranê û saziya navnetewî ya mafên mirovan dikin ku derbarê wenda kirina hevala me Ciwana Sine û senaryoyên saziyên ewlehiyê li dijî wê bêdeng nemînin û karên ku pêwîstin bikin.

    4  Îlona 1402 (26-09-2023)

    Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê- KJAR



    KJAR