• تاگەکان: , ,

    Jİ RAGİHANDİN Û RAYA GİŞTÎ RE

    25 ئه‌یلول, 2020

     

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj, pirsgirêkên civakî kûrtir dibin. Di serî de jin, li beramberî ciwan, gelên Ereb, Kurd, Beluç, Azerî û baweriyên cuda, desthilateke faşîst ya nefes li wan diçikîne, di arê de ye. Rejîma Îranê di serî de Rojhilatê Kurdistanê li tevahiya Îranê polîtîkayên qirkirina jin-qirkirina civakê zêdetir kiriye. Li beramberî vê yekê her roj bêtir eşkere dibe hêza bingehîn û çalak ya têkoşînên azadî û demokrasiyê li Îran û Rojhilatê Kudistanê jin in. Di salên dawiyê de yên ji hemû çalekî û xwepêşandanên li Îranê re pêşengtî kirin jin bûn. ji bo faşîzm, otokrasi,  newekhevîtiya ku rojane bilind dibe, ji holê rabe yên radibin ser piyan jin in.

    Rejîma Îranê, li beramberî teleba civakê ji bo demokrasî û edaletê, bi kiryarên îdam, îşkence û girtinan dixwaze hêzên demokrasiyê biperçiqîne û lewaz bike. Ciwan û jinên ku dike binçav di mehkemeyên formalîte de, bi biryarên herî hovane, dij-mirov û dij-huquq ku li tu devera cîhanê nehatiye dîtin, bi sizayên pir giran û îdamê mehkum dike. Îran ji bo desthilata xwe ya faşîst, otokratik û mezhebperest li ser lingan ragire, nirxên ku di dirêjahiya dîrokê de  ku wek edalet, demokrasî û wekhevîtiyê hatine afirandin binpê dike, ji bo nerazîbûnên demokratîk yên gel biperçiqîne, serî li her rê û rêbazê dide. Li Kurdistan û Îranê şura ku bi navê edaletê danine li ser stuyên mirovan ne şura edaletê ye, şura bêdadi û qirkirinê ye. Di destên qaziyên rejîmê de şuna teraziya edaletê, serê (kele) mirovên berxwedêr û jinan heye. Di vî warî de, em dibêjin li Îranê demê wê ye ku li beramberî faşîzm, bê edaletî, zayendperestî, otokrasi, mezhebperestî û îdamê parastina edalet, demokrasî, wekhevî û jiyana azad bikin. Ji bo vê jî bi dirûşmeya “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jin, Dema Parastina Jiyana Azad e” bilindkirina têkoşînê ne be nabeye. Em jî wek KJAR diyardikin ku; bi dirûşmeya “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jin, Dema Parastina Jiyana Azad e” hamleya PJAK û KODAR ku hevbeş li Rojhilatê Kurdistanê di çerçuveye hemleya “BESE Jİ BO TECRİD, FAŞİZM Û DAGİRKERİYE RE, DEMA BİDESTXİSTİNA AZADİYE YE”de ku “NA BO SÊDARE, BELÊ BO DEMOKRASΔ hatiye destpêkirin, tevlê dibin.

    Li derdora vê dirûşmeyê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di serî de jinên şoreşger demokrat, hemû civak wek yek destê, di eniyeke hevbeş de têkoşîna xwe bimeşînin û bilind bikin. Li kêleka daxwaz û telebên xwe yên azadiyê, pêşengtiya jinê ji bo telebên demokrasî û azadiyê ya civakê jî girîng e. Bêguman heya azadiya Rêber Apo ku ji bo azadiya jinê kedeke bêhempa daye û paradîgmeha ‘Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadi xwaziya Jinê’ pêş xistiye, pêk neyê negengaz e ku azadiya jinê jî pêkan be.

    Hemû qadên ku Kurd lê dijîn, li jêr êrîşên dagirkerî û faşîzmeke giran de ne. Bi heman şêweyî li beramberî gelan û jinan jî kiryarên wiha di dewrê de ne. Dema em li sedema zêdebûna van zextan mêze dikin dibînin ku li jêr de şertûmercên tecrîda giran a li ser Rêber Apo pêk tê, veşartî ye. Lewre dirûşmeya hemleya me ya bi navê “li Dijî Sêdare û Qirkirina jin, Dema Parastina Jiyana Azad e” di nav xwede yek bûnek di hewîne. Bi qasî ku jinan elaqedar dike, awqasê jî pêwendiya xwe bi Kurdan, gelên herêmê û hemû alîgirên demokrasiyê re jî heye.

    Em dizanin ku bingeha polîtîkaya hişk ya li ser Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Rêber Apo tê meşandin, komploya ku 22 sale ji hêla hêzên navnetewî tê meşandin, armanca wê ewe ku di şesxê Rêber Apo de hêvî û lêgera azadiyê ya jin, gel û beşên bindest astang bikin. Tekane rêya derketin ji rewşa krîz û qeyrana Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku bi navenda Rojhilata Navîn pêk tê, felsefeya jiyan û sîstema Konfederalîzma Demokratîk ya ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin e. Ev ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên cîhanê jî dikare were gotin. Bi vê sedemê hêzên mêtînger-faşîst ji nêrîn û hêza ramanên Rêber Apo, di aliyê bandorkirin û pêşvebirina têkoşîna gelan ditirsin. Sedema serekeya ya pêşxistina sîstema “Tecrîda Mutleq” ya Îmraliyê ku tu mînakên wê di cîhanê de tune ye, ji vê tirsê tê. Sîstema Îmraliyê encamê îtîfaqa hêzên emperyalîst e. Ji ber gel, jin û bindest ji felsefeya jiyanê ya Rêber Apo bandor dibin û hêviya xwe ya azadiyê di wê de dibînin.

    Ramanên Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê, di roja îro de hêza pêşeng ya şoreşa civakî ên li Rojhilata Navîn e jî. Ji bo gelan, jinan, baweriyan û bindestan hêviya azadiyê ye, rê û rêbaza jiyana azad û hevbeş pêşkêşî hemû cihêwaziyên civakî dike. Bi vê sedemê ve girêdayî em jin Azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe dibînin. Ji ber vê jî ji bo azadî, tendirûstî û ewlehiya Rêber Apo, gur û geşkirina têkoşînê rojeva me jinan ya sereke ye. Ji bo tecrîdê bi tevahî ji holê rakin û Rêber Apo azad bijî û azad kar û xebatên xwe bide meşandin em jî dibêjin ‘Dem Dema Azadiyê ye’. Di çavkaniya tecrîda li ser Rêber Apo’de, paradîgmeya azadiyê ku di derbarê jin û gelan de pêş xistiye, veşartî ye. Tecrîd tenê bi fîzîkî nîne, bi armanca ku nêrînên Rêber Apo negihîje civakê jî pêk tê. Dibe ku Rêber Apo di nav tecrîdeke “Mutleq ya Îmraliyê” de êsîr tê girtin, lê rejima Îranê jî ji bo ramanên Rêber Apo li Îranê belav nebe  bi kiryarên pir hişk  qedexeyên ramanî pêk tîne. ji ber tirsa hilweşandina desthilatdariya xwe tecrîdeke wiha hişk pêk tînin.

    Ji ber vê, divê careke din were gotin ku ‘Tecrîda Mutleq’ ya li ser Rêber Apo pêk tê, li beramberî hêviya azadiyê ya gel, jin û hemû beşên bindest e. Lewre dawîkirina tecrîdê wê rêya hemû mirovanên ku dê rêya lêgera azadiyê de ne veke. Ji ber vê yekê em armanc dikin bi hemû kesên di lêgera azadiyê de ne, yên li beramberî sîstema dagirker serî radikin, bigihîjin wan û di xalên hevbeş de hevgirtî têbikoşin. Sedemên ku jin, Kurd, gelên herêmê û hemû derdorên demokrasîxwaz dîjîtiya faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê bikin, pir eşkere ne. Herwiha di şertûmercên giran ên heyî de zemînê meşrû yê mezinkirina têkoşîna azadiyê jî pir e. Em ji 7 heya 70 salî, bang li hemû jin û gelan dikin, li beramberî kiryarên faşîstane, dagirker û tecawuzkar ên dewlet-zilam serî rakirin. Ji bo faşîzm, dagirkirin û qirkirina jinê bi dawî bibe beşdarbûna jinan ji bo hamleya ku bi durişma  “Li Dijî Sêdare û Qirkirina jin, Dema Parastina Jiyana Azad e” destpêdike çi qas zêde be û her ku dengê têkoşînê bilind bibe, wê awqas jî ruhê netewî, yekitiya civakî û azadî jî neçar pêşbikeve.

    BİJÎ RÊBER APO

    DEM DEMA AZADİYE

    Lİ DİJÎ SÊDARE Û QİRKİRİNA JİN, DEMA PARASTİNA JİYANA AZAD E

    25.09.2020

    KOORDİNASYONÊ KJAR

     

     



    KJAR