• تاگەکان: ,

    JINA KU DI RÛMETA MEZIN Û ÇALAKIYA MEZIN DE HUNER, ŞER Û JIYAN KIRIYE YEK

    14 ئایار, 2022

                                                                                                                   Dîlan Garzan spêrtî                                                                                              

    Di meha Gulanê de, em wek meha şehîdan pênase dikin, di şexsa Şehîd Mizgîn, Şehîd Leyla Qasim, Şehîd Heqî Qarer û Denîz Gezmîşan de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîrtînin û serê xwe li ber wan ditewînin. Soza xwe ya ji bo tolhildana şehîd û bilindkirina tekoşîn ê dûbare dikin

    Şehîd Mizgîn li qada Rêbertî di Akademiya Mahsûm Korkmaz de perwerde dîtibû. Piştî akademî Rêbertî wê dişîne Ewrûpa û pêvajoyek li wir kar dike. Ji bo jinan civînan li dar dixe û wan rêxistin dike. Di wê pêvajoyê de bi heval Sozdar Avesata, Elîf Pazarcik û Sakîne Karakoçan re xebat didin meşandin û di sala 1987an de bi navê YJWK(Yekîneya Jinên Welatparêzên Kurdistanê) tevgera jinên azad ava dikin. Di avakirina tevgera jin de kedek mezin ya Rêber Apo heye ku mirov nikare bi tu gotinek pênase bike. Heval Mizgîn him jinan bi rêxistin dike, him jî bi çanda Koma Berxwedan dibe dengê gelê Kurdistan. Heval  Mizgîn; bi Şehîd Sefqan, Şehîd Hogir, Şehîd Serhed, Şehîd Dilgêş, heval Zozan, Xelîl Xemgîn, û Seyîd Xan re bi Koma Berxwedan çand û hunera gelê Kurd a şoreşgerî zindî dike. Mirov dikare bêje ku Hozan Mizgîn bi pêşengiya xwe ya di çand û hunerê de rih da gelê Kurd.

    Heval Mizgîn li herêma Mêrdîn bi salan fermandarî kir û di nav şer de ma. Min cara yek heval Mizgîn li Botanê dît. Em bi hevre heta çiyayê Herekol ê rêwî bûn. Piştre jî rêwîtiya me heta Garzanê berdewam kir û me li wir bi hevre kar kir. Dîtina min ya yekem li Botanê destpêkê civînek hat li darxistin û piştra jî şahiyek mezin çêbû. Kêm zêde 300 heval kom bûbûn û heval Mizgîn derket pêşiya hemû hevalan û stran got, her hevalek jê hêzek muezem girtibû. Çawa hat nav hevalan min wê hembêz kir û jê pirs kir: “Tu Mizgîna ku di Koma Berxwedan de bûy?” Keniya û bersiv da: “Raste heval!” Min dîsa wê hembêz kir û got: “Ez pir ji te hez dikim, dengê te pir guhdar dikim û heta bi dengê te bandor bûme.” Heval Mizgîn got: “Tu dengê Koma Berxwedan guhdar dikî?” Min jî got: “Belê heval!” û piştra bi kelecanek mezin, “ Hevala vesaziya min jî li Garzanê çêkirine, ez jî bi were têm.” Heval Mizgîn pir kêfxweş bû û got: “Pir başe! Em bûn pênc kes. Heval Rehîme Sipêrtî, Nêgiz Qamişlo û Roza Ereb jî hene.” Di nav kêfxweşiyek mezin de dubare dubare me hevdû hembêz dikir. Min dengê heval Mizgîn pir hez dikir. Bi dengê xwe ya mîna bilbilan di dil û mejiyê mirovan de cihê xwe çêdikir. Stranên heval Mizgîn bi hestên welatparêzî ve dagirtî bû û wextê ku mirov guhdar dikir ne gengaz bû ku bandorî çêneke. Mîna Rûbarek gûr û geş diherikî nav jiyanê.

    Heval Mizgîn berpirsyara eyaleta Garzanê bû û kedekê mezin da. Wek jineke ber bi azadiyê ve tekoşîna xwe ya azadiyê dikir, li çiya û bajaran bi rihê xwe yê Apogerî tevdigeriya. Her tim civîn ji bo gel çêdikir û gel rêxistin dikir. Hemû kesên ku heval Mizgîn kar dabûn pêşiya wan taybet jî yên ku di komîteyan de cih digirtin an jî milîs bûn hemû kar û xebatên partiyê dikirin. Bi alîkariya xebatkar û milîsên ku heval Mizgîn bi rêxistin kiribû, li pir cihan erzaq û cebilxane dihatin binerdkirin, jiber ku her tim plan û bernameyên wê yên ji bo pêşerojê hebûn. Di nav komiteyên wê de yek komîte hebû ku hemû ji jina pêk dihat û heval Mizgîn bi wan re bi baldarî mijûl dibû, jiber ku di heval Mizgîn de nasnameya jin esas bû û li pêş bû. Cihê xwe di dilê gelê xwe de taybet jî di dilê jinan de çêkiribû û bi rihê xwe ya ku bi xwezaya jin ve dagirtî bû kar dikir. Di heval Mizgîn de dogmatîzm an jî qalipgerî nebû, jiber kar û xebata ku dikir bi şeweyek zana û bi naskirina civak dikir. Sîstem û displîna xwe jî pir xurt bû, jiber vê jî kar û xebatên xwe di cih û dema wê de dikir. Diket di nav gel de û çawa ku ji wan re civînan çêdikir li kêlekê stranan jî digot. Heval Mizgîn, gel bi van taybetmendiyên xwe li derdora xwe kom dikir.  Dema ku em diçûn gunda her kesek meraq dikir ka hevalên jin çawa çek radikin û di van çiyayan de çawa dimînin. Rojek ez û heval Mizgîn çûn gundê Motkê. Jin nedihatin li gel me, şerm dikirin û hema wisa dûrde li me dinêriyan. Heval Mizgîn çû gel wan, deste xwe avêt li ser milê wan û ji wan re henekan kir, stranan got. Rêbazê ku li hemberî gel, bi taybet jî li hemberî jin bikardanî pir cuda bû. Di xeta Rêbertî de xwe kûr kiribû û heta mirov dikare bêje ku mînaka jina azad bû. Xwedî kesayetek dagirtî bû. Heval Mizgîn him hunermend bû him jî fermandara jiyan û şer bû. Hûnera xwe bi hunera şer re kiribû yek û bi hev re dimeşand. Hunermenda jiyanê bû, lewma hunera jiyanê bi hemû ziraviyên xwe ve di jiyana xwe de pêk dianî. Jiber vî jî nêzîkatiya wê ya li hember jin û xortan pir xweş û balrakêş bû. Her carê kû pirsgirêk derketiba hevalên xort heval Mizgîn esas digirtin. Bi rêbazên xwe ya dewlemend hemû hevala qezenc dikir, moral dida wan û tu caran nediket nav hesabên cuda. Dema ku heval Mizgîn ji Tetwane hat Sason li gel me, civînan çêkir û perspektîfan da. Wextê ku dihat li gel hevalan moral û kelecan jê kêm nedibû. Li Sason wek hevalên jin ez, heval Rûken Garzan, Ş.Nergîz Qamişlo û Ş. Sozdar Kurtalan bûn, heval Mizgîn bi me re taybet mijul dibû. Berê ku heval Mizgîn biçe hevalên xort jî hatin li gel me û me pêkve moral çêkir. Hevalên jin pêşniyar kirin ku heval Mizgîn stran bêje û heval Mizgîn li ser esasê pêşniyarê hevalên xwe stranan got. Pir zêde li gel me nema jiber kû karên wê hebû û pêwîst bû biçûya Tetwanê. Me ji bo wê merasim çêkir, heval Mizgîn xatirê xwe xwest, hemû hevala hembêz kir û got: “Vê carê ezê zû werîm!” Heval Mizgîn bi rê ket û heta ku heval Mizgîn çû çavê me hemû hevalan li wê bû. Heval Mizgîn sê caran li dû xwe nêrî, wê kêliyê çavên me tijî rondik bûn. Dema ku me ji bo heval Mizgîn çepikan lêda, di wê kêliyê de Şehid Kemal ji me re got: “Ez fêm nakim, hûn him digirin him jî dikenin, ev çawa dibe?” Heval Kemal Sipêrtî xwest di wê kêliyê de hinek moral bide me û heta astekî serkeftî jî bû, hemû heval dikeniyan.

    Dijmin her tim derfetek digeriya ku heval Mizgîn bigre, herî dawî sîxûran xistin dewrê û heval Mizgîn şopandin. Rojek heval Mizgîn di mala welatparêzekî de ye û dijmin derdora malê digirin. Ew bi xwe jî dikeve ferqê ku dijmin wê şopandiye. Heval Mizgîn pir xwînsar banî jina ku xwediya malêye dike û dibêje: “Netirse, ger tû deng bibihîsî jî netirse!” Bi vî awayî ji bo ku xwe radestî dijmin neke demance dixe serê xwe û xwe şehîd dixîne. Jina ku xwediya malê bû qet ferq nekirbû ku ewê heval Mizgîn xwe şehîd  bixe, jiber wî jî dema ku heval Mizgîn wisa dike xwediya malê matmayî dimîne. Heval Mizgîn bi hemû xweşikiyê xwe ve di nav xwûnê de de dimîne. Heval Mizgîn di wan kêliyan de çavên xwe li hevalên xwe û li çiyayê Sipanê Xelatê, gola Wanê, çiyayê Karazê û Sasonê digerîne. Tetwan qêr dike û dibirse: “Ka heval Mizgîn?” Garzan bersiv dide û dibêje: “Heval Mizgîn şehîd bû!”  Heval Mizgîn wendahiyek pir mezin bû, bi taybet jî ji bo tevgera jin wendahiyek pir mezin bû. Lewma heta xwûn di demarên min de bigere ezê li pey şopa hevalên xwe yên wek Mizgîn bim. Wê meşa min a azadiyê jî li ser heqîqatê heval Mizgîn be. Çawa gel şehadeta heval Mizgîn bihîst, bi hezaran daketin kolan û qadên Tetwanê û cenaze ya heval Mizgîn pêşwazî kirin. Dengê qêrînên gel digihaştin heta ber erş û esman. Jiber van helwestan dijmin xwe negirt, asteng kir û nehişt ku gel cenaze ya heval Mizgîn bigre. Lê dîsa jî gora Şehîd Hozan Mizgin li Tetwanê bûye cihê ziyaretgeha gel. Piştî şehadeta heval Mizgîn bi sedan kes berê xwe dan çiyan, navê heval Mizgîn li xwe kirin û çeka wê rakirin.

    Ez pir bi şans bûm ku min Şehîd Mizgîn naskir û pêre hevaltî kir. Min ji wê; di derbarê nasnameya jin de, di hevaltî de, di felsefe-îdeolojiya rêxistin de û hwd. pir tişt fêr bûm. Bîranînên me yên cuda cuda hene, taybet wextê ku em diçûn nav gel, ev pratîkên me pir bi reng derbas dibûn. Rojek em dîsa çûbûn gundeke Tetwanê û heval Mizgîn civîn çêkir. Piştê civîne heval Mizgîn li min mêze kir û pirs kir: “Civîn çawa derbas bû?” Min got: “Ez heyranê fikrên te, axaftinên te me! Gelo ezê ji bikaribim rojek wek te biaxifim?” Heval Mizgîn hizirî û got: “Ger mirov bixwaze her tiştî fêr dibe. Min jî berê nedikarî xwe baş îfade bikim, di nav hevalan de fêr bûm, jiber wî tû jî dikarî.” Heval Mizgîn pir ji hevlên xwe hezdikir û her tim dixwest her tiştên xwe parve bike. Ne gengaz bû ku mirov pêre jiyan bike û jê bandor nebe. Xwe di fikir û felsefê Rêber Apo de kilît kiribû û her tim ber bi wî ve dimeşiya.

    Heval Roza Ereb jî rêveberiya herêma Norşînê bû. Heval Roza ji Lîbya bû û ji gadê Rêbertî sala 1991 berê xwe da Garzanê. Nû ji qada Rêbertî hatibû, hêz û morala kû ji Rêbertî girtibû di nav hevalan de belav dikir. Heman demî di nav rêveberiya jin ya eyaleta Garzanê de cihê xwe digirt. Heval Roza jî bi hewiladan û moralekî mezin kar dikir û ew jî wek heval Mizgîn pir dihat hezkirin. Li wê derê jî însiyatîf piranî di destê hevalên jin de bû. Li eyaleta Garzanê heval Mizgîn û heval Roza him rêveberiya xweser him jî ya giştî bûn. Cara yek li eyaletê Bakur jin di vê astê de rêveberî dikir. Keda ku heval Mizgîn û heval Roza dan ji bo tevgera azadiya jin pir girîng bûn û sekna van hevala bû xeta fermandariya jin. Hevalên jin di giştî eyalet de di kar û xebatan de rengê xwe diyar dikirin. Pir hevalên xort hebûn ku pêşengiya jin qebul dikirin, nirx didan û esas digirtin. Ş.Mervan Otomatîk, Ş.Xeyrî Riha, Ş.Kemal Sipêrtî, Ş.Dilêş Kiçî û Ş.Resul Goyî hinek ji wan hevalan bûn ku him nêzîkatiyê wan beramberî jin him jî nêzîkatiyê wan li beramberî jiyan pêwîste bê minak girtin. Heval Mizgîn di jiyan giştî de atmosferek wusa dabû avakirin ku pênasekirinê wî pir zehmete. Jiber ku heval Mizgîn ev hêz ji Rêber Apo girtibû û dida hemû hevalên ku li gel wê cih digrin. Ji bo ku em bikaribin wekî jin xwe rêxistin bikin di her milî de pir hewildan dida. Seknê we ya jiyanê di nav civak de jî pir deng dida. Tû biçuya kîjan malbatî bandên Hozan Mizgîn hebû. Heval Mizgîn di nav şer de huner afirand, jiber ew fêm kiribû ku hunera herî rast di nav şer de tê afirandin. Lewma jiyanê şoreşgerî her tim bi huner dixemiland. Ez dibêjim ku hunera herî bedew di deng û awazê Şehîd Mizgîn de veşartiye.

    Carekî din em hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînin û wek rêhavalên wan hevala emê heta dawî tekoşîna azadiyê bilind bikin, armanc û xwestekên wan hevala bi cih bînin.



    KJAR