• تاگەکان: , ,

    ‘ HETA SERKEFTINÊ WÊ JIN QADÊN TEKOŞÎNÊ NETERIKÎNIN’

    29 ته‌مموز, 2023

    Di demekî de ku jin, ciwan di azadî de îsrar dikin, Rêjîm jî di girtin, îşkence û îdaman de îsrar dike. Rêjîm, dujminê xwey esasî gelê berxwedêr dibîne, bi her şêwazî hewil dide serkut bike.  Sersala qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî nêzîk dibe, sersala şoreşa mezin a ku bi pêşengtiya jinan bu ronahiyekê bo hemu gelên Îranê, nêzîk dibe, bu wê Rêjîm ketiye nav panîkekî mezin. Bi hêrîşên leşkerî yên milîtarîzekirina Bajar û çiyayan, bi siyaseta girtin û sêdareyan,bi hêrîş birin ser kesên  azadîxaz, hewil dide xwe bi hêz bide nîşandan. Rêjîma ku tirsa herî mezin ji hêza jin jiyan dike, hêrîşên hovane dibe ser jinan. Di rastî de Rêjîm tirsa herî mezin ya hilwaşandina desthilatiya xwe jiyan dike. Tekoşîna jinan darbeya herî mezin li zêhniyeta desthilat a Rêjîma destpot daye, bo wê ewqas bi kîn jinan dikin hedef.  Dewlet bi hebûna xwe  dijî jin, dijî mirovatiyê, dijî hemo nasname û çandên civakane. Rêjîma dîktator, merkezgera bi îdeolojiya netewperest, olperest, zayend perest bi salan hebûna civakê ji nedîtîve hat, bi her şêwazî  xwest gelan di qirkirina çandî, fizîkî re derbas bike . Di şexsê jin de berdewam hewil da jiyanê bikuje, lê serneket, ji ber ku jin bi xwe çavkaniya jiyanê ye. Di şexsê jin de, jiyan carekî din zindî dibe, watedar dibe, mêr û giştî civak rizgariya xwe di rizgariya jin de dibînin. Bi salane jin hember pergala baviksalarî sekinîn, teslîm nebun, têkoşîna xwe bi hêztir kirin.

    Der encama bedîlên pir mezin de ciroska şoreşa jinan hemo Îran û cîhan girte ber xwe, şoreşa ku felsefeya jiyanekî nû afirand. Jinan îdî ev zêhniyeta desthilat di bingeh de red kirin, hemo azadîxaz di armanekî mezin de, weke jin jiyan azadî anî gel hev. Ji bo wê Rêjîm întiqama şoreşê ji jinan digre, lê eger jin li hêrîşan tirsabana, li kolanan, meydan bu Rêjîmê nedixwendin, hemu mal, tax nedixistin qadên tekoşînê. Ji ber ku bi salane jiyan bo jinan zîndane, îşkenceye, qorbaniyê zêhniyeta tekperest, zayendperestin. Jin ji her  kesî zêdetir bedîl didin, di azadiyê de îsrar dikin, ji ber ku jin ji her kesî zêdetir pêwîstiyê xwe bi azadiyê dibînin. Rêjîm zayendperestiyê weke  çeka herî bi hêz dijî jinan bikar dîne, bin navê dîn û exlaq de bê exlaqiya herî mezin dijî civakê dimeşne. Bi zewaca dem kurt(sîxe) zewaca di temenê piçok de, besiçkirina jinan hwd. hewil dide civakê ji exlaq û vicdan dur bixîne, hebûnekî kole bi afirînin. Jinên ku dixazin bi îrada xwe jiyan bikin, sîstema zayendperest red dikin jî, rastî her cure hêrîşên rêjîma destpot tên. Rêjîma îranê jinan weke dujminê xwey esasî dibîne, hêza herî radîkal ku di azadî û demokrasî de îsrar dike, pêşengtiya civakê dike, jine.  Rêjîma Îranê bi sîstema xwe ya zayendperest, dîktatur bu Talîban buye olguya esasî. Du birdoziyên ku hevdu teqviye dikin, ji hevdu hêz digrin, azadiya jin weke xetera herî mezin bu xwe dibînin. Birdoziya rizgariya jin, hilwaşandina birdoziya baviksalar, destpot a dîktaturane. Şoreşa jin jiyan azadî îrada mezin ya guhertin û veguhertinê bi her kesî da îspat kirin.

    10 mehe berdewam şoreşa jin jiyan azadî serî ji rêjîmê re netewandiye, jinan qadên tekoşînê neterkandin. Rêjîm dema dît nikare îdî pêşiya pêlên şoreşê bisekine, nikaribu sengerên berxwedaniyê vala bike, hewil da şoreşê ji rê derxîne, bê wate bike. Lê serneket, ji ber ku şoreşa ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, şoreşekî zêhnî, siyasî, civakî bu, şoreşekî ku felsefeyekî pir bi hêz ya jiyanê li pişte. Şoreşekî zanistî bu, jinan bi zanista azadiyê tekoşîn bilind kir, bo wê lingên birdoziya desthilat ya rêjîmê hejand. ev şoreşê rih û mêjiyekî azad afirand. Jin, Ciwan, hemu Bawerî û Netew ji bo serkeftina şoreşê, heta dawî bi îsrarin. Bi pêşengtiya dayikên aştiyê, dayikên ku bedîlê herî mezin didin, hêjatirîn zarokê xwe pêşkêşî azadiyê kirin, tu carî sengerên bexwedaniyê bu jiyanekî azad, dunyayekî azad, naterkînin. Rihê şoreşê, heyecan û hêviyên azadiyê  hertim zindî dihêlên, meydan Rêjîmê re vala nakin. hêvî di azadî û serkeftinê de, têkoşînê hember desthilatî bi hêztir dike.

    Çiqas bin navê laçik( hîcab) de hêrîşî hebûna jinan bikin jî, wê nikaribin jinan, ciwanan bê deng bikin. Polîsên exlaq(geştê êrşad)  nûnerên vilayetê feqîne ku bê exlaqiyê di nav civakê de pêş dixînin, weke şerê taybet dixazin tirsa xwe ser civakê çêkin. jin û civakê ev tirs ji zûda di dil û mêjiyê xweda şikandiye.  Heta îro li giştî  Îran de ji ber mecbûriyeta hîcap jin di hêla civakî û derûnî de hat tepisandin, bi qanûnên şerîat hatin qetilkirin. Bi şoreşa jin re îdî taboyên birdoziya Rêjîmê hemu rûxiyan. Di rastî de jinan îdî li mesela hîcabê derbas kirine,  jin bu mafê xwey bingehîn têkoşîn dikin. Hemu rayederê dewletê 24 saat li ser mesela hîcab diaxifin û dijî jin lêdwan didin, weke ku tenê pirskirêka jinan hîcabe, dixazin daxazên jinan teng bikin, hertim weke rojeva sereke bihêlin. Jîna Emînî weke keçekî kurd bi behana hîcab hat qetil kirin, lê di rastî de hêrîşekî zêhniyeta faşîst ya qirker li hember jin û gelê kurd bu. eger mafê Jîna yê Netewî, ziman, çand, jinbun hebuya, bi behana hîcab nedihat qetil kirin. Bo wê îro jin bu mafê xwey siyasî, civakî, çandî, Netewî ji bu hebûna xwe têkoşîn dikin. Jin eger nebin xwedî îrada xwe ya siyasî, li ser axa azad jiyan nekin, hebûna xwe bi îradeyekî azad û serbixwe neparêzên, wê nikarin bibin xwedî biçoktirîn mafê xwey xwezayî weke liberkirina cil û berg jî.

    Rêjîma dagirker ku hember berxwedaniya jinan bin ketiye, bi şerê taybet, bi îşkenceyê ruhî û fîzîkî qada zîndanê dijî azadîxazan bikar dîne. Bi dehan ciwanên şoreşa jin jiyan azadî li jêr îşkenceyan de şehîd ketin. Lê azadîxazan ji felsefeya” berxwedanî mirov dibe serkeftinê, teslîmyet dibe mirinê” bawer kirine,  zîndan kirine qada tekoşînê. Zêyneb celalyan 16 sale bê rawastandin li hember rêjîma dagirker berxwe dide, ji hemu mafê însanî mehrume. Ji ber ku jine, nasnama wê kurde, îrada xwe ya siyasî diparêze. di şexsê Zêyneb de dixwezin îrada siyasî ya jinan di zîndanan de bişkînin, lê Zêyneb bi berxwedaniya xwe buye sembola di azadî û demokrasiyê  de îsrar. Rêjîm bi hemu polîtîkayê xwenî şerê taybet, wê nikaribê îrda azad li zîndanan de bişkîne. Zêyneban berxwedanî, tekoşîn weke çandekê li zîndanan de ava kiriye.

    Niha hemu qadên jiyanê, qadên kar weke hûner taybet sînema, verzîş, bijîşk, mamoste hedefa saziyên dewletêne.  Rolekî mezin yê hunermendên jin di şoreşê de hebu, bu wê Rêjîm hêrîşekî mezin dibe ser hunermendan, dixaze bê deng bike. her roj kefan li wan dixwe, heqaret dike, ev bêçaretiya Rêjîmê li hember azadîxazan dide diyar kirin.

    Lazime her ferdê civakê di zanista azadiya jin de xwe kur bike, ser vî esasî xwe perwerde bike. azadiya jin azadiya hemu Netew, Bawerî, rizgariya Ekolojî û erdnigariya ku gel li ser jiyan dikine. Kuştina jinan li jêr navê her peyvê de, hêrîşên sîstematîk yên Rêjîmê ne. hêrîş li ser îrade û potansiyala esasî ya jin jiyan azadiye. Pêwîste civaka me îcaze nede zêhniyeta zayendperest jinan bi navê namos de qetil bike. Rêjîm bi zagon û şerîetê kuştina jinan meşru dike, zilamên jin kuj diparêze. Di demekî de ku şoreş bi pêşengtiya jinan mirovatiyê li jêr pergala baviksalarî a tarîkperest  rizgar dike, kuştina jinan bi navê namos de, bê namositiya herî mezine.  Bo wê pêwîste civaka me pir hişyar be, bi rihê şoreşa azadiyê nehêle polîtîkayên qirker yên rêjîmê werin meşandin.

    Weke jin pêwîste em tekoşîna xwe bi hêztir bikin, qadên tekoşînê neterkînin. parastina cewherî di her mal, kolan, tax, hemu qadên jiyanê de bi rêxistin bikin. Wekî ku di serhildanan de jî xuya kir, ya ku pergala zilamê serdest herî zede mecbûrê guhertinên demokratîk kir; têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasî a jinê bû. Weke KJAR wê tekoşîna me ji bo azadiya jinan, azadiya hemu netewan bi rengekî herî bi hêz berdewam bike. Azadî û rizgarî bi rêka tekoşînê pêkane, emê tekoşînê di warê siyasî, civakî, çandî, parastina jin û civakê bi hêztir bikin. Rêxistin kirin, perwerde kirin, hevgirtina jinan pîlan û pirojeyên me yên serekene. Birdoziya Rêjîmê heta niha li hember berxwedaniya jinan têk çuye, bi tekoşîn û hevgirtinekî bi hêz em dikarin dayî li pergala zordest bînin. Weke jin hêza me di hevgirtina me de ye.

    Koordînasyona KJAR

    29-7-2023



    KJAR