• Ji serokê netewî re

    2 ئازار, 2016

     

    Berwar şiyar

    Serokê min bi rastî ez nizanim çawa hestên xwe bînim li ser ziman. Ji ber ku hestên min ewqasî pirin ku ez çiqas hestên xwe birijînim li ser vê rûpelê, ne rûpel têrê dikin û ne jî pênûs

    Tu ji bo tevayî civakan  û tevayî jinên cîhanê re buyî hêz û ronahî. Niha tu di alîyê fêzîkî de ne li cem meyî, lê di alîyê ruhî de hertim bi merayî.em hertim te dixwînin, te hîs dikin, te jîyan dikin û te dinivîsînin. Weke jinekê ji bo xwe kêm dibînim ji ber ku dixwazim te hembêz bikim, bêhna azadîyê di kêsayeta te de bêhin bikim. Dixwazim te bibihîsim. Ew gotinên ku tu dibêjî di mêjîyê xwe de bikolin. Dixwazim te bibînim ew çavên ku te mêze dikin di çavên xwe de qeyid bikim. Tu jî kevokan hez dikî û cîhên kevokan asîmanên şîne. Tu jî ji bo me wek şînê bêdavîya azadîyê yî. Bi felsefe, bîr û bawerîya tere me wateyê jîyanê fêm kir. Jinekî şoreşger li pey te û li şopa heqîqetê digerim. 



    KJAR