• تاگەکان:

    ŞERÊ NAVXWEYÎ XWEKUJÎYE

    2 ته‌مموز, 2021

    ŞERÊ NAVXWEYÎ XWEKUJÎYE
    CIWANA SINE
    Dewleta dagirkerk û faşîst a tirk taybet di vê pêvajoya ku sazî û rêxistinên kurd li seranserê Kurdistanê xebatên yekîtiya netewî bi rengekî çalak dimeşînin de, ji bo ku pêşiya wan xebatan bigire êrîşin xwe bê navber didomîne.
    Ruxmî ku deh hezaran însan li seranserê kurdistan û cîhanê îxanet û êrîşa navxweyî şermezardikin jî devleta tirk êrişên xwe li dijî başurê Kurdistanê bi navben kariya hêzên PDK’ê didomîne. Xeta îxanetê ku ev 38 salin berdewam dike û di hişmendiya gelê Kurd de wek rupelekî reş maye îro bi heman rengê didome. Wekî tê zanîn bi hevpeymana serokkomarê demê Kenan Evren û hukumeta Bexdayê di sala 1983’de arteşa tirk tevî heft hezar leşkerên xwe, di 25’ê gulana 1983’an de operasyonekê li dijî Tevgera Azadî da dest pê kirin. Ku heman demê de ev êrîş dibe dagirkerîya yekemîn a başurê Kurdistanê jî. Ruxmê ku divî êrîşê de heft hezar leşker jî hatibû bi kar anîn disa jî neçarê têkçûyînê bûn.
    Ji sala 1983 yan heya rojameya îro dewleta tirk a dagirker bi dehan car êrîşen bi vî awaye pêk anî. Lê heya îro, yek car jî nekarî serkeftinê bi dest bixe. Dewleta tirkê dagiker ji bo bikarê encamê bigre pêşmergeyên başurê Kurdistanê bikar anî. Şêrê dagirkirinê vegerandin şerê birakuji ye.
    Yek ji van êrîşan jî di 12 cotmeha 1992’an de pêk hat. Devlete tirk a dagirker di vî erîşîde disa 15 hezar leşker bikar anî. Lê ji bilê 15 hezar leşerên xe vî carê peşmergeyên başurê Kurdistanê jî kirin şirike xwe û beşdarê êrîşan kirin. Yek ji pêşengê gerîllayên PKK’ê Gûlnaz Karataş, nasnav; Berîtan di encame vî şerê qirej de, di 25’e cotmeha 1992’an de li Xakurke ji bo teslîm nebe xwe ji zinarên Lelkanê de davêje. Berîtan wek jinekî Kurd a şoreşger lî hemberî xeta xîyanetê xeta berxwedaniye hildibijêre û dibe remza xeta berxwedaniye.
    Îxaneta ku di sala 1992’an de dest pê kiriye heya rojeme ya îro berdem dike. Devleta tirk bi alîkarîya PDK xwe li başurê Kurdistanê bi cîh kiriye û îro 70 binke û baregehên dewleta tirk li ser axa başurê Kurdistanê hatîye avakirin. Li Zaxo û bajaren wek Duhuk, Hewler, Musul, Selhaddin de navendên xwe yê sixortîye avakiriye. Li Batufa, Kanîmasî, Bamernê , Kirîbî, Sînekê, Sîrî, Kubkê, Qumrî, Koxê Sipî, Serê Zer, Gelîye Zaxo û Şeladizê jî binke û navenden xwe yê serbazî avakirine.
    24 nîsanê vîrve devleta dagirker a tirk carekdin sinorên başurê Kurdistanê derbas kir û şerê xwe yê dagirkirin û tinekirina gelê kurd da dest pê kirin. Dewleta tirk bi êrîşa Metîna, Zap û Avaşînê plan dike ku di navbera gelê kurd da şerêkî giran pêyda bike. Bi vî awayê difikire ku serwerîya xwe ya li ser Kurdistanê bi rehetî pêk bîne û encamên ku bi dehan salananê ji bo wî kar dike bi dest bixwe. Hem bi dagirkirina başurê Kurdistanê xwe nîzîkê planê mîsakî mîllî bike û hem jî kurdên ku di sedsala 21’emîn de bûne xwedîye destkeftîyan bê hez bike. Dewleta tirk wekê her carê disa rêbaza xwe yê sedsalê bi kartîne. Ji xwe hîn alîyen kurd berjewendîyen xwe li ser gelê Kurdistanê re dibînîn, bi hevkarî û seknaxwe yî heyî re rê li ber dewleta tirk vedikin daku bigîhîjin armancên xwe.
    Salên 90’î û bi taybet di pêvajoya ku şerê Tevgera Azadîya Kurdîstanê li diji dewleta tirk qonaxa xwe ya herî giring de bû, sîyaseta kuştina kurdan bi destê kurdan ket rojevê. Ev rêbaz heta dest pê ka salên 2000’ê berdewam kir. Lê ji ber encamên qambax êdî beşekî mezin ji hêzen kurdî bon xwedîye wî biryarê ku dawî li vî şerê bêxer bînin.
    Divî pêvajoyê de eşkere bu ku dema dewleta tirk tena serêxwe bimîne tu piştgîrî û alîkarîye ji aliyekî kurd wernegire awê tucarê negîhîje armancên xweyên dagirkeriye. Encama berxwedaniya dîrokî li Zapê û Garê mînakavî ya herî zelalin. Hem şerê gerîlla hem jî hersa gelê başur li dijî dagirkerîyê rê nada ku artêşa tirk bi serkeve. Lawma dewleta ku li hemberê têkoşîna gelê kurd darbên giran xwarin, tîrmeha sala 2015’yan konseptekê nû xistin dewrê. Li gel pêşxîstîne hevkarîya PDK’ê tevnekê sîxorîyê jî di nava gelê başurê Kurdistanê avakirin. Bi vî yekê hem xwestin pêşengên gelê kurd tasfîye bikin, hem jî bi demê re zemînekî şerê navxweyî pêşxistin. Bi tevgerên dagirkerî a salên dawî re dewleta tirk hawîl dide di navbera PKK û PDK de şer derxîne. Bi vî awayê dixazê di vî serdama gîrîng de karasetek mezîn bi destê kurdan pêş bixe û xwe nêzê xweyala zîndîkirina dewleta Osmanî bîke. Ev konsepta ku heta radeyekî gîhîştîye armanca xwe, di nava gelê kurd de metîrsîya şerekî nû a navxweyî pêyda kir. Tevgera Azadîya Kurdîstanê ku ev yek wekê felaketê pênasekirye hîşyarê daku ji bile qurbaniyen canî wê şerekî wiha rê li ber têk çûna tevahî gelê kurd veke. Bi sorkirina hêzên mîtînger û dagirkerê Kûrdistanê, ji sala 1966’an ango bi dest pê kirina şerê Celalî û Barzaniyan re, kurd her gave ji ber şerê navxeyî berdelê giran danê. Ev 55 salin bi hezaran kes hatin kuştin û têkoşîna Azadîya Kurdîstanê her hate asteng kirin. Ruxme awqas mal weraniyê jî naha bi fermana dewleta tirk carek din tê xwestin ku kurd bêrê çekên xwe bidin hev. Aliyekî vî mijarê ku PKK’ye qîrdike ku awê şêrê di navbera kurdan nêpejîrîne. Lê alîyê din jî ku PDK yê, xwe bê dengîye danîye. Naha pirsa ku herî zêde dinava gelê kurd de pêş dike û mijara serkeye evê; gelo serokê PDK Mesud Barzanî yê ku şerê birakujiyê li xwe heram kiribû wê guh bide daxaza kurdan, an wê li gor gotîna xwe ya piştê 5 hezîranê “eme tolê ji PKK’ê bigrin” rê li ber şerê xwekujiye veke. Ger şerekî dest pê bike we ev şer nebe şerê birakujiye. Wê bibe şerê xwekujîye. Ji ber ku pênaseya biratî pir cudaye. Ger nêzîkatî li ser tol rakirinê be, êdî li wî derê tu biratî namîne. Pêwîste ev yek bi vî awayê were pênasekirin.



    KJAR