• GELÊ ME YÊ WELATPAREZ Û Jİ RAYA GİŞTÎ RE

    17 تشرینی یه‌كه‌م, 2017

    Polîtîkayên tecrît û îzolasyonê ku li derdora Rêberê gelê Kurd Abullah Öcalan tê peşxistin hên jî didome.Avrîla 2015’an şûnde bi Rêberê me re hevdîtin nayên kirin û koalîsyona faşist a AKP-MHP di vê mijarê de ti normên huquqê nas nake, bi pêk anînên keyfî hevdîtîna her tim asteng dike.Rewşa tendûrîstî a Rêbertî her tim weke polîtakayeke şerê taybet li beramberî gelê Kurd û tevgera azadîyê tê bikaranîn.Herî dawî jî rojên derbasbûyî li ser torên civakî giredayî jiyana Rêberê me îddayên ku hatîne pêşxistin weke berdewama plangerîyê ye.Weke ku tê zanîn hevdîtina bi Rêber Apo re, herî dawî sala derbasbûyî ji aliye birayê wî Mehmet Öcalan re bû.Piştî wê hevdîtinê girêdayî rewşa Rêberti heta niha raste rast tu agahî bi kesekî re nehatîye parvekirin.Di rewşa heyî de Rêbere me çawane tu agahîya gelê Kurd û raya giştî nîne. Ji bo rewşa Rêberti peyamên ku dewleta Tİrk bi de bawerî nade û ji bo gelê Kurd tu wateye wê jî nine.Ji ber wê yekê jî di vê pevajoyê de hemû Kurd li ser piyanin û ji bo azadîya Rêberti tekoşîn dikin.

    Giştî cîhan wê baş bizanibe ku rewşa Rêbertîya me ji bo me xeta sore.Berpirsîyare, pêkanînên ku li ser Rêbertîya me werin pêşxistin koalîsyona faşîst a AKP-MHP ye û di dewletên ku rista wan di plangerîye de heye.Rebêrtîya me ji gel,jinan û ciwanan veqetandin di heman deme de pêkanînên kû

    vîna Rêbertîya me şikandin ew hemû polîtîkayên tecrît û îzolasyonê ne.Sala 1998’dan vir ve li ser Rêbertî ya me bi avayekî sîstematîk polîtîkayên îrade şikandinê tên pêşxistin.Ew polîtîka di heman demê de li ser jinan,ciwanan û hemû gelên kû hatine tepisandin de tê meşandin.Lê belê ew pêkanîn tu car serneketine ji ber Rêbertîya me weke şexs xwe ji hişmendîya modernîteya kapîtalist dawerivandiye û bûye mirovekî azad.Karekterê moderniteya kapîtalist bi avayekî herî rast tehlîl kiriye û li beramberî vê pewîste tekoşineke çawa were pêşxistin herî rast Rêber Apo derbasî jîyanê kiriye.Ji ber wê yeke revêbirin hêzên kapîtalîzme beramberî Rêbertîya me binkeftine.Li hemberî hemû pêkanînên plangeran Rêbertîya me plangerî vala derxistîye û serkeftiye.Hêzên înkar û îmhayê ku wê rastîye hezim nakin di şexsê Rêber APO de dixwazin tecrît û îzolasyonê hîn bêhtir kûr bikin.Armanca hemu êrîşan destpêkê dibe Rêbertîya me.Piştra giştî Kurdistanê de polîtikayên êriş û şer dixin dewreyê.Êrîşên dagirker yên li ser Kerkûk,Zap,Şengal û Mexmur’ê ji pêk tên perçeyeke ji van polîtîkayene.Di heman demê de yek ji hedefa van a sereke deskeftiyên Kurdan ên li Êfrîn û Rojava bi dagirkirina Îdlîbe ,kirine perçeyek ji politîkayên xwe.Hêzên planger bi polîtîkayên tasfîye kirina Rêbertîya me dixwazin têkoşîna azadîya gelê Kurd tasfîye bikin. Beramberî Rêbertîya me û Kurdistanê ev polîtîkayên dagirker kû pêşdixin û yên kû rêvê dibin dewletên weke Tirkiye,Îran,Rusya û Amerîka hêzên kû van plangerîyan bi cîh tînin.

    Em weke Jin hertim li derdora Rêber Apo kîlît buyîne ji xwe re esas digrin.Ji ber ku Rêber Apo me ji zîncîrên esaretê xelas kiriye û rêya tekoşîne nîşanî me daye.Rêbertîya me Azadîya Jinê kiriye bingeha hemu azadîyan.Ji ber wê jî rewşa Rêbertîya me rewşa me ye ,tendûrîstîya wî tendûrîstîya me ye,berxwedana wî berxwedana me ye.Weke jin em azadîya xwe di azadîya Rêbertî de dîbinîn.îro serhildanên kû li Awrûpa û li Kurdistanê pêş dikevin pêşengtîya wê jin dikin. Heta Rêbertîya me fîzîkî azad be ev çalakî û sekna me ye bi bîryardarî wê bidome.Weke jinên Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîste qadên tekoşîne herî pêşde cîh bigrin û ji hêzên planger hêsap bipirsin.Sala 1999 li hemberî plangerîye yek cihên ku herî zêde têkoşîn li pêş ket jî Rojhilatê Kurdistanê bû.Roj roja Rojhilatê Kurdistanê’de careke din rihê 1999 derxistinê ye.Di vê mijarê de berpirsîyarîya herî pêş ya jin û ciwanan e.Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi rihe 99 tevlî refên têkoşîne bibin û di tekoşîne de cîhê xwe bigrin.Kesên kû ji Rêbertîya me û ji me re jiyanê dixwazin têxin zindan re, pewîste wê cîhanê teng bikin.Destpêkê jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û hemu gelê me ye Rojhilatê Kurdistanê re bangawazîya me ewe kû li hemberî hêzên planger di nava tekoşîneke aktîfda bin û tekoşîne bi hêz bikin û plangerîye vala derxin. Li ser vê bingehê hemu gelê me re soza me ewe kû, heya Rêbertîya me azad bibe eme bibiryar tekoşînê bidomînin.

    KOORDÎNASYONA KJAR ‘Ê

    @page { margin: 2cm }
    p { margin-bottom: 0.25cm; direction: ltr; line-height: 120%; text-align: left; orphans: 2; widows: 2 }

    17.10.2017



    KJAR