• تاگەکان: ,

    EM Bİ BİRYARİN KU Dİ DEMEKE NÊZ DE RÊBERÊ XWE AZAD BİKİN

    19 ئازار, 2021

    Endama fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Faraşîn Mahabad, vê hefteyê bû mêvanê bernameya Ravîn ya telefizyona Aryen. Faraşîn Mahabat di bernameyê de taybet li ser rewşa dawi a ku agahiyen ku di derbarê Rêber Apo de  belavbûye û tecrîda girankirî ku roj bi roj kurtir dibe.

    Endama fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Faraşîn Mahabad di despêka axaftina xwe de berxwedan û tekoşîna Rêber Apo silav kir û wiha domand: “ Herî dawiyê li ser  Medya mecazi  hinek  îda di derbarê jiyana Rêber Apo de hatine belavkirin.  Bê guman ev mijareke ku bi hebûn û tunebûna Kurd ve girêdayî ye û ne tinê mijarekî kesayetiye. Her kes dizane ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e.  Rêberê tevahî mirovahiyê tê nasîn.  Ji ber vê yekê eger jiyana Rêber Apo metirsiyê de be, ev yek tê wê wateyê ku jiyana tevahî mirovahiyê di nava metirsiyê de ye.”

    ‘Dixawazin Pêşiya Tekoşîna Gelê Kurd Bigrin’

    Faraşîn Mahabad da zanîn ku,  AKP’ê pir bi zanebûn van agahiyên kirêt belav dikin û êrîşî Rêber Apo dikin. Feraşin Mahabat wiha wiha pêda çû: “Bi tayîbetî piştî ku AKP’ê êrîşî Garê kir û binketin, di nava hewildanan de bûn ku êrîşê xwe li himberê Rêbertî û gelê Kurd hin zêdetir bikin. Sedemê herî sereke yê ku Rêbertî di bin tecrîdekî girankirî de tê girtin ew e ku, dixwazin iradeya gelê kurd bişkinin û tevgera azadiyê ji tasfiye bikin . Pir caran di nava gelê Kurd de xwestin vê yekê bidin qebûl kirin û Rêbertî weke mirovekî normal bidin nîşandan. Heya niha jî ev yek dewam dike. Ji bo nebza gelê Kurd bigrin îdayên bi vî rengî yên li ser jiyana Rêbertî belavdikin. Lê pêwiste be zanîn ku derbarê serokê me de her gotinên tê ne kirin de em pir bi ciddi dest digrin û hesabê vî yekê jî dixwazin.”

    ‘Bê Serok Jiyan Nabe, Ne Tenê Druşmeke’

    Mahabad, diyarkir ku gelê Kurd êdî jiyanekî bê Serok ji bo xwe qebûl nakin û pêwîste her kes vê yekê baş bizanin. Mahabat hiwa domand: “Yên ku di tecrîd û têkbirina Rêbertî de îsrar dike pêwîste ew jî vê baş bizanin ku wê gelê Kurd jiyanê ji bo wan bike jehir. Bê Serok jiyan nabe, ne tenê druşmeke. Gelê Kurd û di heman demê de tevgera azadiyê ji bo xwe fedakirinê her dem amade ye. Fedaiyên Rêber Apo her tim ji bo her tiştî amade ne. Dewleta Tirk dibêje ku: ‘Ev agahiyên di derbarê jiyana Rêber Apo de hatine belavkirin, ne rastin û tu eleqaya me ji belev kirina wan agahiyan nîne.’ Ev yek ne raste. Ji ber ku bê ahagiya dewletê tu tiştên bi vî rengî nayên belavkirin. Ev saleke tu agahiyê me ji Rêbertî nîne. Çawa ku gelê Kurd ev agahî ango îdayên li ser jiyana Rêbertî bihîstin, li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gel derketin kolanan û gotin: ‘Bê Serok jiyan nabe, heya em agahî ji Serokê xwe negrin wê her kêliyek ji bo me cehenem be.’ Ew girtîgeha ku Rêbertî têde ye dihêle ku her kêlî jiyana Rêbertî di metirsiyê de be. Dewlet jî vê yekê baş dizanin, lê dîsa jî dewlet di vê yekê de îsrar dike.”

    Bi Komploya 1999’an Xwestin Gelê Kurd Tunê Bikin

    Faraşîn Mihabad di dewama axaftina xwe de Komploya ku di sala 1999’an de ya ku li hember Rêber Apo hat pêkanîn şermaz kir û got: “ Roja komplaya ku ser Rêber Apo ji bo tevahî gelê Kurd rojek giran û tarî bû. Di wê rojê de dijminê gelê Kurd careke din hovîtiya xwe bi awayekî vekirî raxist ber çavan. Girtina Rêbertî ne tenê bi destê dewleta Tirkiyê çêbû. Hemû hêzên navnetewi  yên ku îrade û tekoşîna gelê Kurd ji bo xwe wek metirsî û têkbirinekê dîtin di vî komployê de cîh girtin. Lê belê bi van hewildanên xwe ne gihştin encamê, ji ber ku li beramberî vê yekê gel û tevgera Kurd tekoşîna xwe hin bilntir kir û îradeya xwe hin xwurtir kirin. Serketina gelê Kurd serkeftina hemû gelê bindeste. Heta salên beriya 99’an hebûna Kurdan nedihat dîtin, Erdoxan digot: ‘Eger tu bihizirî Kurd heya, eger tu nehizrî nîne’ hemû dewlet bi vî rengî bi nêzî gelê Kurd û tevgera azadiyê dibû. Lê ji sala 1999’an û şûnve êdî gelê Kurd û tevgera azadiyê bi rengekî pir bi hêz û bi tekoşîna xwe, xwe dan îsbatkirin.”

    ‘Emê Bê Serok Jiyanê Ji Xwe Re Heram Bikin’

    Endama Fermandariya HPJ Faraşîn Mahabad di axaftian xwe de bal kişand li ser pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye pêş xistin û bang li gelê kurd bi taybet jî gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku heya agahi ji rêber Apo bê te girtin li qadan bin. Faraşin Mahabat wiha dawi li axaftinê xwe anî: “ Dewleta Tirk her dem bi şêwazên cûr be cûr êrîşî Rêbertî û gelê Kurd dike, her dem bi awayêkî êrîş dike li ser Rêbertî. Dema ku porê Rêbertî bibrinû dîsa xwestin jehrawî bikin  li hemberê vê yekê her dem gelê Kurd ji li ber xwe de, vê yekê protesto û şermezar kirin. Çiqas dewleta Tirk êrîşên xwe zêde dike gel û tevgera azadiya jî tekoşîna xwe xwurtir dike. Gelê Kurd û tevgera azadiyê herî dawiyê tekoşîna xwe bi hemleya ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ ev yek da îsbat kirin ku heya Rêber Apo neyê azadkirin wê tu carî ji qadên tekoşînê xwe nedin paş. Emê bê Serok jiyanê ji xwe re heram bikin. Banga me ew e ku pêwîste tevahî gelê Kurd û bi taybetî gelê Rojhilatê Kurdistanê derkevin kolanan û heya ku azadiya Rêbertî were bidesxistin li ber xwe bidin. Eger zirarek bi qasî serê derziyê bigîhêje Serokatiya me em ê jiyanê li hemû cîhanê tarî bikin. Bila kesek vî yekê ji bir neke ku em fedaiyê Rêber Apo ne.”



    KJAR