• Yek mirov, sê zayîn

    1 نیسان, 2023

    Ruken Vejîn/Endama Komîteya Perwerdê a Rojhilatê Kurdistanê  

    Her roj bi hezaran an jî milyonan mirov tên cîhanê. Bi hezaran kes jî ji vê cîhanê koç dikin. Ev bûyereke xwezayî ye, çawa mirin heye, zayîn jî heye. Bi hezara mirov tên vê cîhanê, jiyan dikin û piştî temenekê jiyana xwe ji dest didin. Lê hebûna wan yan jî mirina wan zêde bandor li ser kesî nake, ji xeynî malbat û derdora wan. Weke ku qet nehatibin vê dinyayê, çûyîna wan jî kesî zêde bandor nake ango heya demeke kurt bandor dike. Lê carnan jî hin zayîn hene ku, jiyana bi milyonan kes û gelan bandor dike û qedera bi milyonan diguherîn e. Zayîna Rêber Apo jî yek ji wan zayîna ne ku gelê Kurd, gelên azadixwaz, wek zayîna xwe û hebûna xwe dibînin û zayîna Rêber Apo, wek şensekî mezin ji bo xwe dibînin.   

    ‘Gelo yek mirov dikarê sê cara wera cîhanê, yan jî çêbibe?’

    Rêber Apo jiyana xwe wek sê zayînan digre dest. Zayîna yekem,  ji dayikbûnê di sala 1949’an e, heya sala 1972’an e. Rêbertî wek zayîna xwe ya xwezayî û pêvejoya ketina nav jiyana şaristaniyê de, digre dest. Zayîna dûyemîn ya Rêbertî ji 72- heya 84’an, wek zayîna duyemîn ya pêvajoya yekemîn digre dest. Zayîna duyem ya merheleya duyemîn jî, di navbera 15 Tebaxa 1984’an heya  15’ê Sibata sala 1999’an digre dest. Zayîna sêyemîn jî ji sala 1999’an heya roja me ya îro digre dest. Zayîna yekemîn ku wek her mirovekî ku em tên vê cîhanê, di vê zayînê de îrade, xwestek û nexwaziya me nîn e. Ev tê wê wateyê ku kes ji wê/wî zarokî/ê napirse ku ‘Tu dixwazî werî cîhanê, an na?’ Ji ber wê jî pir kes ji ber hatina vê cîhanê kêfxweşe yan jî ne kêfxweş e. Ev bûyerekî xwezayî ye. Lê gelo mirov dikarê ji xeynî zayîna xwezayî, xwe ji nû ve ava bike? Yanî zayîna duyemîn û sêyemin pêk bîne? Bersiva vê erê ye û mînaka wê jî Rêber Apo ye.

    ‘Cihekî çandinî û kedê ye’

    Rêber Ap di 4’ê Nîsana sala 1949’an de, li gundê Amara yê ku bi ser Riha yê ye, tê cîhanê. Di dîrokê de pir pêxember li Rihayê derketine, ji ber wê jî ji Rihayê re, bajarê pêxemberan tê gotin. Bandora mekan û demên ku mirov tê cîhanê, li ser mirov pir zêde heye. Riha cihekî ku Neolotîk demek dirêj li wê derê hatiye jiyan kirin e. Li Rihayê çanda civaka xwezayî pir xurt e. Cihekî çandinî û kedê ye. Cihekê pir netew û pir baweriye. Li Rihayê Kurd, Tirk, Tirkmen, Ereb û Ermen, piştî Qirkirina Ermana her çiqasî  kêm jî mabin ev gel û bawerî, bi hev re jiyan dikin. Riha wek mozayika gel û beweriyan e. Ev bandorek li ser kesayeta Rêber Apo avakiriye, ji ber dîtiye ku bi hezarê salan gelan bi hevre jiyan kirine, ji çanda hevdû bandor û bi hev re bê pirsgirêk jiyan kirin e. Malbata Rêbertî wek mala Ocê tên naskirin. Malbat ne dewlemende yan jî ne arîstokrat e. Malbat di aliyê aborî de feqîr e.  Li ser çandiniyê û bi keda xwe debara xwe dikin. Rêbertî bi xwe jî, bi kedê mezin dibe. Wateya kedê pir baş dizane. Rêbertî xwe bi xwe, xwe ava dike û pêş dixwe. Rêbertî dema ku dayika xwe tînê ziman, dibêje: “Xwediya çanda bermahiya xwedawendiyê bû.” Dayika Uweyîş, jineke şerker bû û otorîteya zilam qabûl nedikir. Kesayeta dayika Uweyîş li ser Rêber Apo bi bandor e. Dayika Rêber Apo, heya ku Rêbertî tola xwe negirta, nedihişt ku bikeve malê de. Dayika Uweyîş çanda tolgirtinê, di Rêbertî de dide avakirin. Qet pes nake, tola xwe digre, lê bi rêbazê pir xuluqdar ve vê yekê pêk tîne. Di kesayetiya dayika xwe de, bi pîroziya jin hesandin heye.

    ‘Îxanet li xeyalê xwe yê zarokatî nekir’

    Rêber Apo piştî zayîna xwe ya yekemîn di nava nakokiyan de, kural û qayîdeyên civak û malbatê qebûl nake. Di temenakî piçûk de, dixwaze wan qanûnan ser û bin bike. Hevaltiya wî ya bi Hesen Bîndal re, dîsa hevaltiya wî ya bi zarokên keç re, vê dide nîşandan. Di temenê piçûk de zewicandina keçan, tu carî qebûl neke lê hêza zarokekî nîne ku van biguherîne. Rêber Apo ji ber vê bê hêz dîtina xwe ya zarokatî jî her dem dixwest ku xwe bi hêz bike. Tu car ji bîr nekir ku, Elîfa biçûk çawa ji leyîstikê derxistin û birin zawicandin. Xwest dîsa wê tevlî leyîstikê bike, lê êdî ew bûkeke zerok bû. Her çendî zarok bû jî, lê êdî ew zawicî bû û di nav çar dîwaran de bû. Di rojekê de, ew zarok mezin bibû, qedexe bibû jêre leyîstik. Xuşka xwe ya ku bi du torbe ard û çend qirûş pere hatibû zewicandin jî, ji bîr nekir. Xeyalê wî ew bû ku, vê qedarê biguhere, lê hêza wî zarokî nebû ku vê biguhere. Lê piştî ew zarok mezin bû, îxanet li xeyalê xwe yê zarokatî nekir. Keç tevlî leyîstoka xwe ya azadiyê kir û bi destê wan girt. Ji wê sîstemê derxist, rol da wan, wan perwerde û pêşxist. Êdî ne tenê hevalek bi hezaran havalên Rêbertî ên keç çêbûn. Êdî keç ji bo neyên firotin, tune nayên hesibandin, ref bi ref dihatin azadiyê. Nakokiyê Rêbertî bi quralên civakê yên heyî û sistemê re, berdewam bûn. Her li heqîqetê digeriya, li peyê hevaltiya rast bû. Lêgerîn û nakokiyê Rêbertî her dem dijiya. Ji bo zarokan li dora xwe kom bike, rêbazên cûr be cûr bi kar tînê. Ji nimêjê bigre heya nêçîra çûkan, heya ketina nav rezan rêbazan bikar tîne ta ku havalên xwe li derdora xwe kom bike. Ev rêbazên heval li dor xwe kom kirin, di dema ciwantiyê de jî berdewam dike. Bi yek axaftinê bandorekê wisa ava dike ku, heya dawiyê girêdanbûneke hevaltiyê ya xurt dida avakirin.  

    ‘Qedera gelê Kurd guherand’

    Zayîna duyemîn, xwe avakirin xwe zayîna Rêbetî ye. Bi xwe avakirinê re jî şoreşek ava kir. Gelekî ku ji çanda xwe, zimanê û hebûna xwe hatibû durxistin û di ancama têkçûna bi dehan serhildana şîkestibû û bê hêvî mabû, civakaka ku ji xwe direvî, wek dareke hişk lê hatibû, ji wan re bû hêvî, bû hêz, bû bawerî. Bi zayîna xwe ya duyemîn re qedera gelê Kurd guherand. Şoreş di nav şoreşê de avakir. Şoreşa jin, şoreşa fikirî û zanistî, di nav civakê de da avakirin. Rêbertiya ku bi giraniya hevoka ‘Kurdistan mêtingere’ dema dibêje li ser hişê xwe diçe û li gor vê rastiyê tevdigere, xebatê pêş dixe. Di Newroza 1973’an de, li bendava Çibûk ya Anqara yê bi 6 kesan tên gel hev û civînekê çêdike. Ev gava yekemîn ya rêxistinbûn ê. Bi vegera walat re, ev gav hat xurt kirin. Dema li Kurdistanê vedigerîn, bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, ji ber hêvî hatibûn zûhakirin. Despêkê pêwîst bû ku hêvî bên avakirin. Heya hêvî ava nebin, mirov nikare jiyan bike. Bi avakirina partî û artêşbûnê re, rastiya gelê şoreşger, hat avakirin û hêvî ji nû ve şînbûn. Rêbertî her ku xwe ava kir, bi xwe re jin û civak, rastiya milîtaniya azad jî ava kir. Bi zayîna Rêbertî ya duyemîn re, jin jî gav bi gav hat afirandin. Deriyê azadiyê ku ji bo jinê hatibû vekirin, jin ref bi ref ber bi azadiyê ve herikîn. Jin didît ku jiyanek cûda, çandek cûda li nav Tevgera Apoyî heye. Rêber Apo bawerî da jinê, bi hez kirin, jin perwerde û ava kir. Ji bo ku bibe îrade û pêşanga civakê, wê amade kir. Jin jî bi hevaltiyeke herî rast, bersiv da wan hewildanê rêhevalê xwe, ked û hawildanê Rêber Apo vala dernexist, artêş û partiya xwe avakir. Xwe bi rêxistin kir, bû pêşeng bû hêviyek ji bo hemû jinên cîhanê. Rêbertî dibêje: “Xebata min yê bingehîn û dastanî, xebata jin e.”  ji bo hevaltiyekî rast bi jinê re pêş bixe, despêkê zilamtiyê di xwe de dikuje. Li hemberî zayendperestiya civakê û sîstema kapîtalîst, her tekoşîn kir. Ji bo ku xebatê jin, bi awayekî sitratejîk nêzîk bû û her ku çû xurt û pêş xist. Bi xwe perwerde kir, ava kir. 24 seatan, bê sekinandin, her ked da, kadro perwerde û ava kir. Di Rêbertî de, tişta tê gotin, di heman demê de jî tê pêkanîn. Di Rêber Apo de nabe nîn e, ger ked bê dayîn bi armanc ve girêdan bûn hebe, her tişt dibe. Ti car evdbûyîn ji xwe re qebûl nekir û serî li ber desthilatdariyê netewand. Azadî wek enerjiyeke bê dawî di her deqê de herikand.

     ‘Xwe carek din nû kir’

    Di komploya Navnetewî de, pir dewlet û kesayet û netew cihê xwe girtin. Ji Isaraîl heya Emarîka, Rusya, yûnanistan, Misir, hemû dewletên di nava NATO yê de cihê xwe digirtin û PDK hwd di vê komployê de cihê xwe girtin. Ji Tirkiyê re jî rolê gardiyantiyê dan. Hêzên komploger, xwestin Rêbertî bê bandor bikin, lê bi pêşxistina paradîgmaya Netewa Demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê re, pîlanên komplogeran vala derxist, sînor derbas kir û bû gerdun. Rêber Apo vê pêvejoyê, wek zayîna xwe ya sêyemîn digre dest. Pêvejoyên guherandin û veguherandinê, hem ji bo kesayet hem jî ji bo rêxistinan pêvejoyên zehmetin, ger rast baş neyên bi rêve birin, dibe ku hem di keseyet de hem jî di rêxistinan de bibe sedemên hilweşîn û belav bûn ê. Paradîgmaya berê li ser dewlet bûnê hatibû avakirin, bi paradîgmaya nû re ev hat guherendin. Rêbertî ji bo zayîna xwe ya sêyem dibêje: “Ez ji şaristaniya desthilatdar û çêbûna dewlet qut bûm.” Bi zayîna sêyem re Rêbertî guhertinên sitratejîk çêkir. Dibe ku bingehê paradîgmaya Demokratîk, Ekolojik û Azadiya jin, bingehê wê berê jî hatibû ava kirin, lê wek paradîgma bi rêk û pêk kirina wê, li Îmraliyê pêş ket. Rêbertî bi hêza xwe ya fikrî, mekan û sînor derbas kir, gerdûnî bû. Ji ber ku hêzên komploger ji fikrê Rêber Apo ditirsin, bi sîstema Îmraliyê ya îşkenceyê dixwazin pêşiya van fikran bikrin. Ji ber vê yekê jî tecrîd û îşkenceyeke girankirî, li ser Rêber Apo didin meşandin. Ev 25 salin, Rêber Apo di bin vê tecrîdê de ye. Ev du salin jî bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev xeteriyekê li ser jiyan û tenduristiya Rêbertî her wiha li ser jiyana me hemûyan metirsiyê dide ava kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêwîste her kes, çi ji destê wan bê bikin. Îro bikin û dereng nemînin.



    KJAR