• تاگەکان: , , ,

    Ji Raya Gîştî û Ragihandinê re

    22 ئاب, 2019

    Zihnîyeta faşîst a AKP-MHP, mîna dîtatorên ku desthîlatiya xwe windakiriyî, ji her cûre zanebûnek dûr, êrişê li ser destkeftiyên Kurdan dike.  Di hilbijartinên 31’ê Adarê de, rixmê ku ittifaqa faşîst a AKP-MHP  di Kurdistanê de serî li her cûre lîstok û hîleyan dan jî, di sindoqan de îradeya gelê Kurd serkeft.  Xwedan zihniyeta faşîst AKP-MHP,  di Kurdistanê de dema ku rixmê hemû fêel û bazên xwe jî di hilbijartinan de serneket,  wekî hemû dîktatoran serî li rêbazên antî demokratîk da.   Şûna Serok şaredarên HDP yên ku ji aliyên gel ve hatibû hilbijartin kayyum erkdar kirin û desteserkirina vîna gelê Kurd hate çêkirin.

    Sala 2016 jî şaravaniya  mezin a Amedê jî di navde gelek şaredarî ji aliyê zihniyetên faşîst ve hatin dagirkirin. Li hemberê dagirkirina zîhniyeta faşist a AKP-MHP,  gele Kurd,  roja 31 Adar’ê carekî din vina xwe diyar kir. Gelê Kurd, bi vi helwestê xweve  bersivekê xort da nêzikbûnên  zîhniyeta faşist a ku anti demokratik tevdigere û dagirkeriye dike. 

    Zihniyeta ku yek alibûn û nijad perestîye pêşdixe, tu şewazê pêşketina hebûna gelê Kurd hezim nakê, îro jî li hemberê demokrasiyê darbeyek sîvîl pêşdixinê.  Zîhniyete faşist AKP-MHP li hemberê vîna gelê Kurd encex 4 meh û 19 roj xwe girtiye.

    Ev çar sal zedetire  Tirkiye li ser esasê zîhniyete faşist AKP-MHP bi OHAL ango  rewşa awerte ve tê rêvebirin.  Ev yêk di rastiya xwe de tirkiye mahkumê siyaseta dagirkeriye kirine. Faşizma AKP-MHP di serî de dagirkirina vîna gele Kurd û gelên tirkiyêye.  Ev yêk rewşêkê ku bê qebûl kirin nîne.   

    Di  Tirkiyê de pêvajoya kayyûman  bi serê xwe pêvajoyekî gendelî û dagirkeriyêye. Dema mirov li îcraatê wan mêze dike tê dîtin ku gotina gendelî pir sivik dimîne.  Ev  rewş bi serê xwe talankirina nirxên gele. Destdayîna li ser şaravaniyan berhemê zîhniyetekî talankar e.  Û li ser vê zîhniyetê  projeyekî mezin ya dagirkirin û talankirina şaravaniyê tê esas girtin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP di ware aborî de têkçûyînek mezin jiyan dikin.  Bi desteserkirina şaraveniyan ve dixwazin qeyrana aboriyê ku jiyan dikin sivik bikin. Siyaseta AKP  hem li hundir û hem jî li derve xitimandinekê jiyan dike ji bo derbazkirina vê xitimandinê jî êrîşî li ser  gel dike.

    Pêwîste Tifaqa faşîst a AKP-MHP demek ji demek zûtir ji biryarên xwe yên antî demokratîk û dagirker yê ku vîna gel esas nagire dev jê berde. Gelê Kurd di vê zanebûnêdeye ku dagirkeriya li hemberê hilbijêrên wan  tê kirin di rastîde dagirkirina vîna gelê Kurd e.  Ji bona vê,  gel ê Kurd wek duh wê îro jî xwediyê vîna xwe derdikeve.

    Zîhniyeta AKP-MHP wek sondxwariyê dijminên Kurd,  nahêlin Kurd yêk qadê de pêşengtî bikin û pêşbikevin. Xwediyê vê zîhniyetê dijminê Kurd in,  dijminê jin in. Tifaqa faşîst a AKP-MHP,  ji bo desteserkirina vîna gelê Kurd bike pêy hêcetan digere.  Wek hêcet jî sîstema hevserokatî ku  nimûneya nûnertiya wekhev a jin e, nav siyasetê de ye ji xwere dike bahane. Di cewhera xwe de sîstema hevserokatî  li hemberê ne wekheviya zayendiya civakî, wekheviya zayendiya civakî diparêze, lê  bi vî mudaxileyê dixwazin sîstema hevserokatî terorîze bikin. Di dîroka tirkiyê de herî zêde di pêvajoya desthilatiya AKP de tundutijiya li ser jinê zêde bû ye. Sedemê zêdebûyîna van tundutijiyan encama rewakirina polîtikayên nîjadperest, cînsiyetperest, olperest, netewperest û faşîzan e. Ji aliyê desthilatiya AKP ve dûrxistina  jinên welêt hem ji siyaset hem jî ji hemû qadên jiyanê,  bê bandor hiştina jinên vî welatiye.

    Îro tiştên ku diqewîme li ber çavê hemû cihanê pêşdikevin. Li hember van kiryarên faşîzan bêdengmayîn tê wateya erêkirina vê siyasetê.  Gelê Kurd bi tevahî dîroka xwe de bi berxwedanên xweve,  polîtikayên faşîst, nîjadperest û qirker valaderxistiye û li ser lingan maye. Îro jî pêwîste despêkê de jin û ciwan û hemu gelê me li hemberî vê derbeya sivîl bi hêzekî mezin berxwe bide. Her wûha jinên ku di hedefa tevahî dîktatoren dene pêwîste hêza xwe bikin yêk.  Ji ber ku  ji   siyaseta zihniyeta zilemsalarî a ku pergala hevseroktiyê hedef digire û li dijî jinê her cûre zihniyeta şiddetê meşrû dike,  mafên mirovan xesp dike,  eqlê hevbeş  nasnake,  dema gotina êdî bese hatiye û derbas dibe.

    KOORDÎNASYONA KJAR

    22.08.2019

     

     



    KJAR