• Sara Romana Hezar Salan e

    12 كانونی دووه‌م, 2024

         

    Zeyneb Xurasan / Endama Desteya Rêveber a KODAR’ê

              Di şevên sar yên zivistanan de, dengê ku dihat ji bo jinên evîndar strana jiyana rast bû. Li ser rûyên jinan bûzekî bi hezarsalan xwe pêçandibû. Kirasê mirinê yê reş û tarî ji bo tevahî jinan û dayîkan hatibû çêkirin. Hêvî di nava candayînê de dihat dîtin. Di nava tarîtiyê de dîroka rast û heqîqet dest bi serî rakirinê kirbûn, berê xwe didan ronahiyê. Dilê jinên xwedawend dilerizî û li benda hilhatina rojê bûn. Li keviyên Zagrosan tovên şerê jiyanê hatbûn çandin. Pîrozbahiya axa xwedawendan, li hemberî mirinê hebûna jiyanê diparastin. Li ser vê axê, baweriyê kokên xwe kûr berda bûn. Her kes bi deng û rengê xwe qîr dikirin. Dengê bi hêz yê qêrînan, li çiyayan deng vedida.

    Sara Di Dilê Milyonan De Ye

              Jinên ku ji mirinê re meydan dixwendin, hebûn. Di nava rûpelên dîrokê de navên wan veşartî bû. Hestên wan yên bedew, jiyanê xweşik dikirin, gul vedibûn. Hestên wan di nava rukeniya zarokên keç de, hebûna xwe diparastin.  Di her biharê de dilê jinan dinaliya û li benda hênaseyên azadiyê bûn. Pêwîstî bi têkoşînekî mezin hebû. Pêwîst dikir jinekî têkoşer derkeve û ji axê, xwe ji nûve ava bike. Bibe ziman, bibe deng û reng, bibe rastiya têkoşînvanên jin. Ji nû ve navê Jan Dark, Clara Zetkin, Rosa  Luxemburg zindî bike. Bi navê nêviyên xwedawendan Besê, Zerîfe, Leyla, Keça Nexedî û bi hezaran jinên berxwedêr, biqêrîne.  Bi vî rengî wê jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz Sara bibe pêlên deryayan û li hemû cîhanê belav bibe. Wê edî strana Sara bi hemû ziman û rengan were gotin. Wê lêdana dilê Sara, di nava dilê bi milyonan jinan de lê bide. Serhildêrî û evîna azadiyê ya Sara, wê bibe eşq û evîna bi milyonan jinên azadîxwaz.  Zarokên Kurd wê li ser romana berxwedaniya  hevala Sara mezin bibin û dest bi lêgerîna jiyana azad bikin. Ji bo her kesî tenê carekê jî dîtina wê têrkêr bû. Ji bo di tevahî jiyana xwe de bibin evîndarên têkoşînvaniyê, tenê carek jî dîtin têrker bû.

    Rêhevala Rêber Apo Ye

              Hevala Sara dibû çavkaniya îlhamê, jiyana bi têkoşîn. Dibû pîvanên rêya azadiyê, helbestên xwe gihandine heqîqetê. Li keviyên çemê Munzûrê dibû vîn û qêrîna jinên serhildêr. Li Zindana Amedê ji dijmin re derd bû, ji şoreşgeran re jî navnîşana berxwedaniyê bû. Hevala Sara rêhevala rojê bû, rêhevala Rêber Apo bû. Li Botanê Sembola heqîqeta jiyanê bû.

    Sembola Hezkirin û Kedê Ye

              Hevala Sara rêhevala tevahî şoreşgeran bû. Di dilê tevahî hevalên xwe de kaniya hezkirinê bû. Di her gav avêtinê de şopên xwe yên kûr dihişt. Her dem afirînera nûbûnê bû. Ji ber vê yekê em dibêjin; ew nêviya xwedawendan e, sembola hezkirin û kedê ye. Dilê wê bi çiyayan re dikeniya. Hêza xwe ji çiyan digirt û bedewî pêşkêşî çiyayan dikir. Zane bû, û her dem di nava lêgerîna zanistê de bû. Hêza xwe ya zanînê ji rojê digirt, ji Rêber Apo digirt. Di hemû meydanan de bi hêza tîrêjên rojê, evîna xwe berdida nava gerdûnê. Li hemû kêliyên jiyanê, wate bar dikir. Xwe gihandibû heqîqeta rast jiyankirinê. Hevala Sara bi jiyana xwe dibû zimanê êşên bi hezaran jinên Kurd. Zimanê dîroka Kurdên têkoşînvan bû. Bi zanebûna ku wê gelê Kurd bi têkoşînê bigihêje azadiyê, di nava xebat û têkoşînê de bû.

    Ji Bo Jiyaneke Azad Şer Dikir

              Evîndara jiyanê bû, bi jiyanê re di nava herkîn û tevgerînê de bû. Bi bedewî û rengên xweşik li jiyanê temaşe dikir. Di navbera wê û jiyanê de girêdaneke kûr hebû. Hêza xwe ji bedewiya jiyanê digirt, li jiyanê jî xweşikiya rihê xwe bar dikir. Bi qasî ku ji jiyanê hez dikir, ji bo wê jî şer dikir. Ji bo rast û xweşik jiyan kirinê, di nava şerê rûmetê de bû. Di vî şerê azadiyê de jî tevahî şervanên heqîqetê li dora xwe kom dikir û ji bo cengên mezin perwerde dikir.

              Hevala Sara xwedî hêvî û armancên mezin bû. Weke gelawêja berbangê, çavên wê ji bo dîtina Rêber Apo diçirsî. Li keviyên Zagrosan, li şûnwarên xwedawendan, çavên me jî li dîtina hevala Sara digeriyan. Dilê me, ji bo carek din dîtina hevala Sara bi keleca bû. Em li bendê bûn li warên şehîd Rojîn Gewda û şehîd Reşîd Serdar, careke din wê himêz bikin.

    Em ê Li Ser Şopa Heqîqetê Bin

              Rojeke bi mij û dûman bû, berfê deryê şikeftên me girt bû. Şev jî dirêj bûn, roj hilnedihat. Hewarên xwedawendan li ber deriyê dilê me rûniştî bûn. Di berbanga sibehê de, me destê xwe danî ser lêdana dilê xwe û me ji êşên dilê xwe re ti ziman peyda nedikir. Êşê, hemû bedenên me dorpêç kirbûn.  Êşên me xwe tevlî ava  Basya û Avaşîn dikin û berê xwe didan nefreta Munzûrê. Zimanên me li hemberî wê eşê lal bû, çavên me bi tenê dibûn zimanê wê êşê. Di hundirê me de volkanên dikeliyan, hebûn. Me jî ew volkan dikir sonda tolhildana jinên evîndar. Em ê li ser şopên wan xwe nû bikin û jiyanê himêz bikin.

              Ji bo em bibin rêhevalên Sara yên bîrdozî, bibin zimanê zanistiya Rojbîn û bibin rihê ciwantiya Ronahî, em ê li ser şopan wan bin. Bayê Azadiyê yê mêjî û dilê me, nefreta xwe ya bê dawî li pergala bêbextan dibarîne. Belê wê ew eş neyên ji bîr kirin. Wê tola hevalên Rojê were hilanîn.



    KJAR