• Azadiya Civakê demokrasiya hemû gelan e

    13 ئه‌یلول, 2023

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Jiyan Herdem vê heftê bû mêvana bernameya Şîlan a Dengê Welat. Mijarên ku di bernamê de hatin gûftugokirin, Tecrîda girankirî a 29 mehen  li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin her wiha Şoreşa Jin Jiyan Azadî a ku bi pêşengtiya jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû destpêkirin.  

    “Rêbertî doza gelekî îfade dike”

    Endama Koordînasyona  KJAR’ê Jiyan Herdem wiha dest bi axaftina xwe kir; ‘ Em di destpêkê de mîmarê felsefa Jin Jiyan Azadî Rêber Apo silav dikin, em rêz û mênetdariya xwe ji bo Rêbertî diyar dikin. wek ku tê zanîn jî ev 25 sale Rêber Apo dibin tecrîdeke girankirî re derbas dibe û bi tu awayi ne Malpat ne jî Parêzer agahî jê nagirin. Tevahî cîhan dizane, Navnîşana çareseriyê ji bo pirsgirêkê hemû gelan Rêber Apo ye. li tu derê cîhanê ev bê hiqûqî nehatiye dîtin. Her diçe tirs û xofa hêzên dagirker ji fikir û felsefa Rêber Apo mezintir dibe. Rêbertî doza gelekî îfade dike, dozeke ji bo riya tekoşîn û azadiyê. Dema ku em behsê dikin Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelên bindest riya çareseriyê ye. Di kesayeta Rêbertî de niha li tirkiye yê tecrîdeke girankir li ser hemû girtiyên siyasî heye. Di heman demê de polîtîkayekî qirkirinê di kesayeta Rêber Apo de li ser hemû gelan tê meşandin. Li kêleka vê yekî jî berxwedaniyekî dijwar heye, jinên ku dilê wan ji bo azadî lê dide bi hemû hêz û îradeya xwe di nav berxwedaniyeke bê hempa dene’.

    “Mîmarê Şoreşa Jin Jiyan Azadî Rêber Apo ye”

    Heval Jiyan di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha got; ‘ Tevahî şehîdên ku di riya tekoşîn û azadiyê de canê xwe feda kirin e, di şexsê Şilêr Resûlî û Jîna Emînî de wan hemûyan bi minetdarî bibîrtînin. Her şehîdek ji bo me riyekî bangewaziyê ye. êrîşa li ser Şilêr Resûlî û hemû jinan ne cara yekem e, tevahî êrîşên ku li ser jinan pêk tên jî bi destê dewletên dagirkere. Ji bo vê yekê jî sekna Şilêr ji hemû jinên cîhanê re nimûneye. Şilêr Resûlî bi sekna xwe ev peyam da hemû hêzên desthilatdar, tu kes nikare destdirêjî îrada me û hebûna me bike. Ev peyama wê bû bingeh ji bo hemû jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Destpêkê wek serhildanek  bi Jina Kurd Şilêr Resûlî li hember wê zihniyeta zilamsalarî dest pêkir. Piştî şehadeta Şilêr Resûlî, li Tehranê bi bihaneya qanûnê exlaqî Jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên rêjîma îranê ve rastî êrîşeke bê exlaqî hat û gihişte asta şihadetê. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi pêşengtiya her jinan destpêkir û gihişte asta cîhanê. Şilêr û Jîna wesîleyek bûn ku çirûska şoreşa Jin Jiyan Azadî dest pêkir. Di heman wextê de bi sedan Jin, ciwan, dayik û zarok dibin işkence û girtin de canê xwe feda kirin. Ev yek daxwaziya wan a ji bo Azadiyê îfade dike. Her kes dizane ku mîmarê Şoreşa Jin Jiyan Azadî Rêber Apo ye. Hêzên dagirker tev dizanin ku nikarin fikir û felsefa Rêbertî bê bandor bikin, ji ber ku felsefa jiyanê ye û di nav jinên Rojhilatê Kurdistanê û îranê belav bû. Esas bi wê fikir û felsefê gela daket kolanan û bi felsefa Rêbertî Jin jiyan Azadî şoreş dest pêkirin’.

    ‘Jina bi rêxistin kirî dibe jina xwedî hêz û îrade’

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Jiyan Herdem di dawiya axaftina xwe bangî tevahî gelan kir da ku xwedî derketina li şoreşê mezintir û bi hêztir bikin, û got; ‘ wekî KJAR’ê armanca me ji wê deklarasyon, bangewaziya daxwazê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku wekî riyekî nîşandan be. Bi wê deklarasyonê tekoşîn xwe bi kîjan rê û rêbazî xurtir bikin. naveroka wê ya sereke jî hevgirtina Gelan û Jinan di milê tekoşîn û xwe rêxistin kirinê de. Azadiya Civakê demokrasiya hemû gelan e. Ji ber vê jî di milê zihnî de armanca me jê yek ev bû. Ya din jî ku jin bi rastî jî dikarîbin xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku jina bi rêxistin kirî dibe jina xwedî hêz û îrade. Mînak jinên ciwan dikarin xwe birêxistin bikin û komînên xwe avabikin. Heta dayikên aştiyê dikarin hîn bêhtir tekoşîna xwe bi hêztir bikin. Her wiha em tekoşîna dayikên aştiyê bi rêzdarî silav dikin. Di salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî de, bi çalakiyên xwe, Rêxistin kirina xwe û tekoşîn kirinê em bibin bersiv ji hemû şehîdên riya azadî. Ji ber ku her Jinek, ciwanek û zarokekî ku canê di riya azadiyê de kire feda daxwaza wî ew bû ku rojekî azad di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jiyan bike. Pêwîste hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hevgirtinekî xurt xwedî li şehîdên xwe derkevin. Gereke em vê yekê jî bizanibin tu şoreş bê bedel nîn e. Bangewaziya me ya dawî jî gereke em xwedî li mîmarê felsefa Jin Jiyan Azadî Rêber Apo derkevin û di şexsê Rêbertî de xwedî li girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan û hwd derkevin.

    Çekjîn Demhat



    KJAR