• KJAR Duyemîn kongreya xwe li dar xisit.

    15 تشرینی یه‌كه‌م, 2016

    Di kongreyê de peyama koordînasyona KJK’ê hate xwendin. Koordînasyona KJK, duyemîn kongreya KJAR’ê bi coş, îddîa û bi biryariya Şoreşa Jinê ya Rojava slav kir û xeta berxwedanê ya rêhevalên me yên şehîd ên Rojhilatî ku di şexsê rêheval Şîrîn Elemhûlî de li ser bingehê xeta Sara pêş dikeve û her diçe civakî dibe slav kir. Koordînasyona KJK’ê pêvajoya ku em jê derbas dibin ji bo jinê bi awayekî xwirt nirxand, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî li Îranê, li hemberî pirsgirêkên ku jin jiyan dikin, derbarê bihêzbûyîna çareserî û îradeya KJARê hatiye sekinandin û her wiha li ser berpirsiyariya KJAR a ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşa jinê pêk bîne hate destnîşankirin.  

    Piştî peyamê, rapora rêvebiriya KJARê ya nirxandina du salan hate xwendin û derbasî rojeva pêvajoya siyasî hate kirin. 

    Pêvajoya ku em jê derbas dibin, karakterê serdemê, weke jin jiyankirina pirsgirêkên civakî û li hemberî vê ferasetên çareserî û alternatîfbûyînê, di vê rojevê de bi kurahî hate nîqaşkirin. Li Rojhilate Kurdistanê û li Îranê, rewşa ku jin tê de ye bi berfirehî hatiye destgirtin û di serî de di qadên îdeolojîk, siyasî, aborî û parastina cewherî, di hemû qadan de grîngiya birêxistinbûyîna jinê hatiye destnîşan kirin.   

    Kongre, şert û mercên esaretê ya ku Rêber APO tê de ye nirxandiye, li ser bingehê bi dawîkirina vê yekê, li ser pêdiviya bi ser de çûyîna înşaya netewa demokratîk derxistiye holê.

    Kongre di nîqaşkirina pirsgirêkên civakî de herî zêde jî li ser çareseriyê sekinî. Li ser vî esasî, bi bingeha înşaya netewa demokratîk, bêtir li ser pêkhatebûyîna KJARê hatiye sekinandin û esas hatiye girtin bê divê xwe di qadên siyasî, aborî, sosyal, ekolojîk, hiqûq, çand û huner, parastina cewherî, dîplomasî û perwerdeyê de xwe birêxistin bike.

    Hevparîbûyîn û hevgirtina jinê jî di kongreyê de hatiye dest girtin. Bi bingeha siyaseta demokratîk bi rêxistin, tevger û şexsiyetan re ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hene, pêşxistina feraseta hevparîbûyînê hatiye destnîşan kirin. KJAR, li ser vî esasî bi hemû rêxistin û şexsên antîfaşîst û antîkapîtalîst re wê di nav hevgirtin û hevparîbûyînê de be.s

    Kongre bi nirxandina xebatên du salane yê KJARê, ji bo dema pêş, xwe gihand plansaziyeke bêtir berfireh. Hevpeymana KJAR ji nû ve hate dest girtin, rêvebiriya KJAR a ku ji 12 kesan pêk tê, di kongreyê de hate hilbijartin.

    KJAR, duyemîn kongreya xwe, bi şîara; ‘ BI RÊBERTIYA AZAD, LI ROJHILAT Û LI ÎRANÊ ŞOREŞA JİNÊ AVA BIKIN’’ qediya.

    Kongre ku bi coş û moraleke mezin destpêkir û pêş ve çû, bi drûşmeyên ‘ BIJÎ SEROK APO, BÊ SEROK JIYAN NABE, JIN JIYAN AZADÎ’ bi dawî bû.



    KJAR